wişkemele

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  453 Dîtin
le řastî zor şit bo xot gêl ekey
zor bendî biřway řast pêşêl ekey
řeşî qetranî naw enêy sipî
bo çewtî çawit xwar û xêl ekey
***
ewey ke biřwat pêy bû ta dwênê
nazanî emřo wa le çi şwênê?
leser kelawey awat û hîwa
bepûy wêrane be kuł exwênê
***
tenha bo berzî payet be peley
boye le wişkî xerîkî meley
xinkay le deryay xoperistîya
keçî sergermî çepłe û helheley
***
milî řêget girt êste le lařêy
car careş le xot napirsî ke kêy
wa dyare çawit kirdet nabînê
boye be giřî hełet esûtêy
***
xot bexot ełêy: ser lê şêwawim
biřwane dûrîy řêgey pêwawim
çûyte ser kelê nayeyte xwarê
eşłêyt: wek carî caranim mawim
***
xot çak enasî ke çît û çonî
elêy: wek yeke, řêy taze û konî
heway xobînî le kelley dawî
le řastî řastî řû girj û monî
***
çawbirsî û tînûy ser lê şêwanî
bo ew mebeste xeste lêwanî
etewê bilên: her wekû yeke:
demew beyan û bangî şêwanî
***
mestî be badey ’eşqî min minit
çakey em yan ew baye le kinit
serî xot xoş bê le gerdelûla
ba her obałî xwên be gerdinit
***
xoyşit ezanî temenit kurte
bem gilarawe, bem cirit û firte
tenha diłsozî řast qonaẍ ebřê
awî ding ekutê em wirte wirte