em taqme şîrîne le mekteb ke dyarin

lale’uzaran
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
 2 Xulek  652 Dîtin
em taqme şîrîne le mekteb ke dyarin
celladî diłî ’alem û aşûbî dyarin
şîrîn senem û diłber û fettan û ’eyarin
xałî le xelel, cumle wekû neqdî ’eyarin
şoxin, hemû şengin, hemû guł ateşî řengin
amadeyî cengin, hemû seyyadî şikarin
ahûřewş û mehweş û şîrîn ḧerekatin
nask beden û sîm ten û lale’uzarin
gahê debne řehzenî îman û dił û dîn
gahê wekû sofî hemû mayl be kenarin
gahê denwênin řux û řûnakî deken řoj
gahê be dû zulfeynî sya wek şewî tarin
zulf û řux û perçem legeł egrîce û kakoł
î’lanî ḧeřebyane ke îslam û kufarin
xał û xetî bê ḧed ke hemû cem’e le ser xed
wek zengî legeł ḧor û wekû zaẍ û ’uqarin
kê ḧeddî heye talîbî gencî řuxîyan bê
yek yek ke hemû saḧîbî zulfî wekû marin
mumtazî cîhanin hemû hem muntexebî şar
aẍaler û begzade û esnaf û kubarin
wextê ke deken cîlwe le meydanî ḧusnida
wek kebkî xeraman û wek ahûyî tetarin
mewzûn û letîf û xoş û xursend û se’îdin
metbu’ û řeşîdin be usûl û be wîqarin
wek mu’cîzeyî mustefewî wane lelay min
bew le’lî nimek řêje ke wa şekker ebarin
her eḧmed û meḧmûde xeyałî şew û řojim
lem mektebî řuşdîye ke wa piř le nîgarin
herçende ke sułtanî cîhanin le ḧusnida
bo şibrî řeqîbim ḧesen û ḧusênî hejarin
bem hey’etî derwêşîye řazîm û řeqîban
destim le yexe nakenewe çende şerarin
’arîz bû leser ’arîzîyan zułfî perêşan
bî’eyne dełêy ḧał û meḧel, leyl û neharin
peyweste wekû destegułî baẍî cînanin
wek ẍunçeyî neşkufteyî newroz û beharin
emma legeł em ḧusne nîye ḧusnî wefayan
ḧeyfê ke leser řencî diłî ’aşiqî zarin
parey cigerm kirde kebab û meze boyan
ta dîwme ke wa saḧîbî dû çawî xumarin
lewḧî diłîyan sade le mîhir û le wefaye
bê mîhir û meḧebbet hemû bê şerit û qerarin
herçende ke bê talî’ û bedbexte ḧerîqîNasnava edebî
eş’arî be îş’arî ’eceb piř le şî’arin