taseyek
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
1 Xulek
827 Dîtin
asmanêkim ewê şîn
be estêrey geş nexşîn
be zerdexeney bê xem
durbê le hewr û letem
bibexşê, bizey lêwî
geşe be gułî kêwî
pîrozeyî řeng û boy
hewrî řeş negrête xoy
le awêney hesawa
derkewê diłî sawa
bê gerd û pak û řun bê
wek serçawey derun bê
kiş û mat û bê deng bê
bewêney derya meng bê
ta girme û nałe win bê
berdî gomî bê bin bê
şest û řehêłey baran
neyka becarî caran
lafawî surî wek xwên
gyan neba bê ser û şwên
yan biruskey agirîn
dił nesutênê be qîn
melî em hest û gyane
wêłe bo ew asmane
tabda le şeqqey bał
berew mełbendî xeyał