řoyştinî seyd ’amir legeł qeysî kuřî bo ke’be

Li pirtûka:
Leylî û Mecnûn
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 5 Xulek  17 Dîtin
bawkî qeys legeł qewm û xwêşanî
fikiryan kirdewe wayan baş zanî
ke mecnûn biben bo ke’be heta
le wextî ḧecda boy biken du’a
wextî ḧec ke hat hemûyan hełsan
mecnûnyan xiste naw texteřewan
birdyan bu meke be şewq û be coş
be du’a û niza û diłî piř xiroş
beser xełqî da wek řîgî řewan
gewher û zîw û zêřyan kird pexşan
bawkî destî kird be soz û du’a
birdî le sayey ke’beda dayna
witî be mecnûn řołe du’a ke
řû le baregay ke’betułła ke
bipařêrewe le qapî xuda
biłê ey xuday bê mîsil û hawta
necatim bide mubtelay ’eşqim
gîrodey derd û hem bełay ’eşqim
mecnûn emey bîst le bawkî girya
le paşan be kuł pêkenî û hełsa
tund girtî ḧełqey dergay ke’bey pak
řayweşand bebê xewf û tirs û bak
witî ey xuday takî tenyay ferd
le ’eşqî leylî minim dił piř derd
key eme şertî ’eşqe ya wefa
ke min labdem le ’eşqî leyla
xo min perwerdey ’eşqe siruştim
her ’eşqî leyle xo serniwîştim
bîke be ’eşqî zatî xudayît
bo xatir sîfat hem padşayît
le pêş çawî min leyl qet meke dûr
le serçawey ’eşq pêm kerem ke nûr
hemû leḧzeyek bimderê meylî
’eşqim zyad bike to be řûy leylî
leylî le diłma yek be hezar ke
diłim be ’eşqî her giriftar ke
herçî le ’umrî min mawe tuxwa
hemûy bixere ser ’umrî leyla
bawkî emey bîst ḧałî bû kewa
derdî ’eşqî ew nîyetî dewa
hełsa be diłî pir le derdewe
qeysyan bo xêłî xoyan birdewe
dû sê bedkarê le qewmî leyla
çûn zû be bawkî leylyan xeber da
wityan ke qeysî herzeyî bedkirdar
bednawî kirdiwîn le hemû dyar
hemû řojê dêt be şur û ẍewẍa
be şî’ir xwêndin be řeqis û sema
legeł çend kesê dêt be serî řût
be pêxawis û řeş û řût û qût
leylî le daẍî zor xefet bare
le şanî bare ẍem û pejare
wa çake bîgrîn bîtirsênîn zû
heta be carê neřwa abřû
zor řiqî hełsa bawkî leyl derḧał
witî be ḧeqqî xuday zulcelal
min bem şimşêre ekem ’îlacî
berbadî ekem text û taracî
pyawê le xêłî qeys agay lê bû
zû bo lay şêxî ’amîryan çû
em xeberey da be bawkî mecnûn
witî wiryabe ba nebî diłxûn
tedbîryan kirdiwe min heme xeber
yeqînim heye qeys eken bê ser
ke bawkî mecnûn emey bîst emca
çend xizmêkî xoy zû nard be şwênya
zor geřan xêra hemû deşt û der
le mecnûn nebû hîç şwên û eser
wityan be teḧqîq duřindey seḧra
mecnûnî şeyday kirduwe fena
xizim û xwêşanî û ehalî hemû
be giryanewe berbûne řořo
le benî se’d pyawêk be nakaw
řojê řêy kewte yek çeşme û seraw
seyrî kird mecnûn lewê kewtuwe
bałay be wêney kewan çewt buwe
qisey legeł kird zor lêy pařawe
mecnûn ebeda cwabî nedawe
’aqîbet cêy hêşt zû hat destubird
bawkî le ḧałî qeys xeberdar kird
witî le fiłan cêga kewtuwe
le ẍema wekû mû barîk buwe
bawkî qeys hełsa be ah û zarî
deşt û der geřa be bê qerarî
seyrî kird ewa peşêw û diłteng
serî xistote ser parçeyêk seng
her şî’ir exwênê bê sebre û qerar
dayîma eka şîwen û hawar
bawkî selamî lê kird zor be kuł
danîşt diłxoşî dayewe be dił
mecnûn ke wextê bawkî dî hełsa
dest û pêy maç kird le paşan emca
witî ey babe aramî gyanim
bimbexşe zor bê hêz û twanim
nemmawe sebir û aram û qerar
le destima nîye hergîz îxtyar
bawkî emey bîst yexey xoy kird çak
girya û nałandî be diłî ẍemnak
witî xwênî kê gerdinî girtûy
kam diřke řołe damenî girtûy
bedbextim dîwe nek wek to bedbext
derdim dîwe nek wek derdî to sext
xot biparêze le te’ney duşmin
boçî ḧez ekey řołe le mirdin
danîşe le dił firê de zû derd
boç bê cê ekutî gyane asnî serd
xermanî ’umrî xot mede be ba
le naw ’alemda bes bimke řiswa
eger sebirit bêt emîn be gyane
be pare karit pêk dê azane
çî be to ebřê le deşt û seḧra
werewe laman to bîtu xuda
cwabî dayewe mecnûnî hejar
witî ey babe ba ’îziz û wîqar
her dergay toye qîbley sicudim
be boney towe mawe wicudim
em nesîḧetet aramî gyanim
bû be mełḧemî derd û zamanim
bełam çî bikem min syaçarem
le ’eqił û sebir û mesken awarem
tedbîrim nîye qîsmetim waye
dest û pêm tewqî asnî tyaye
hîç kes ḧez naka ke bibê diłteng
le diłtengî min etwêtewe seng
’aşiq natirsê hergîz le gyan dan
xoşewîstitre le lay yar le gyan
bawkî emey bîst berbuwe giryan
mecnûn kewte xak ser řût û ’uryan
be her ḧałê bû bawkî hełîsan
birdêwe bo lay qewman û xwêşan
be şur û girye û be waweylawe
çend řojê mecnûn lay bawkî mawe
le paşan dîsan şêtane hełsa
girtyeber řêgey ko û deşt û seḧra
eçû bo necd hemû car be taw
be şî’ir xwêndin be çawî piř aw
şwênî ekewtin ehalî hemû
şî’rî ke ewt eyan nûsî zû
ew şî’raneyan ebird be dyarî
bo xwêndewaran be bê qerarî