wekû kakołî serşanî ’ezîzim

mirwarî sirişk
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
 1 Xulek  655 Dîtin
wekû kakołî serşanî ’ezîzim
perakende û perêşanî ’ezîzim
dû çawim piř le mirwarî sirişke
lebo le’lî bedexşanî ’ezîzim
le tendûrî diłim boy wek tenûre
cigesûtawî hîcranî ’ezîzim
hemû řojê le bo teslîmî řoḧim
wekû qurbanî qurbanî ’ezîzim
mełên kuştey xedenge ya ne xencer
şehîdî tîrî mujganî ’ezîzim
be daym mest û mexmûre le badey
pyałey çawî fettanî ’ezîzim
le fennî diłberîy û diłřubayî
nîye emsał û eqřanî ’ezîzim
hîlalî new, neḧîfî goşegîre
le ḧesret mahî tabanî ’ezîzim
wekû şahî cîhanim ta ḧerîqîNasnava edebî
geday dermałî derbanî ’ezîzim