bo şeş pepûlekem

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 4 Xulek  3405 Dîtin
1
şeş pepûlekey goşey baxekem
her bo êweye ax û daxekem
her bo êwe lêw be barî xemim
bilbilî bestey girye û matemim
her wekû payîz řeng zerdî êwem
naxî derun piřle derdî êwem
xemî êweye xew û xorakim
şewî tarîke řojî řûnakim
berd esutênê germîy henasem
be sozî dił û agirî tasem
hawar û nałey mat û bê dengim
xurpe û lêdanî diłekey tengim
çon bû nemirdim dîm wa beřêwe
hewrî çiłkinî dûrî le êwe?
leser êwe û min leser ew baxe
hewrî meynetî kewte çexmaxe
çen gopke û çiro çen xunçe çen guł
suta hełwerî be nakamî dił
xem û pejare wek carî caran
barî bewêney řehêłey baran
lafawî dûrîy hat řay fiřanim
berew nehatê xoşim nezanim
2
şeş pepûlekey goşey baxekem
her bo êweye ax û daxekem
lew řojewe min dûrim le êwe
her xom ezanim dił çen peşêwe
her xom ezanim kam biłêsey xem
le derûnewe berbote cestem
her xom ezanim derdî diłî xom
tuxwa ba her xom bo xom xem bixom
her xom ezanim çen be sersamî
girtûme milî řêy bê aramî
des lenaw destî diłey řenceřom
be řêy diřkawî meyneta eřom
wek marangeste zamim pil eda
be řoj û be şew tepawtil eda
řoj ta êware, şew ta beyanî
saway dił germe coşî giryanî
le taw dûrî cê be xom nagirim
her ełêy leser pişkoy agirim
pepûlekanim: her xom ezanim
çen be nasorin birînekanim
3
şeş pepûlekey goşey baxekem
her bo êweye ax û daxekem
min baxewanî baxî êwe bûm
daxî ser diłî daxî êwe bûm
baxçem ekêła be birjangî çaw
tik tik areqim bo ekird be aw
be tasey dił û sozî gyanewe
beheştî êwem eřazanewe
ta mandû biken cûte bałekan
bo ser gełay sewz gułe ałekan
ta geşt û seyran têr û tesel bê
şwên ḧesanewe ser liq û pel bê
hełmijin bon û beramey xoş xoş
awing le peřey guła biken noş
řoj beser berin le baweş gułda
şewîş le koşî germî twêy diłda
ay lew arame, ay lew şadîye
ay lew jyanî piř azadîye
ke bên û biçin be diłî xotan
gyanî baxewan řêy hat û çotan
ax hewrî çiłkin le êwey kirdim
be lafawî sûr bo dûrî birdim
4
şeş pepûlekey goşey baxekem
her bo êweye ax û daxekem
yadî řojanî ’umrî řabirdû
ke çen zû hat û çen zû beserçû
yadî fiřînî ew naw beheşte
seyr û seyran û geřan û geşte
yadî ew hemû yadgarane
bizey ser lêwî jînî carane
wa leber çawî xeyałatî min
be řoj û be şew her dên û eçin
daxî be cergim ke bał peşêwin
êweş wekû min xem leser lêwin
ezanim payîz, payîzî matem
çî kird be guł û gełay baxekem
ezanim êweş wêł û awaren
wek min dił piř lem nałe û hawaren
be şwênî mina esûřanewe
be hîway bere û bax geřanewe
îtir çon sozî derunî pestim
giř ber nadate dêřî hełbestim?!
yan çon biłêsey pejare û xemim
giř ber nadate wişey ser demim
5
şeş pepûlekey goşey baxekem
her bo êweye ax û daxekem
lafawî dûrî enîşêtewe
tem û xemî dił eřewêtewe
deste be deste baxewanekan
egeřênewe berew baxekan
ewsa serlenwê be peroşewe
derunî şad û diłey xoşewe
beheştî geştî êwe xoş ekem
badey diłxoşî êwe noş ekem
xemî kone û nwêy çen sałey temen
be destî şadî ekeyn řîşeken
dest ekeyne mil ew xew bînîne
ca sařêj ebê ew gişt birîne
mijde bê mijde dêmewe latan
ekem bijarî baxçey hîwatan
şad ebînewe emřo ya sibey
awat, xozge, xew ebin be oxey
ejîn jyanê hemwî oxey bê
herçî pêy biłên xefet ew neybê
pepûlekanim! pepûley azîz
wa be ser eçê matemîy payîz