mîrinşînî paşay kore, hoy berizbûnewe û řûxanî

Li pirtûka:
Çend lêkolîneweyek le mêjûy Baban û Soran û Botan
Berhema:
Kawis Qeftan (1933-2009)
 22 Xulek  49 Dîtin
her çende mêjûy mîrinşînî soran le řewandiz kone û egeřêtewe bo sałanî zor dûrtir le řojanî ḧukmidarêtî mîr miḧmidî řewandizî wate «paşa kwêr»e, bełam qet ew hêz û desełatey be xoyewe nedîwe ke le zemanî paşa kwêre 1820-1836da be xoyewe dî. řaste şarî řewandiz her le zor konewe, le sedekanî naweřastewe şarêkî qaym û xawen řoşnibîrî buwe, bełam le dewrî paşa kwêreda buwe paytextî mîrinşînêkî gewrey be hêz û nawbangêkî gewrey peyda kird. mîrinşînêk desełat û hêzî geyşte řadey ewey bibête heřeşe û metersyekî gewre bo mîrinşînekanî dirawsêy û herdû dewłetî ’usmanî û êran. bo çend sałêk wekû estêre geşayewe û dost û dujmin hezar ḧisabî bo ekird, keçî lepiř kujayewe. be corêk buwe dyardeyekî seyr le mêjuwekemane. be dirêjayî mêjuwekeman, mîrinşînî kurd hebuwe, dewrî lawazî û desełatyan besera hatuwe û dîwe, bełam hîçyan wa be corî mîrinşînî soranî paşa kwêrey zû berz nebuwewe û weha zûş nekewt.
 
ca eger kemêk wird bibînewe, ebînîn ke çend hoyek, gewre û biçûk ko bûnewe ta ew mîrinşîne bew cor û şêweye damezrêt, hoyekanîş emanen:
 
- bê goman corî hełkewtinî nawçeken dewrêkî bałay le dirustikirdin û peresendinî mîrinşînî řewandizî paşa kwêrda hebuwe. şwênekey şaxawî û zor sexte, zorbey ew geřokaney bewêda řoştûn basyan kirduwe û be yekêk le şwêne here sextekanyan danawe, ca şwênêk weha bêt, le destidrêjî û pelamardanî hemecore karbedestanêk çawî natirsêt û piştî bewe qayme ke siruşteke parêzgarî ekat û destî yarmetî le katî tengane bo dirêj ekat, ew karbedestey serkêşî ekat û pelamarî edat ebêt zyanêkî zorî lê bikewêt. her bo nimûne multike enûsêt ke dagîrkirdinî qełayekî biçûkî qedpałî şaxekan û lûtkekanî kurdistan «30-40» řojî ewêt. ey bo şwênêkî wekû řewandiz çendî ewêt?
 
cige leweş yekêk le řêga here giringekanî karwan belay řewandizda tê epeřê, emeş le serêkewe desełatêkî syasî edaye, le serêkî tirîşewe le řêy bac û seranewe samanêkî zorî bo ehêna, lemane û le şitî tir paşa kwêre ew samaney ko kirdewe ke mîlingin nawî gencî lê denêt û sułtan tema’î tê kird û birdî bo xoy. ew samane bo hênane dîy gelêk amancî neteweyî yan kesî etwanra be kar bihênrêt, ew samane dewrêkî gewrey dî heta paşa kwêre bitwanêt ew hemû top û qeła û pirdane dirust bikat.
 
lawazîy dewłetî ’usmanîş hoyekî tir bû bo ewey mîrî soran çawî netirsêt û dest bihawêjêt û sinûrî mîrinşînekey firawan bikat. dewłetî ’usmanî weha lawaz û řiswa bûbû, heta kurdekan – wekû firayzir ełêt- ḧisabyan bo ne’ekird û be yek sa’et hewlêryan dagîrkird. her lem maweyeda miḧemmed ’elî gewre bûbuwe xawenî mîsir û sûryay dagîrkirdibû heřeşe û berhełistîy berîtanya nebuwaye heta îstenbuł eçû. lewlaşewe mîrinşînî botanî bedirxan paşa perey sendibû le geşekirdina bû. ca emane lawazîyekey dewłetî ’usmanîyan dû qat ekird, ta way lê hat îstî’marî berîtanya naçar dawa le walîy beẍda bikat yarmetîy mîrî soran bidat, ta dewłetî ’usmanî bitwanêt le řûy miḧemmed ’elîda bwestêt.
 
