bo mêjû

pêşkeşe be gyanî simayl xanî simko
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  437 Dîtin
simkoş, wek şêxî nemir
hełoyek, bû, berzefiř
leser lutkey çyawe
her be hewrî eda diř
***
le şeqqey bałî xulyay
eda, bo asoy hîwa
beser hezaran hezar
dund û tepolke û şîwa
***
le şewî kurdistana
simko biłêse û giř bû
bo xorî ser firazî
xwênî meşxeł hełgirbû
***
zor bin dar û bin berdî
em xakî kurdistane
bo hajey per û bałî
hełoman, dastane
***
ew areq û xebate
cêy şanazî mêjuwe
bo ser berzîy wiłate
hełmete û nemir buwe
***
tařawkerî tamezro
bexwênî geşî heło
em kurdey kird řenceřo
beksipey mergî simko
***
ew çya serberzane
bo heło her hêlanen
bo ew beçke şêrane
her bêşen û herlanen