basî mirdinî îbin selam
Li pirtûka:
Leylî û Mecnûn
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
9 Xulek
25 Dîtin
me’lûm her xew û xeyałe ’alem
be xew û xeyał to mebe xuřem
’aqîbet îbnuselamî hejar
be tîrî ahî qeys bû giriftar
çunke negeyşit be wesłî leyla
be derdî giran zû bû mubtela
zar û ze’îf bû kewt leser cêga
wek mû barîk bû hêzî tya nema
le her çwar quřne û etrafî cîhan
kokiranewe cem’î tebîban
te’sîrî nebû derman û dewa
herçen xerîk bûn boy nehat şifa
’aqîbet řojê hengamî beyan
qabzî eřwaḧ werîgirt lêy gyan
leylay şox û şeng behaney dest kewt
aramî nema yek leḧze nesrewt
řûmetî řinî yexey dadřî
lîbasî şîn kird pirçî xoy biřî
bo şîwen çen řoj lewê mayewe
bo małî bawkî ca gerayewe
ca zeyd ke bîstî îbnuselam mird
řoyşit xeberî zû bo mecnûn bird
her ke emey bîst mecnûnî şeyda
berbuwe şîn û zarî û waweyla
zeyd serî suřma gutî be mecnûn
wam zanî ke to zor ebî memnûn
ke em xeberem min dawe be to
keçî to ekey şîwen û řořo
mecnûn gutî pêy yarî wefadar
to wa ezanî nîme ḧeya û ’ar
îbnuselamî bêçare û feqêr
be wesłî yarî negeyşit xo têr
be namuradî le řêgay leyla
’aqîbet řûḧ û gyanî kird fîda
bo em eḧwałey ew xefet exom
her bigrîm çake bo ew hem bo xom
zeyd le mecnûn ke dî em ḧałe
têgeyşit gewre û ehlî kemałe
mecnûnî cêhêşt zeyd geřayewe
emîş le seḧra tenha mayewe
le małî bawkî, leylay nazenîn
dayîma eykird girye û zarî û şîn
le her cêgayek ke te’zyebarê
ebû ya nexoş ya birîndarê
koy ekirdinewe daym le gełyan
şew û řoj eykird şîwen û giryan
zahîr bo îbnuselam egrya
daẍî mecnûn bû bełam le diłya
řojê le řojan hengamey seḧer
tenha mayewe leylay nazperwer
be diłî piř cuş be kuł egrya
serî hełbiřî û řûy kirde sema
zor parayewe le qapî yezdan
gutî ey xuday ḧeyî lamkan
ẍem û derdî min bê nîhayete
bo lay kê bibem em şikayete
eger wazbênim min le ’eyb û ’ar
bim be munsî mecnûnî hejar
ebim be taney mexlûqî eyam
namus û ḧeyam eřwa le lay ’am
eger herweha wazî lê bênim
lêy nepirsimewe doş dabmênim
henasey serdî mecnûnî şeyda
etirsim axir berbadim bika
kewabû xuday gewre û bê hemta
ẍeyrî řeḧmî tu nîme hîç pena
leylî bem new’e du’ay zorî kird
xêłî bawkî leyl lewê baryan kird
çunke ’adet bû eçûn bo kwêstan
leylaş swar bû řoyşit le gełyan
kewte řê swarî ḧuştirê bûbû
derdî diłî xoy egêřawe zû
zor xeyałî kird heta doş dama
ḧuştirekey ew le xêł becêma
xêł řoyşit leylay dił piř le mîḧnet
mayewe tenya le deştî weḧşet
katê xeyałat leserî derçû
seyrî kird lenaw seḧrayêka bû
ne xêłî bawkî dyare ne hîç kes
zor temaşay kird nebû firyadres
ḧuştirî lîngida be hemû lada
be byaban û çoł û seḧrada
heta řêy kewte cêgeye kewa
lewê kewtibû mecnûnî şeyda
seyrî kird şexsê le herdey çołda
kewtiwe wek mecnûn le xak û xołda
çû be layewe leyla gutî pêy
biray ’ezîzim pêm biłê to kêy
serî hełbiřî gutî mecnûnim
’ewdał û wêłî řûy deşt û tûnim
leyla le cwabî zor řiqî hełsa
çunke bew new’e neydîbû ewsa
gutî bê edeb boç ekey diro
mecnûn key qyas ekirê legeł to
micnun têgeyşit leyla neynasî
cwabî dayewe zor be kesasî
gutî ey duřî yektay letafet
şoxî nazenîn saḧîb melaḧet
mecnûn bibînî eynasî qurban
ezanî çone be naw û nîşan
cwabî dayewe emcare leyla
gutî ke mecnûn cwane û diłřuba
cwanî letîfe lay hemû ’alem
nawdare û lawçak gewre û mu’ezzem
to perêşan û zwîr û zelîlî
damaw û hejar yekcar sefîlî
mecnûn şa’îre ehlî îdrake
lehce û hełbestî zor cwan û çake
mecnun gutî pêy be diłî piř ẍem
’aşiq lazme lał bibê û ebkem
firmêskî çawe qise û eş’arî
daym her mate diłî ẍembarî
şî’ir gutin û ’erzî fesaḧet
delîle qurban bo xoşî û řaḧet
leyla ca gutî to ger mecnûnî
le ’eşqî leyla mat û meḧzûnî
qiset îsbat ke çend şî’rêkî cwan
le basî leyla bom biłê qurban
wextê emey bîst mecnûnî hejar
xwêndyewe gelê ebyat û eş’ar
le řojêkewe bo mekteb çû bû
heta ew řoje destubird zor zû
hemû be şî’rî řêkupêk û cwan
bo leylay şoxî derḧał kird beyan
