8- paşgirî nêwî berkar («raw raw» û «ray ray»)y karêkî têpeř

Li pirtûka:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 2 Xulek  82 Dîtin
kirmancîy nêweřast bo dirustkirdnî nêwî berkar le karêkî têpeř, be şêweyekî giştî, řegî çawgey kareke degrê û «raw raw-» dekate paşkoy bo wêne: «xwardin - xuraw xuraw», «kirdin - kiraw kiraw», «firoştin - firoşraw firoşraw». eme eger kare têpeřeke xoy le xoyda têpeř bû, xo eger kare têpeřeke le karêkî tênepeř dirust kirabû ke be «an-» ya be «din-» kotayî hatbê ewa ew deme řegî kareke werdegîrê û paşkoy «êraw-»y dexrête paş. bo wêne: «sûtan - sûtênraw», «mirdin - mirênraw».
 
le kirmancîy jûrû û hêndê le zarawakanî kirmancîy nêweřastida, em «raw raw-»e debête «ray ray-», katêk nêwî berkar dadeřêjrê. wata «kiraw» debête «kiray» û hitid. bem core hêndê carî nêwî berkar (asim alimfi’ulErebî) legeł demkatî kesî duwem (sîẍة alimxatibErebî)da têkeł debê. bu wêne ke gutra «xuray» pyaw nazanê «naneke xurawe» ya «to xurayt». a bem core, hêndê sextî dekewne řêzmanewe eger bêtu «ray ray-» lecyatî «raw raw-» bekarbihênrê.