birûskey pirseyek

lawandinewey «hêmin»y şa’îr û hawřême
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  428 Dîtin
her ke bargey yaranNava taybetekey behêmnî geyşte şar
zû zanîm ke barge û biney hêminNava taybetyiş degate hewar
zû zanîm ke «paşebere» şî’rêkî na’asayîye
kize û sozî henawekey jîlemoy mał’awayîye
firmêskî ew çawe teřey lew parçe şî’reya hebû
tomarêke bo temen û bo řewtî jînekey hemû
ew bargeyey her henase û ax û dax û sikałaye
şîwenêkî germ û guřî kałakey leqed bałaye
bedem serincî şî’rewe bo toy mandû, bo toy tînû
çawî xeyałim toy edî û eyut çawêk binê û binû
aso wek carî caranî, bigre zyatir, temawî ye
mełbend herlayekî egrî, řeşpoşêkî xemawî ye
êsteş beboney koçewe ke tomarit exwênmewe
yadî hełgir û dagrî jyaneket ejênmewe
ey bilbile xoş xwênekey baxçekey kurdistanekem
terîwe diłişkawekey şeydakey nîştimanekem
gułî şî’ir le baxçeta geşî bon û berame bû
parawî xoşewîstît û goşî ew hemû zame bû
gułî kam şî’rê naske letarîk û řûna heye
bo cwanî û bo em xakeye, bo azadî em kurdeye
şa’îre pexşan nûsekey ziman pît û paraweke
ey be berhem gułe baxî ser liq berze geşaweke
ey aware û derbederî destî xebatî çen sałe
bo mafî kurdî řenceřo řêbwarî ew řêge tałe
benaw hêminNava taybety, cerbezey ew hewraze sext û kûře
benaw diřk û dałî zora, řûbeřûy weyşûmey tûře
ta le nizîkî çwarçiraNava taybet serî şeketit nayewe
şî’ir û xebat û nasorî û mehabadNava taybett bo mayewe