doxî syasîy nawewî ew řojaneş yarmetîderêkî tir bû bo ewey mîrinşînî soran weha zûbezû teşene bikat. ewe bû mîrinşînî baban ke behêz û desełattirîn mîrinşîne kurdekan bû tewaw lawaz bûbû be řadeyek mîrekey pêy nekirabû mîwandarêtîy mîwanêkî weku firayzey geřok bikat. leber ewe be lay dewłetî ’usmanîyewe şitêkî naxoş nebû hêzêkî tir dirust bêt şwênî babanekan piř bikatewe û bibête dîwarêk le řûy êranda, eme way kird dewłetî ’usmanî le seretada çaw le destidrêjî û teşeney desełatî mîrî soran bipoşêt. ke hestîşî bewe kird buwete metirsîyekî gewre û katêk desełatî peyda kirdewe, ewsa lêy řast buwewe û destî lê weşand.
 
herweha şexsyetî paşa kwêrey mîrî soranîş dewrêkî êcgar bałay hebû le pêgeyştin û peresendinî mîrinşînî soranda, bełgeş eger hîçman pê nebêt, bese ewe biłêyn ke pêş paşa kwêre desełat û hêzî řewandiz qet negeyşte ew řadeyey ke le dewranî paşa kwêreda heybû, xo paş ewîş mîrinşînekey soran tewaw kwêr buwewe. her le minałîyewe řiqî ewey le diłda ko bûbowe ke eydî çon dûberekî û tełe bo yek nanewey mam û xizmekanî mîrinşînekey berew dařzan ebird, eme tewaw karî tê kird, kartêkirdinêk her le minałîyewe çawî lewewe bêt řojêk le řojan kar bigrête dest û serbexo û dest bereła bêt ta be arezûy xoy barî mîrinşîne leqbuweke řast bikatewe û bîçespênêt. her em hesteş le dił û derûnya buwe diłřeqî, diłřeqîyek be karî ehêna nek her wek řêgayek bîbat berew hênane dîy amanc û xwastekanî, bełkû lay buwe xû herçende zor karî bo asan kird û liẍawî serkêştirîn xêłe kurdekanî pê kird û mîrinşînekey be xêrayî û le maweyekî kurtida çespan û sinûrî firawan kird, bełam le dwařojda bo buwe mayey zyan. diłřeqyekey le layek, دادپەەûەرییە serzayyekeş le layekî tirewe, nawbangêkî ewtoy bo hêna, heta mîrî soran bibête efsane, kobûnewey em dû sifete wekû mîlingin ełê dagîrker û yasadaner le mîrî soranda, yarmetî da lew mawe kurteda ew mîrinşîne behêz û firawane dirust bikat. bew diłřeqîyey way kird diz û cerde le wiłatekeda nemênê, zebir û zengî geyşte řadeyek heta bêganekan bebê pirsînewe neyan’ewêra pê bixene sinûrî mîrinşînekewe. emin û asayşî mîrinşînî soran bû be nimûne û leser hemû zibanêk bû, ewtira ewey caran hêlkeyekî bedestewe bibwaye ekujra, bełam le řojanî paşa kwêreda destî piř le zêř ne’etirsa. bê goman eme yarmetî eda doxî nawewey mîrinşîneke be giştî bibûjêtewe û kar bikate ser xûřewştî danîştiwan û be řadeyek gelêk le geřokekan hestyan bewe kirduwe û danyan beweda nawe ke her pê bixraye ser sinûrî mîrinşînekewe, ewe hest be cyawazîy xûřewştî xełkeke ekira. eme ewendey tir mîrinşînekey eçespan û yarmetîy firawanbûnî eda.
 
ca em doxey weha lepiř bo mîrî soran hate dî, bêdengîy dewłetî ’usmanî, hest be hêz kirdin û lexobayî bûn, hanî mîrî soranî da bewewe newestêt û hêndey tir pel bihawêjêt.
 
