kewyar

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  1393 Dîtin

bûmelêłî beyanî bû; tezûyekî sard be leşî kêw û çyada egeřa û gahê gyay şilk û gułî kêwî çaw be xewî řa’eçłekand.

«meḧmûd» mawey se’atêk bû çawî netrûkandibû û herweha řwanîbûy bo bawkî ke be hełpe serincî kelekey pêşanî eda.

meḧmûd xoyşî ney’ezanî çon wa kutupiř ew bîrey kewtibuwe mêşkyewe ke bawkî le diřindeyek eçê ke zigî birsî mełasî zewî kirdibê û çingołey dadabê, ta key nêçîr egate ber hełmetî!

řenge nebzûtnewey bawkî, be germe řwanînî, bibû behoy eme ke meḧmûd weha bête berçawî; axir sê çwar se’at bê çaw leseryek danan, bê wiçan, bê řwanîn bo emla û ewla, tenya çawbiřînî şwênêk weha ke pyaw lay wabê em cûte çawe ya her nageřên ya be hewdayekî nadyarî be şwênêkewe bestirawin; naçarîye ke hezar bîr exate mêşkî ademîzadewe.

meḧmûd bîrî kirdewe ke em řwanîne be hełpey hergîz be bawkyewe nedîwe. ne katê ke daykî nexoş bû çawî nabuwe seryek û bawkî çaweřwan bû ew çaw hełbiřê û derîxa ke hêşta gyanî têda mawe, ne ew care ke korpey bira gewrekey, ke ebû be newey bawkî, xira baweşî. korpeyekî êsk sûkî xwên şîrîn ke bonî şîr û goştî zîndû, lîbasî tazey be espon şorawî lê ehat û çawî şînî piřşingêkî xistibuwe ser berwankekey. be kurtî meḧmûd hergîz em hemû tase û hełpey le řwanînî bawkya bedî nekirdibû.

meḧmûd piřbedił pêy xoş bû pakaney bawkî bika:

«... dey ca çî bû, bawkim xêzanêkî zorî be řîşewe buwe, minałî wird û dirişt û serupêçkey heye, daykim kewtû û řewtû û nasaze, ewîş bo têrkirdinî em hemû zare awałe û zige birsîye, ebê hewł bida, hewł bida û be hemû layeka pel bikutê, qeydî çîye? kar, kare; çi kiştukał, çi sewda û serenwê, çi sepanî û dirwênewanî û çi řawkerî. bawkim bem řawkirdine hem bijêwî xoman peyda eka û hem be firoştinî nêçîrekan be keleberekanî tirî jyanman řa’ega.»

meḧmûd le diłî xoya eywîst ew mebestane qibûł ka, bełam em řwanîne be hełpe bo kuştinî kewî bestezman, «řîsekey lê ekirdewe be xurî». hemû şitêkî lê heł’eweşandewe!

dîsanewe řwanîyewe bo bawkî, řîşî maş û birîncî bedem şiney sardî berbeyanewe ałoz ebû, demuçawî gincawî û le bertaw sûtawî bawkî kewtibuwe ser berdêkî qewze girtû û be hîç barêk legeł berdeke cyawazî nebû. bahoy hełkiraw û řûtî legeł darî tifengekey etkut dû bewşî yek baskin. emane hemû çaryan ekira, bełam em řwanîne ke bonî xwên û řengî diłřeqî pêwe bû, şitêk nebû ke meḧmûd lêy xoş bê.

meḧmûd leber xoyewe kutî: babe û, gwêy girt bo weramî bawkî. dîsan bay sardî beyan bû ke tozî xewî le çawî wiłatî xewałû esřî, bełam bawkî meḧmûd hîç dengî lêwe nehat. sîngî ke gya nermekanî şêlabû ehaja; hajanî marêk leber germay hawîn. hajanî sîngî diřindeyekî birsî ke beşwên nêçîra řaykirdibê.

meḧmûd beriztir heray kird: «babe!»

dîsanewe bawkî řûy wergêřa û weramî nedawe. dengî meḧmûd be heray babe beriztir bowe û kêwî ewber weramî dawe: babe... babe...!

teqey tifeng hesta û bawkî meḧmûd neřandî: «yek, dû, sê, çwar, pênc, şeş,...»

meḧmûd hawarî kird: «bese! bese!»

çen kew ke her kam saçmeyekyan ber kewtibû heł’ebezîn. kewêkîş bałî şikawî beser zewya xişkey ekird û xoy ekêşa bo jêr bince tûtřikêk. bawkî meḧmûd wek tawêrê ke xilarî keyewe be çen baz û çen serengirê xoy geyande kewe kujrawekan. çeqoyekî tîjî derhêna û kewekanî serbiřî û xwênî çeqokey be likî piştênekey pak kirdewe û nayewe naw gîrfanî. kewekanî celle kird û laqî be petêkewe bestin û henaseyekî ke lemêj bû le sîngya qetîs mabû, da derewe.

meḧmûd wek xełfêkî sawa ke le beramber darêkî pîra şîn bê le berdemî bawkî çeqî û be’espayî kutî: «babe!»

babî weramî dawe: «řołem!»

meḧmûd kutî: «yekê bo xoman, dûy tirîş bo firoştin, ewanî tirit bo kuşt?!»

bawkî meḧmûd lepiř hatewe bîrî ke be gulley dwayî dû kewî pêkawe û ebuwa ḧewt kewî serbiřawî pê bê, bepele kutî: her lêre be řołem! we leber xoyewe kutî: «kewe bał şikawekem le des derçû!»

destî qujbin pişkinî bawkî meḧmûd benaw tûtřikekana geřa û bekelakî kewekewe hate der.

meḧmûd kutî: «mindar botewe! biřwane peře cwanekanî şełałî xwêne.» bawkî beřqewe kutî: «ḧeyf bû, çen qełewe!» paşan bê ewe qiseyek legeł meḧmûda bika, milî řêyey girt û berew mał bowe.

bay demewbeyan eylûrand. çen peřî nerim têkeł begerdelûlêkî kem xayên berew asman berz ebûnewe û be lerînêkî be’espayî ekewtinewe ser zewî. meḧmûd maweyek westa û temaşay bawkî kird. tifengekey weha girtibû etkut destî xoyetî û dirêjtir botewe.

hêşta meḧmûd le gêjî řizgar nebbû ke dengî giř û pîraney bawkî begoranî «kewyar» berz bowe.