basî xeber zanînî mecnûn le mirdinî bawkî

Li pirtûka:
Leylî û Mecnûn
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 5 Xulek  18 Dîtin
řojê řawkerê le xêłî mecnûn
řoyşte derê bo kêw û hamûn
tesadif le deşt tûşî mecnûn bû
pêy gut bê şerim û ḧeya û abřû
bawkit le dinya xêrî lêt nedî
çend řoje mirdiwe to çî ekey çî
řastîm pê biłê bê şerim û ḧeya
hîç tirist nîye axo le xuda
wextê emey bîst mecnûn der zeman
berbuwe nałe û şîwen û giryan
destî seyadî maç kird azane
gutî qebrekey le kwêye gyane
leser te’rîfî řawker emca zû
be şîn û řoro bo qebiristan çû
leser qebrekey bawkî zor girya
be dengî berz û nałe û waweyla
eygut ax babe nesîḧetî to
nemgirte gwê min wabûm řenceřo
le dunyay řûna to bûy hemrazim
ẍem xwarim, nesîḧetgo û demsazim
sehûm kird qurban be qisem nekirdî
wa bedaxewe babe gyan mirdî
muwefeq nebûm emirit cê bênim
gunehbar nebim xom exnikênim
min le dinyada tom zor kird bêzar
le axîretda memke şerimsar
be diłî bê ẍem zor be feraẍet
to le qyametda ekey îsraḧet
minîş be qurban wa leser dinya
mamewe bo derd bo cewr û cefa
dû şew û dû řoj her lewê mawe
be şîn û girye û bang û sedawe
le paşan emca be şîn û zarî
çwe çołî necd be bê qerarî
serî lê hełda dîsan ’eşqî yar
dûrkewtewe zû le yar û dyar
dewryan girtewe weḧşî û mar û mûr
gurg û dêw legeł hemû teyr û tûr
ask û řêwî û çeqeł û piłing
bûn be dost yekyan ne’ekird diłteng
řîş û simêł û pirçî be carê
leser singyewe hatbûne xwarê
firmêskî çawî germî agirîn
řûmetî kird bû be cogey xwênîn
řojêk le řojan ke xor awa bû
mecnûnî şeyda bo ser girdê çû
be giryanewe řûy kirde asman
epařayewe le qapî yezdan
gutî ey ’eşq tu ẍezay gyanî
mayey kemałî ’eqłî însanî
xwaye wa cwan xełqit kird leyla
ke min bixate naw beḧrî beła
feqîr û hejar zwîr û muḧtacim
zû be lutfî xot bike ’îlacim
hemû ḧekîm û tebîbî cîhan
le deway derdim be carê daman
derd her to eydey toş edey dewa
ḧekîm û tebîb her toy ey xuda
mecnûn le dergay qazîwilḧacat
bem new’e kirdî du’a û munacat
wextê řoj bwewe, katê xor hełat
seyrî kird mecnûn kewa zeyd hat
em zeyd nawe dostî mecnûn bû
le daẍî mecnûn daym dił xûn bû
qeys be zeydî gut yarî wefadar
emro zor diłit xuşe û neş’edar
boç be meqsûdî xot bûy destiřes
legeł leylda to bûy hawnefes
kewa diłxoş û piř keyf û şewqî
wa neş’edarî daym be şewqî
zeyd gutî mecnûn humay kêwî qaf
dwênê çûm leylî şoxim kird tewaf
mangî řûy leyla şewqî bê nûre
’aciz û matem çunke lêt dûre
daym xerîkî şîn û giryane
le çawî eşkî xwênîn řewane
wextê minî dî nałandî be zar
fermûy tuxuda yarî wefadar
ke çwîte necd le çoł û seḧra
ebînî qeysî ’ewdał û şeyda
biłê ey mecnûn leylay bêçare
le dûrît be xwa gelê ẍembare
şerḧî eḧwałim boy bike beyan
selamî minî ’erz ke qurban
bîstûme diłî yekcar xembare
le şanî bare derd û pejare
xeberî mergî bawkîm bîstuwe
minîş zur şîn û řořom kirduwe
çunke bawkî zor be min û be ew
diłî esûta hîç ney ekird xew
bełam beramber qeder û qeza
lazme însan řeza bê řeza
têy bigeyêne ke min esîrim
yekcar xefetbar mat û zwîrim
bo kaẍez nardin nîme îxtyar
natwanim řazî dił bikem îzhar
bełam ey mecnûn xo to beřełłay
legeł ’alemda dost û aşnay
buç namxiwênyewe her be selamê
bom nanêrî qet name û kelamê
boç bom nanêrî eş’arî cwan cwan
kewa be mina eyłêyt be qurban
nazanî axo eme teqsîre
eme key řewyey ’aşiqî jîre
şî’re xoşekan zû binêre bom
hetakû bîkem min be wêrdî xom
em xeberey bîst ke le zeyd mecnûn
zor diłî xoş bû gelê bû memnûn
be tal’î xoy î’tîqadî bû
be wefay leylî î’tîmadî bû
qełemî hełgirt bo leylay nûsî
le paş selam û ’erzî desbûsî
leylî gyan mayey ḧeyat û jînim
mayey aramî diłî ḧezînim
selamit geyşit gyane be mecnûn
le wefa û meylit gelê bûm memnûn
emca ḧałî bûm minit xoş ewê
yaxwa qezay to le gyanim kewê
karî meḧbûban cewr û cefaye
keçî karî to şikur wefaye
tuxuda car car to diłim şad ke
bem new’e lutfe bendeket yad ke
were lam labe zû derdî fîraq
ewa esûtêm leber îştyaq
ger îbnuselam manî’e qurban
to bî û serî xot bom bike beyan
ta be henasem syakem bextî
tarumar bikem mesned û textî
kaẍez tewaw bû day be zeyd derḧał
birdî bo leylî wekû bay şemał