be boney keşkołe benirxeketewe

bo beřêz: kak si’îd şêx ’ilî şadman
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  487 Dîtin
bira! pîroz bê řencî pîrozit
legeł hestekey berz û diłsozit
em keşkołey to gencîney bîre
berhemî mêşkî pyawanî jîre
dîwanî şî’rî wêjewanane
hî ew desteyey leser çawane
ewaney ejîn le naw henawa
le goşey dił û gilêney çawa
ewaney ke wa her be naw mirdûn
hetakû dinya dinyaye zîndûn
eweş derbestî ew pyawaneye
dyare kirdewey her pyawaneye
ewey şwênkewtey ew gyananeye
dyare her legeł ew karwaneye