10- awełnêwî «tir» û «dî»
Li pirtûka:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
2 Xulek
79 Dîtin
«tir» le hêndê zaraway kirmancîy nêweřastida, awełnawî jimareye; wek: «řojêkî tir». em «tir»e le zaraway mukirîda ke zarawayeke gelêk şwênewarî kon û řesenî pêweye, debête «dî» wata degutrê «řojêkî dî» lecyatî «řojêkî tir». le zarawakanî kirmancîy jûrûşda debête «dî» ya «din», wata degutrê «řojekî dî» ya «řojekî din».
«tir» le kirmancîy nêweřastida; tenya awełnêwî jimare (sifة ali’didErebî) nîye bełku paşgirî «asim altifzîlErebî»yişe. bo wêne: «baş- baştir», «xoş - xoştir».
ca leber ewey «tir» le zaraway sileymanî û lew řêyeşewe le zimanî edebîy êstemanda bo dû şitî cyawaz be kar dehênrê, herweha zorbey zorî kurdizmanan «dî» bo awełnêwî jimare be kar dehênin, be lay minewe le zimanî edebîda «dî» bo awełnêwî jimare û «tir» weku êste bo paşgirî «asim altifzîlErebî» be kar bihênrê çêtre. bo wêne «yum axerErebî» be «řojêkî dî» bikirête kurdî, nek be «řojêkî tir».
debê eweş biłêyn ke le zaraway sileymanî, erdełan, soranda, awełnêwî «ke»ş be kar debrê. ke eme kurtikirawey «dîke= dî+ke»ye û le zimanî farsîy tazeda be wêney «dîgir» derhatuwe.