seba le gêjî perçemî xawa
selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo.
kak ḧesenî suhrabî ke nawî hunerî xoy nawe «seba» nameyekî bo nûsîwîn û qutabî debîristanêkî bokane û parçe şî’rêkî bo nardûyn ke nûserî bernameke eyxiwênêtewe:
be xwêndinewey şî’rekanit, lawêkim hate berçaw ke hestêkî şa’îraney heye bełam hêşta nazanê serdemî «nałe nałî le jêr solî diłdara» nemawe; nazanê ke şî’rî emřo hunerêkî girînok nîye û şa’îrî emřo îtir natwanê bepencey xenawî kiçêk şehîd bê û şehadet bo şa’îrî emřo tenya le meydanî pan û berînî parastinî sûdî giştîya eguncê. şa’îrêkman heye efermuwê:
biray başim etwanî bemin bifermûy em derdî diłey diłber bo komeł sûdî çîye? bira û xuşkekanit lem sikała bê bayexe bo dermanî derdekanyan çîyan des ekewê ya her wîstûte bizanî şêwey konî şî’rî kurdî êsteş daşdarî û parêzgarî lêwe ekirê yam ne. xwa le gewreyanî řabirdûman xoş bê, gořî nalî û wefayî û mistefa begî kurdî û mîsbaḧ û tahîr beg piřka le nûr, eger byanzanyaye way lê dê û hunerî şî’ir û şa’îrî bem řoje ega, xwa ’alim ke şî’ryan nedekut. hemû hunerêk legeł kat û sat ebê nwê bêtewe. em zirme zirmey pena gwêçkeman teqey solî nazdarêkî benaz nîye ke le sêbarî şewda berew jwan eçê. eme dengî şeweye û korpey hîwa eba. tu xwa xesar nîye? to ke ezanî şî’ir biłêy lebatî siłemandinewey ałî załî şew, lecyatî şeqkirdinî cergî şew, beşmişêrî dû demî şî’ir, des bikey beřajandinî bêşkey betałî hestî xot?
katî mecnûn beser çû, biray ça be, şaxe bijwênekanî mukuryan meke bedîcley qaqřî mecnûn. tikaye serêk lew şaxe bide ke netdîwin û her le cîhanî bîrkirdineweda fermûte wêłî ew çyayaney. biřwane destî behêzî fela çon tewêłî hełdiřîwin û kirdûnî begenim û co û bêstan. gwêt le hohoy cûtyar û bilwêrî gyan bizwênî şwan bê û bizane ke cwanî řût le têkoşanî ademîzad daye bo jyan, bo jyanî řû le başî û teselî û teyarî. biray min ewîn cwane, berz û xudayîye; bełam toy kurd bo be’erebî ’aşiq bûy. gwê bigre bo em şî’ret:
şeş wişey ’erebî le taqe şî’rêka. min tenanet leser em biřwayem ke ew kiçe bestezmane sakare her tênaga to pêy heł’ełêy ya tews û pilarî pêda edey?
kiçî kurdî hogrî mezra û deşt, hawdemî şiney nyanî beyanî awayî ke be wişey sakar û le diłewe hatûy kurdane řahatuwe, wek askî řewek lem ’erebîye teq û řeqey to sił eka. wa ezanê beçawya edeyewe ke to xwêndewarî; tenanet eger kîjêkî xwêndewarîş bê ta le naw qamûs û elmuncîda bo manay wişe ’erebîyekanit egeřê, kuł û ko û tase û tamezroyî ewîn le derûnya damirkawe. pêş behestî şa’îranet megre. berî berde ba bajwê. cwan dwan û dijwar dwan dû mebestî leyek cyan. şa’îr bew kese ełên ke cwan edwê û ew kese ke dijwar edwê metełokebaze, qutabî beşî ’erebîye nek şa’îr û hestyar.
cige lemane hełey destûrî û fennîş le şî’rekanta heye ke min çawyan lê epoşim çunke bûkî dizêw nabê qise le bergekey bikey. hîwadarim le amojgarîyekanim ke bo řênwênîte ałoz nebî. ezanî ke dostî baş ew keseye hełet bixate berçaw nek belêxoşbûn û çawpoşîn hanit bida bo hełey yek le dway yek. ta bernameyekî tir hemûtan bexway gewre espêrîn.