emane hemûy le layek, le layekî tirîşewe ew hêze supayyey heybû, lewey ne’ekird hî mîrinşînêkî biçûk bêt bełkû zyatir lewey ekird hî nîmçe dewłetêk bêt nyazî gewrebûnî hebêt. supakey zor behêz û bezebit bû, her jimarey yasawłe taybetîyekanî xoy 3 hezar kes bûn. lemeş zyatir hîç mîrinşînêk ne le pêş paşay kwêreda û ne le paş ew bew core çekî qurs wate topî be kar nehênawe, yekem car bû, top bew jimare zore be kar bêt, bigre kargey top û cibexane dirustkirdnî le şarî řewandiz damezrand, ca gumanî nîye ke eme heybetêkî tewawî daye û tirsî xiste diłî dirawsêyekanîyewe û yarmetîy da be asanî leşeřekanîda serkewêt û sinûrî mîrinşîneke firawan bikat.
 
doxî syasîy derewey ew řojeş pałî ena be mîrî soranewe pêş kewêt weha xêra bête ser şanoy řûdawekan û mîrinşînî soran pê bigat. aşkiraye her le zor konewe dewłetî ’usmanî û êran leser destibeserda girtinî mîrinşîne kurdekan le şeř û herada bûn, ke hîlakîş ekewtin û le şeřkirdin ekewtin, ewsa le řêy mîrinşîne kurdekanewe eçûn be gijî yekda û pîlanekanî xoyan ehênaye dî. lew řojaneda dewłetî ’usmanî lawaz bû, bełam kewtibuwe ser sewday ewey merkezyet biçespênêt. bełam heta ew řoje hat em nyaze bihênête dî, be naçarî çawî le teşene kirdinî mîrinşînî soran epoşî. her lew řojaneda dawid paşa le diłewe řiqî le babanekan bû, eywîst û hewłîşî eda le nawyan bibat, çunke qet mîrinşînêkî kurdî wek mîrinşînî baban nebuwe, bûbête mayey ser’êşe û metirsî bo dewłetî ’usmanî û walîyekanî beẍda, ca be lay dawid paşawe şitêkî baş bû mîrinşînî řewandiz leser ḧîsabî baban gewre bibêt. ke babanekanîş peřewaze bûn destî êran beme şika, ca heta êranîş pêy xoş bû soran bête kayewe be mercê le jêr řikêfî xoyda bêt û le astî dewłetî ’usmanî qutî bikatewe, be taybetî êran xoşî lem maweyeda be şeřî řûsewe serqał bû eger bişîwîstaye boy ne’ekira awiř le mîrinşînî řewandiz û peresendinî bidatewe.
 
ca em doxe sûdêkî bêhawtay bû bo mîrî soran û hanîda be her çwar lada pel bihawêjêt û le kes sił nekatewe bełgeş eweye le mawey ew çend sałeda, mîrî soran em û ew mîrinşînî dagîr’ekird, keçî řûy neda dewłetî ’usmanî yan êran ya xud walîy beẍda heřeşey lê biken yan çawêkî sûrî pîşan biden.
 
dwa şit eweye ke mîrinşînekanî dewr û piştî le doxêkî lawazî dařzawda bûn be hoy nexoşîye konekey mîrinşînekanî kurd, wate derdî dûberekî û fîtnebazî û tełe bo yek nanewe û yektirî xwardinewe. le katêkda paşa kwêre xerîkî ewe bû be destêkî řeq ew nexoşîyane le mîrinşînekeyda le naw bibat, yeke yeke mîrinşîne dirawsêyekanî dagîr kird. gewretrîn deskewt dagîrkirdinî mîrinşînî amêdî bû. beme nawbangêkî tewawî bo xoy peyda kird, çawî gelêk mîrî tirî tirsand, çunke amêdî zor sext bû, dagîrkirdinî weha asan nebû, cige lewey nawçeyekî gelêk dewłemend bû. ewey řastî bêt mîrî soran be dagîrkirdinî amêdî çend pileyek berz buwewe. nimûneyekî tirîş caran desełatî mîrî baban ta deştî ḧerîrî bin destî řewandiz geyştibû, bełam le zemanî paşay kwêreda desełatî řewandiz geyşte řanîyey bin hengiłî baban. bem core, le encamî em hoyaneda, paşay řewandiz, twanî mîrinşînî soran bew corey eywîst damezrênêt. her leseretawe hewłîda, damezrandineke leser şêwey dewłetêkî serbexo bêt.
 