ke şî’rekanî xwêndewe mecnûn
be çawî piř aw be diłî meḧzûn
leyla têgeyşit eme mecnûne
le taw ’eşqî ew diłî piř xûne
berbuwe giryan be kułî derûn
gutî ey nûrî dû dîdem mecnûn
her nawî toye wêrd û zîkirî min
her yadî toye daym fikirî min
lêm ’aciz mebe ke min eweł car
tom nenasyewe wa bûm xetabar
eme be xew û xeyał ezanim
ke tom dozyewe aramî gyanim
mecnûn emaney ke bîst sersam ma
witî boç hatûy bo êre tuxwa
le qisekanit dyare aşnay
xawen exlaq û xoş lefiz û seday
to nawit çîye pêm biłê qurban
boçî hatwîte çoł û byaban
lem qisaney to wa der’ekewê
řeḧimit pêm heye minit xuş ewê
leber derdî ’eşq yekcar kesasim
hîç hoşim nîye řenge bitnasim
leyla ke zanî naynasê emca
gutî ey mecnûn ’aşiqî şeyda
mijde bê gyane ke min leylî tom
le derd û daẍit derûn keylî tom
zanîm muştaqî cemałî minî
daym muḧtacî wîsałî minî
êsta ke wesiłim bot ẍenîmete
were lamewe gyane firsete
diłim bo wesłî to emanete
řûḧim şabaşî qedit û qamete
emaneteket zû wergirewe
were lam çawim řoşin kerewe
eger nexoşî min tebîbî tom
eger ’aşiqî xom ḧebîbî tom
werewe lamewe gyane hawdem be
le bezmî wesłî minda meḧrem be
bênewe serit ’eqił û fîraset
ba bes lêman den tîrî melamet
mecnûnî diłrêş sergeriştey herdan
em qisaney bîst sersam bû ḧeyran
gutî her wextê ke řû derxa guł
bulbul pêwîste bika teẍafuł
mecnûn nebwaye leyl kê eynasî
nawî gum ebû zû be kesasî
leyla ke bîstî eme le mecnûn
cwabî dayewe be diłî meḧzûn
gutî boç ekey gyane îstîẍna
to agat nîye le ḧałî leyla
daym xerîkî haware bulbul
her du’a eka bibînê řûy guł
wextê gułî dî bikat îstîẍna
îtir boç bika şîwen û ẍewẍa
cwabî dayewe mecnûnî şeyda
gutî be leyla ey gułî ře’na
bo min xeyałit bese kafîye
gişt arezûy to bê însafîye
hetakû çawim pir nûr bû ewsa
min tom ne edî ey melek sîma
êstake dîdem kewa bê nûre
natbînim dîtin le çawim dûre
binaẍey ’eşqim zor meḧkem buwe
minî legeł to hawdem kirduwe
xeyałit le dił piř bûh êsta
cêgay sûřetî toy têda nema
le cemał xo řûḧ ebînê lezet
řûḧim lay toye boçîme sûřet
derûnim le to xo małamałe
îtir sûřetit bînîn meḧałe
minał bûm ’eşqî tom ke kewte ser
emxiwênd min elf û bê û zîr û zeber
teḧsîlim tewaw kirduwe êsta
çîm le elf û bê dawe min emca
xo be řîswayî nawim meşhûre
’eqił û me’rîfet le bende dûre
dexîl û aman wekû min leyla
xot meke lenaw ’alemda řiswa
lêmgeřê ba her xom wa mecnûn bim
her xom ’ewdał û min tunawtûn bim
biçorewe naw ’eşîretî xot
perdenşîn be be ’îsmetî xot
řûy xot menwêne gyane be eẍyar
ḧeyfe cemałit bibînê bedkar
çunke etwarit etwarî mine
ezanin leyla diłdarî mine
mecnûn bem new’e legeł leyl dwa
leylay nazperwer têgeyşit emca
’eşqekey hênde zor û tewawe
rêy şikłî esła têda nemawe
gutî be mecnûn elḧeq kamił bûy
be ḧeqîqetî ’eşq wasił bûy
le ḧeqîqetda zatêkî çakî
zor beşerêkî xawên û pakî
elḧemdulîlla le min bû me’lûm
ke wesłî sûřet le late mezmûm
xefetim zor bû êsta diłşad bûm
le te’elluqî dunya azad bûm
lemewpêş gerçî mest û ẍafił bûm
le ḧeqîqetî ’eşqa cahîl bûm
zułf û řûy xomim arayş eda
weham ezanî mecnûnî şeyda
temaşay zułf û xet û xał eka
nemzanî ke ḧez le kemał eka
ḧałî bûm nîte to meylî nezer
emîn be îtir azîzî serwer
ebê tenhayî bikem îxtyar
řûy min nebînê ta ebed eẍyar
du’axwazî kird le mecnûn leyla
swarî ḧuştir bû geřayewe dwa
le řêga tûşî şwanî ḧeywan bû
şwanî ḧeywanî xêłî xoyan bû
çwew bo xêłî xoyan be diłşad
mecnûn berbuwe şîwen û firyad
milî řêgay girt, weḧşîy û tyûr
gurg û çeqeł û řêwî û mar û mur
hemûy dway kewtin pak dewreyan da
egeřan çoł û badye û seḧra
le fîkirî çwewe ca nawî leyla
her bangî ekird lewela mewla
le sermay zistan le germay hawîn
bêzar ne ebû qeysî dił ẍemgîn
her hełî ebest qesîde û eş’ar
le lay nemabû aram û qerar
welî û pyawçakan dewreyan eda
îstîfadeyan lê ekird xêra
eygut me’mûrey dinya wêrane
le wêraneda xezne penhane
her kesê kewa sûřet persanh
le ḧeqîqet da ker û nadane