9- paşgirî nêwî tak (laḧqة alasim alimfird)

Li pirtûka:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 1 Xulek  52 Dîtin
le kirmancîy nêweřastida paşgirî «êk êk-» nîşaney take bo ew nêwaney ke be tîpêkî bê deng kotayîyan dê û paşgirî «yek yek-»yiş nîşaney take bo ew nêwaney ke be tîpêkî dengidar kotayîyan dê. bo wêne: «berd: berd+êk = berdêk», «ga: ga+yek = gayek».
 
bełam le kirmancîy jûrû û hêndê zaraway kirmancîy nêweřastida; nîşaney tak bo ew nêwaney ke be tîpêkî bê deng kotayîyan hatuwe «ek ek-»e û bo ew nêwaneş ke be tîpêkî dengidar kotayîyan hatuwe, her wek şêwey nêweřaste; wata «yek yek-»e. bo wêne: «gel: gel + ek = gelek», «řê: řê + yek = řêyek».
 
weku aşkiraye eger cyawazîyek bibê, tenya le beynî «ek ek-» û «yek yek-»daye. bełam be serincêkî kurt, boman derdekewê ke paşgirî «êk êk-»y şêwey nêweřast le «yek yek-» (waḧdErebî)ewe nêzîktire wek le paşgirî «ek ek-»y şêwey kirmancîy jûrû.