paşa kore her minałîyewe xulyay serbexoyîy leserda bû, serbexoyî amancî here gewrey bû, zorbey geřok û mîjûnûsekan danyan bemeda nawe, son lem řuwewe ełêt «emîş wekû ew [wate paşa kwêreş wekû ewřeḧman paşay baban] çawî le serbestî û serfirazî mîlletekeyewe bû. serbexoyyek legeł sinûrî awate gewrekanî yek bigirnewe.dûr nîye lawazî û bê desełatîy dewłetî ’usmanî û êran way lê kirdibêt çaw bibřête ewey bibête hawşanyan, kirdewekanîşî emey dûpat ekirdewe. lasayî ewanî ekirdewe û lafî ewanîşî lê eda. qeła dirustikirdin û sike lêdan û kirdinewey kargey çek û cibexate, dananî paye û sîfatî dadperwerî be xo dan û bestinî peymanî dostayetî legeł miḧemed ’elîy mîsirda ke gewretrîn dujminî dewłetî ’usmanî bû, emane, le řastîda, derî exen ke mîrî soran xeyałî zor dûr řoyştuwe, be taybetî dewłetî ’usmanî le batî heřeşe û sizadan hat řutbey mîrî mîranî pê bexşî û êranîş danî be serbexoyî mîrinşînekey dana, weku mîrinşînêk nek wekû dewłetêk çunke dewłetî fars egerçî ḧezî be zyan nuşustî dewłetî ’usmanî dekird bełam řazî ne’ebû eweş le xoy biqewmêt.
 
sinûrî mîrinşîneke le maweyekî kemda zor firawan bû. amêdî, zaxo, akirê, koye, řanye, hewlêrî girtewe, lew laşewen cizîre û mardîn û lem laşewe geyşte pirdê (ałton koprî), herçende son dełê ke sinûrî geyşte nizîk kerkûk. bexořayîş pelamarî (jengar) sincarî da û xełkêkî zorî kuşt. ewî řastî bêt, herçende diłřeqî le dagîrkirdinî em nawçaneda be kar ehat, bełam be destêkî asnîn dabînî kird û be corêk weku longirîk ełêt řêkxistin û zebtikirdinî wehayan qet be xoyanewe nedîbû.
 
sałî 1836 sałî řiman û řûxanî kitupřî mîrinşîne be şewketekey soran bû. kurte serincêk boman derdexat bo çî weha řûxa?
 
dewłetî ’usmanî be hemû hêzêkîyewe hewłî eda tewqî heřeşe û metirsîy mîsrî miḧemed’elî gewre le mil xoy damałêt. syasetî cîhanî ew řojeş wate berîtanya ke dewrî gewrey dedî, legeł syaset û xwastî dewłetî ’usmanîda yekî egirtewe. dewłete împiryalîstîyekan destyan xistibuwe dewłetî ’usmanîyewe, le jêr perdey parastinî kemayetîye ayînîyekanda em dest tê xistineyan eşardewe. berîtanya ney’ewîst dewłetî ’usmanî lewe zyatir lawaz bêt, le ber ewe çun dijî miḧemed ’elî mîsir westa wehaş dijî mîrî soran řawestawe, hanî dewłetî ’usmanî û êranî eda pelamarî soran biden. ke kêşekey mîsir tewaw bû ewsa dewłetî ’usmanî destî betał bû hemû hêzî ařastey mîrinşînî soran kird. bo em nyaze her bewewe newesta hêzêkî taybetî xoy le estembûłewe be serkirdayetî řeşîd paşa binêrêt, bełkû daway le walîy beẍda û mûsił kird ewanîş beşdarî ew gemarodane biken.
 
