em xusrewî xûbane ke wa dête nezaret
xusrewî xuban
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
1 Xulek
1083 Dîtin
em xusrewî xûbane ke wa dête nezaret
şîrîne eger dił biřfênê be îşaret
îsmêkî şerîfî heye men’e le teseřřuf
cîsmêkî letîfî heye layîq be sedaret
neqdî dił û řûḧim heye bo mujde le řêda
zor layîq û şaysteye bîdem be beşaret
mîwey emelim kałe be dû çaweyî kałî
kalayî xeyałim hemû řoyîwe beẍaret
lew wextewe, texfîf kira îsmî şerîfit
min sûkî lelam bote nîhayatî wezaret
nuqtey dehenit wa diłî hênawme tengî
cêgayî xeyałî nîye bo fikirî bekaret
to saḧîbî em çahî zenexdane bî qurban
sed yosfî ken’anî debê bête zyaret
bakim nîye lew xencere deykey be kemerda
şimşêrî birot cergî biřîwim be îşaret
şeytanî řeqîb duşminme boye ke řeḧman
řeḧmî nîye bo ḧałî diłî piř le meraret