biłqî ser aw

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  695 Dîtin
derdêk heye kuşnideye lenawa
berdî dawe bepişt zor şitî bawa
derbiřînî: demê sałe ledłima
şepol eda wekû xulya le serma
ew derdey wa ke lêreda mebeste
azarî walay destey maran geste:
zor kesî wam bem dû çawey xom dîwe
xoy, le’ême, sedqat çaktir nasîwe
çîye û çone û axo çî le baraye
cewałî dił çîye û çî le zaraye
be serjimêr xoy yekêke leber çaw
ke çî pelkezêřîneye be henaw
bepêy şwên û bepêy hewa û berjewen
gêre eka û xermanekey eka şen
bewêney boq řengî zewî wer’egrê
řengî mirov hawar çon řukeş ekirê?
ew mirovey pêstekey genim řenge
her yek dił û yek mêşk û yek řenge
sipî û řeşîş ebê herispî û řeş bê
şewî tarîk leřûnakî bê beş bê
keçî ewey emřo leber çawaye
řast peristî lela herwek bawaye
tařyayî û tařewałet westabê
řastî ebê her şar beder kirabê
her min min û her xoperistî bawe
pûşî wişke diłsozî be dem bawe
herçî destî geyşte kołe dasê
tenha zatî xoy nebê kes nanasê
bełam jyan, jyanî řasteqîne
zor lem biłqî ser awane be qîne
řyakarî xoperistî tirsinok
emřo sibey ebê her dabda çok