êran lûtî lewe exura sûd lem dûberekîye werbigrê û cêpêy xoy le řewandiz qaym bikat, bełam her lem kate ałoz û wirdeda, mîrî soran, ewey be hel zanî ’usmanîyekan xerîkî xokokirdinewe bûn, lem maweyeda le cyatî ewey pelamarî bidat, pelamarî çend nawçeyekî êranî da. bem kurtibînîyey mîrî soran way kird êran tewaw diłî lê pîs bikat û biçête ser řa û daxwazî berîtanya û řazî bêt beyekewe legeł dwełetî ’usmanîda pelamarî mîrî soran biden, bewey baş bû dewłetî ’usmanî ke le hemû tedaxulêkî êran esłemîyewe le kurdistanda qayl nebû dest bixate destî êranewe. mîrî soran kurtibînîyekey hêndey tir tox kird bewey dûberekîy nêwan dewłetî ’usmanî û êran bibînêt, her le ber ewey êranî şî’e mezeb û dewłetî ’usmanî wekû xoy sunî mezeb bû. herçonêk bêt dewłetî êran qet derûn û syasetêkî pakî beramber mîrinşînî řewandiz nebû. wekû celîlî qasim basî ekat pêş ewey berîtanya bitwanêt êran û dewłetî ’usmanî řêk bixat êran xêra nizîkey 10 hezar çekdarî narde ser kurdekan. heta řûsyaş lem řûdawanewe dûreperêz newesta û destêkî ke destî turkya û berîtanya û destekey tirîşî le destî êranda bû û lew řuwewe yarmetîda. lenawçûnî hêzekey miḧemed’elî mîsrî, wate kişanewey le sûrya, zyanêkî gewrey bo mîrî soran hêna. mîrî soran pêwendîy legełya hebû, îbrahîm paşay serkirdey leşkerî miḧemed’elî le mîsir çek û cibexaney denard bo mîrî soran, supakeşî be goştî meřî kurdistan dejya.
 
hoyekî tirîş buwe kusp le řêgay mîrinşînî soranda ewîş komełgay kurdî ew řoje bû, aşkiraye komełgay ew řojaney kurd xêłekî derebegayetî bû. hemû mîrinşînêk xoy be serbexo da’ena û bigre mafî mîrinşînekey weku demelucî dełêt be mafêkî parêzraw da’ena, ca ke mîrêkî kurd bihataye mîrinşînêkî tirî dagîr bikirdaye bewe hestî xêłayetî dewrûja. xo eger lew dagîrkirdineda diłřeqî be kar bihataye ewe xwên dekewte nawewe û towî dujminayetî û tołesendin eçênra. ca hełey gewrey mîrî soran her dagîrkirdinî mîrinşînekey dewr û piştî nebû, bełkû ew diłřeqîye zoreş bû ke be karî ehêna. le şeřî amêdîda xêłêkî her leber ewe qiř kird ke azayane berhełistîyan kird.
 
le taw diłřeqî û zebir û zengî mîrî soran, em nawçane be naçarî seryan şoř kird, bigre be nabedłî beşdarîy şeřekanîşyan ekird, bełam hemîşe çaweřwanî tołesendin bûn, ke ew řojeş hate pêşê û dewłetî ’usmanî pelamarî mîrî soranî da, xêra piştyan kirde mîrî soran. hestî nîştmanprerwerîş ewende behêz nebû ta eweyan pîşan bidat ke nuşustî mîrî soran û serkewtinî dewłetî ’usmanî zyanî mîlleteke û dwařojî nîştimanekey têdaye.
 
berzifřîyekey mîrî soran ewende behêz bû, lewe deçû çawî berayî neda, mîrêkî tirî nawdar letek ewda hebêt. eme berew řêgay nařast û kirdewey çewt eybird, egerna lecyatî ewey legeł mîrinşînêkî gewrey be hêzî wekû mîrinşînî botanî bedirxanîyekan řêk kewêt, ew mîrinşîney xerîkî xo kokirdinewe bû be nyazî nanewey şořşêkî gewre dijî dewłetî ’usmanî, lecyatî eme pelamarî botanî da û wîstî mułkekanî zewt bikat. bewe diłî bedirxanîyekanî le xoy řencan û dostêkî bêhawtay le kîs xoy da. herweha sîfetî diłřeqîy mîrî soran be zyan boy şikayewe, řaste ew diłřeqîye le seretada çawî zorî tirsan û erzî bo text kird mîrinşînekey biçespênêt û xêra sinûrekey firawan bikat, bełam waşî kird xełkî lêy bitirsin û xoşyan newêt. pelamardanekey bo ser jengar (sincar) û kuştinî hezareha kes û be dîl girtinî sedeha mindał û afret, eme le nawziřandin bew lawe hîçî tirî bo nehêna.
 
