çaweřêy mujdey nesîmim ta le gułşen dêtewe
çaweřêy mujde
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
2 Xulek
6368 Dîtin
çaweřêy mujdey nesîmim ta le gułşen dêtewe
bełke fermayş bika guł, bulbulim ba bêtewe
wa we’îdî befrî zistanî fîraqit kewte dił
mer be bay we’dey wîsałit kêwî dił řeş bêtewe
mîrweḧey zulifit le dewrî ateşî řût bê, çilon
agirî ’îşqit be awî çawî min dekûjêtewe?
suçî zulifit bû ke perwaney diłim řûy kirde řût
agirî wesłî şem û perwane şew degřêtewe
xetit û morî zulf û xałit ḧuccetî mułkî diłe
neqşî ew more be awî xuřxuřeNava taybet naçêtewe
dił le tirsî çaweket řûy kirde mêḧrabî birot
êste bîstûme le çînî zulf cêy nabêtewe
kêwî hîcirit xiste serşanî diłim pêy xistuwe
ta nega destî be zulifit zeḧmete hestêtewe
sedkeřet xistimte gêj û mehlekey beḧrî fîraq
axrî mujganî qullabit derim dênêtewe
mezre’ey mîhir û miḧebbet tuxmî wesłî şîn nekird
guł be şadî dadeçênim xarî ẍem deřwêtewe
xot dezanî muddetêke gerdî pamałî cefam
key wekû neqşî qedem serdênme jêr pêtewe
dił ewa kewtote zîndanî ẍemit qurbantim
tayekî zulifit binêre bełke bom derbêtewe
to xuda takey le tarîkî şewî hîcranî to
destew’ejno dabnîşim, řebbî key řoj bêtewe
bê îşarey ḧîkmetul’eynî şîfat nayê şîfam
xot dezanî zamî dûrî sexte xoş nabêtewe
fikirî min çunke deqîqe ’aşiqî qeddî ewe
mû le mû gîrawe çibkem lêk cwê nabêtewe
zexmî dił bê merhemî wesłî benasoř kewtuwe
ey ḧerîqNasnava edebî basî meke toxwa biła nekulêtewe