bo melêkî terîw

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  606 Dîtin
ey bilbilî, behre zilî, gerû biçûkî neẍme xoş!
ey bałdarî hunermendî beste û awazî piř le coş!
ey ew meley ke sił ekey le gyandaranî řûy zewî
řawker nîm dawî piř le dan binêmewe toy tê kewî
fiřî hatî nîştîtewe leser liq û popî darê
le baxêkî nizîk mina, beser berî new beharê
be awatî jêr sêberî ḧesanewey paş mandû bûn
ta wiçanê bidey be bał zaxawê be naxî derûn
yan be denûkî aram û awatî geş, be serbestî
lew ser liq û popî dare hêlaneyek hełbibestî
minîş le nizîkî towe, çawim le cêy pîrozit bû
demew beyan û zerdepeř, gwêm le dengî be sozit bû
xozgeyekim ehatedî: bo xot xerîkî xwêndinî
le baxî em jyaneda diłxoşî guł bon kirdinî
em wit: oxey wa ew mele xemî konî beba eda
temî dîlêtî naw qefes le twêy derûnî la eda
keçî daxekey daxanim berde wirdey destî hewał
xoy geyande hêlanekew toş boy fiřî be cûte bał
yadêkî piř le nasore ewey bo min mabêtewe
xemî terandinî weha hîç temî nařewêtewe