xeber zanînî mecnûn le şûkirdinî leylî

Li pirtûka:
Leylî û Mecnûn
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 5 Xulek  22 Dîtin
mecnûn le herde û çoła sergerdan
kewtibû le jêr darî muẍîlan
řeş û řût û qût, ’aciz û ẍembar
lay nebû ferqî guł û diřk û xar
wiştir swarê řojê le řojan
hat witî mecnûn şêtî sergerdan
ew sware nawî be zeyd meşhûr bû
ewîş be derdî ’eşq řencûr bû
’aşiqî zeyneb nawê bû betûl
şîwenî ekird ẍembar bû melûl
hemû car eçû bo xizmet mecnûn
be bayan eda xefetî derûn
le şûkirdinî leylî meḧzun bû
be mecnûnî gut bê ’eqłî bedxû
çîye em ḧałe herzey nabekar
umêdî wefa qet meke le yar
ewa yareket řencî day be bad
zor bê wefa bû toy hîç nekird yad
leylî xo şûy kird zor kamerane
le baxeł mêrda wa şadmane
mecnûn emey bîst berbuwe giryan
dengî hełbiřî be nałe û fuẍan
ewende serî da le berd û seng
be xwên deşt û der hemû bû gułřeng
wiştir swarîş berbuwe giryan
lew qisey kirdî zor bû peşîman
witî gałtem kird zor şermezarim
’efûm ke mecnûn xecałet barim
řastit pê biłêm şûy nekirduwe
’eşqî to diłî xo lê senduwe
ḧasłî mecnûn ẍemgîn mayewe
be dem derdewe zor tiłayewe
lewlawe bawkî pîr û ẍembar bû
le dûrî mecnûn zar û nizar bû
zor tirsa bimrê ’umrî berbad bê
bêganeyêk bêt be cêgey şad bê
dar ’esay hełgirt be şîn û giryan
birdî legeł xoy çen nefer cwanan
řoyştin geřan be herde û tûnda
be deşt û çołda be şwên mecnûnda
rojê bawkî dî wa le cêgayê
le naw şîwêkî zor bed hewayê
mecnûn kewtuwe mat û damawe
beser êsqanya pêstî kêşrawe
bawkî be bêdeng çû danîşt le lay
be dest hetakû se’atê şêlay
mecnûn seyrî kird bawkî nenasî
xwî dûr xistewe zû be kesasî
witî mame gyan to kêyt çît ewê
wazim lê bêne qezat lêm kewê
bawkî witî pêy řûḧî řewanim
xo min bawkitim qezat le gyanim
mecnûn ke nasî berbuwe giryan
xoy xiste berpêy be şîn û fuẍan
le paş se’atê ca bawkî hełsa
buẍçey kirdewe lîbasî hêna
poşî be berya lîbas û came
keway nayab û kewş û ’emame
nesîḧetî kird witî řołe gyan
wextî mirdinme dexîl û aman
to çen wextêke cêt byabane
řefîqit weḧşî deşt û kêwane
çît dest kewtuwe ẍeyrî bednawî
boç wa bê ’eqłî boç xełefawî
min pîrim ewa emirim řołe gyan
xo be to ebřê mîratim qurban
wextî mirdinim le jûr serim be
ciger goşemî xot řehberim be
wextî mirdinim ger dûr bî qurban
nambînî ewsa ebî peşîman
ke gwêy le qisey bawkî bû mecnûn
diłî nerim bû gelê bû memnûn
wîstî be qisey bawkî lemewla
sebir bikat û ’aqił bê emca
bełam swarey ’eşq zor tund tawî da
gwêçkey mecnûnî azane bada
cwabî dayewe mecnûnî damaw
witî babe gyan emirit beserçaw
qiseket řaste zur baş ezanim
emewê wabim bełam natwanim
ezanim ke to bawkimî qurban
bełam nazanim nawit be qur’an
serim şêwawe nûrî çawanim
ḧeta nawî xom êste nazanim
weḧşî hełnakat qet legeł merdum
lenaw weḧşetî xoma min bûm gum
nesîḧetî to te’sîr nakat lêm
’eşqî yar hoşî hîç nehêştiwe pêm
to efermûy min wa emirim eřom
werewe datnêm ba le cêgey xom
be hatnewey min boç diłxoş ebî
ke wextê mirdî bo to faydey çî
lem qisaneda mecnûnî ḧezîn
hemû endamî berbuwe lerzîn
le qołî mecnûn xwên hatederê
bawkî destî bird gutî lêy geřê
’erzî kird gutî bawkî hunerwer
xwênî girtuwe leylay nazperwer
ew cêgey neşter le leyl dirawe
minîş wa xwênim berbuwe bawe
laşeman herçen dwane be qurban
bełam her yeke yek řûḧ û gyanman
bawkî ke zanî qisey bê sûde
gutî ba nedem řencî bêhûde
’eşqî em nîye ’eşqêkî batił
le diłya meylî leyl nabê za’ił
hełsawe fermûy řołe be du’a
zor ezyetim day bimbexşe tuxwa
bełam řûḧekem gyanî şîrînim
řûnakî çawim sermayey jînim
wextî mirdinim ke me’lûm bû bot
tikat lê ekem to bî û serî xot
were ser qebirim be şîn û giryan
heta bizanin bêgane û xwêşan
ke min bêkes nîm to ewladmî
warîsî małî ḧeq û dadmî
le paşan hełsa çuwe małewe
be ẍem û derd û ah û nałewe
nexoş kewt letaw xefetî mecnûn
le dinya derçû ’aciz û meḧzûn