basî leylî ke daway mecnûnî ekird
Li pirtûka:
Leylî û Mecnûn
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
3 Xulek
22 Dîtin
leylî be cwanî ke ayetê bû
meşhûrî hemû wîlayetê bû
bałay wek serûy sehî hełkişa
wek mangî çwardih řûy şu’ley eda
be ḧelqey zułfî manendî zincîr
zor şêr û bewrî kird bû be nêçîr
hemû řoj leylî eykird întîzar
bełku bibînê mecnûnî hejar
le daẍî mecnûn egrya car car
hîç neybû sebir û aram û qerar
her gwê qułaẍ bû ke bêt peyamê
le lay qeysewe yaxud selamê
leylî her wekû melaḧetî bû
le şî’rîşda zor fesaḧetî bû
minałan lewê ke têpeř ebûn
eyan xwêndewe eş’arî mecnûn
cwabî eş’arî mecnûnî hejar
zû eydayewe leylî wefadar
eynûsî û firêy eda bo kołan
le paşan hełyan egirt minałan
eyan bird derḧał bo micnun betaw
eyxiwêndewe ca be diłî sûtaw
ber’ebwe řeqis û sema der zeman
cwabî enûsî bo leylî dîsan
eyanbirdewe bo leylî nazdar
wayan řabuward zemanê dû yar
manewe heta mudetî yek sał
qena’etyan kird be şî’ir û xeyał
wextê behar hat seḧra bû řengîn
baẍewan destî kird be gułçinîn
leser dirextan bulbul û huzar
her wekû mecnûn berbûne hawar
lew hengameda leylî wefadar
hate derewe le xeymey zeřkar
legeł kiçanî şoxî meh sîma
çû bû gułgeştî gułzar û seḧra
le ’eşqî çawî ew nêrgisî mest
pyałey zeřkarî cwanî girte dest
le guł û ẍunçe bonî girt be bac
le baẍ û gułzar zû sendî xerac
guł legeł bulbul herdû hawřaz bûn
be ah û nałe teranesaz bûn
leylî zor geřa naw baẍ û bêstan
bełkû peyda bê le mecnûn nîşan
lew dewre hebû baẍêkî řengîn
’eynen her wekû sûřetxaney çîn
leylî şox û şeng legeł nazdaran
çûne ew baẍe wek serwî řewan
leylî be tenha wekû tezerwê
çû danîşt le jêr sêberî serwê
ber buwe giryan eynałand zar zar
eygût ey mecnûn yarî wefadar
le kiwêyt zû were heta le naw baẍ
danîşî le lam le dił derkem daẍ
gwêy lê bû leylî dengêkî meḧzûn
wa hat exwênê eş’arî mecnûn
eygût ke mecnun wa ẍerqî xwêne
xuzge emzanî ke leylî çone
mecnûn wa cergî pir derd û daẍe
leylî xerîkî seyranî baẍe
her ke emey bîst leylî bawefa
berbuwe giryan zorî le xoy da
lew kiçaney wa legeł leyla bû
yekêkyan nizîk leylî westa bû
çawî têwe bû ke leylî nazdar
wa egrî û letaw ’eşqe bê qerar
ke geřanewe řoyşit destubird
ew kiçe daykî leylay ḧałî kird
witî ke leylî mat û meḧzûne
yexsîrî dawî ’eşqî mecnûne
dexîlim dexîl zû bike çarey
ba le des neçê diłî awarey
daykî emey bîst zor xefetbar bû
çarey pê nekira zar û bîmar bû