řoyştinî mecnûn bo małî leyla
Li pirtûka:
Leylî û Mecnûn
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
4 Xulek
23 Dîtin
mecnûnî hejar řojêk beyanî
zû hełsa legeł řefîqekanî
be giryan û şîn be diłî pir meyl
řoyşit bo dewrî řeşmałekey leyl
seyrî kird leyla ke danîştuwe
dergay řeşmałî meḧkem bestuwe
leylî danîştiwe wek mangî taban
mecnûn řawesta wekû pasewan
leylî zułfî xoy ekird be şane
mecnûn firmêskî eřişt be dane
bełam le tirsî bedkar û řeqîb
her dûr bûn legeł yektir wek ẍerîb
be tirs û be bîm le xewfî eẍyar
hemû şew mecnûn eçû bo lay yar
bawkî le daẍa ’aciz bû ḧezîn
xizim û xwêşanî boy bûn dił ẍemgîn
nesîḧetyan kird zor pendyan dada
ta ehat mecnûn şêt ebû řîswa
herçen nesîḧet zor sudmende
wextê ’eşq hat çi cêgay pende
bawkî çen pyawî ’aqłî bang kird
witî tedbîrim bo biken destubird
pyawanî ’aqił ’erzyan kird hemû
biçîn xwazbênî leylî biken zû
bawkî qeys legeł çen pyawî nawdar
hełsan řoyştin bo lay bawkî yar
ehlî qebîley leylî dił aram
xeberyan wextê zanî xas û ’am
pêşwazyan kirdin be mîhrebanî
ḧurmetyan girtin be xoş zubanî
dyarî û xełatî zoryan bird bû
dayan na le lay bawkî leylî zû
bawkî leyl witî şêxî ’amrî
herçî emir ekey gewre û serwerî
bifermûn heta zûye cêy bênim
emirit řewaye diłit naşkênim
gewre gewrekan hemûyan yekser
’erzyan kird wityan ey gewre û serwer
merḧemetit bê çak têfkire to
mecnûn le ’eşqî leylî ẍeyr bû
şêt û şeydaye zar û nezare
leylî kerem ke to bew hejare
gewrey ’amrî le hemû dunya
meşhûre û xawen dewłete û supa
ḧîşmet û mał û xezêney zore
le desełatda zor bê qisûre
kiřyarî duřře toş duř firoşî
zû pêy bifroşe eger be hoşî
herçî tełeb key le małî dunya
le zeřiř û le zîw le mał û dîya
teqdîmit eka be arezûy dił
tuş meqsûdî ew zû bike ḧasił
bawkî leyl witî qisetan cwane
bełam xo mecnûn şête û dêwane
carê be du’a û be şêx û mela
’eqłî bênnewe serxoy ewwela
emca le paşan leylî dawa ken
ełbete cwan nye basî leyla ken
ger miştê gewher bidozîtewe
be kilkî bargîr nayhonîtewe
’ereb zor řexne egirin be qurban
êwe memxene ber qise û zuban
’amrî wextê ke emey zanî
zû geřanewe be dił giranî
emcar meşẍûł bûn be çaresazî
mecnûnyan bang kird be diłnewazî
be du’a û qise û be efsûnewe
bo nesîḧetî gişt kobûnewe
wityan ey qeysî çołgerdî feqîr
to le gwê bigre pendî pyawî pîr
hoşt bênewe ser to lemewla
xot mefewtêne bo xatrî xwa
dexîl sed dexîl bo tîrî tane
bew new’e meke xot be nîşane
lêw wêney yaqût gerdin wek bilûr
le leylî cwantir kiç zore wek ḧûr
leylî be ême xo bêganeye
bêgane perist beşî taneye
le leylî cwantir kiç heye hezar
bot dênîn bo xot ebî řestigar
mecnun emey bîst le qewm û xwêşan
nałandî ḧałî zor bû perêşan
yexey dadřî leser heta xwar
witî namewê kifin hey hawar
hełsaye ser pê le ’eşqî leyla
girtye ber řêgay kej û ko û seḧra
wek şêt řay ekird lem la bo ewla
eynałand eygut dexîlim leyla
be bałay leylî şî’rî heł eda
her kesê eydî cergî esûta
eygut aware le xan û manim
rêgay małî xom hergîz nazanim
ne leber dergay xom heme cêga
ne leber dergay biłindî leyla
gahê em xełqe pêm ełên meste
gah ełên şête û leylî periste
xozge ekewtime naw gerûy neheng
necatim bwaye ta le ’eyb û neng
ey bê xeberan ta zuwe řa ken
têpeř bin řêgey min beřeła ken
leylî gyan were to bîtu xuda
dest bide destim hana min hana
bimxiwênerewe to be selamê
gyanim taze ke zû be peyamê
xo gunah nîye gyane leylam be
le hezar şewa şewêk le lam be
’eşqit le diłma xo bê zewałe
wa ḧałî nebî ke her xeyałe