eger awřêk le kirdewekanî mîrî soran bideyn û bizanîn çîy bo mîllet kird, ebînin eweş hoyekî tirî nuşustî mîrî soran bû. řaste wiłatekey piř kird le qeła, pirdêkî zorî leser řûbarekan dirust kird (ke bo hatuçoy supakanî bû), bełam qutabxane, mizgewtêk, ḧucreyekî nekirdewe. ew hemû şeř û şoraneş eykirdin zyanêkî zorî bo mîlleteke hêna û bêzarî kird. mîlleteke xoy le xoya řeş û řût bû, ew şeřane û řagirtinî supayekî gewrey wekû supakey mîrî soran mîlletekey xistibuwe jêr bar û erkêkî giranewe, xercî ew supaye le gîrfanî mîllet dehate derê, hemû şew sed ta dûsed serek ’eşret le dîwaxanekeya nanyan dexward, be dû qîmet çek û cibexaney ekřî. herçî xercîyekî asan bibuwaye le gîrfanî xoy deyda, bełam xercîye gewrekan wekû mûçey hemû ew serbaz û efserane, qeła û pird dirustikirdin le bac û seraney mîlletewe bû. zorbey geřokekan lewe dedwên ke mîlleteke řeş û řût buwe. řos enûsêt: «mîlleteke hejar û nexwêndewar bû, dewłemendekanîş wekû dewłemendekanî beẍda xoyan egořî».
 
kurtibînîy mîrî soran le syasetda hoyekî tirî ew lenawçûne xêrayey bû, egerçî aza û be zebir û zeng bû, bełam le syasetda kurtibîn bû be řadeyek biřway be bełênî berîtanya û dewłey ’usmanîy dujminî kird û xoy da bedestewe. her ewendey hestî kird zirûf bo ew nîye serî lê têk çû wazî hêna, nek wek serokêkî xawen amanc bełkû wekû yekêk le ře’yetekanî sułtan çaweřwanîy lêburdin û bexşindeyîy sułtan bêt. egerna herçende ayînî bû be řadeyek hełpeřkêy řeşbełekî qedeẍe kird û ayîn hemîşe دەûرەێکی bałay le jyanya edî, bełam ew hoyaney basman kirdin dewryan gelêk le ayîn behêztir bû bo xistinî mîrinşînî soran. řêy tê naçê mîrinşînêkî weha behêz û desełat be fitway melayek weha zû biřmêt, çunke ewey řastî bêt mîrî soran, katêk dewłetî ’usmanî pelamarî da, xoy biřyarî şeřwestandin û xobedestewedanî da. bełgeş eweye eḧmed begî biray biřyarî berhełistî dabû û bo emeş daway le supake kird ke kê şeřî nawê la bidate lay kakî (mîrî soran) û melay xetê (xawenî fitwake), ewey şeřîşî ewêt la bidate lay ew, le encamda le çend kesêk bew lawe kesî tir lay nedaye lay mîrî soran û zorbey supake be efser û serbazewe layan daye lay eḧmed beg. mêjûy mîrnişyekanî kurd, derî exat ewendey mîrinşîn buwe, ewendeş řapeřîn buwe. babanekan carehay car dijî dewłetî ’usmanî hestawin, bełam řûy nedawe ew řapeřînane be fitwayek le naw biçin. her paş paşay kwêre, dû řapeřînî gewrey kurd, le mîrinşînî botan û dwayî le şemzînan řûy da û dewłetî ’usmanîyan hênaye lerzîn, herdûkyan kujênranewe, bełam be fitwa na.
 
herçonêk bêt qełakanî mîrî soran, le mêjûy kurda nîşanen ke ew mîre řojêk le řojan hewłî serfirazî dawe.
 
serçawekan:
 
1- miḧimd amîn zekî, xilasة tarîx alkird û kirdistan, alqahirة 1939.
 
2- miḧimd amîn zekî, tarîx aldul û alamarat alkirdye, alqahirة 1945.
 
3- di.’ibdal’izîz silîman nwar, dawid paşa, alqahirة 1968.
 
4- di.’ibdal’izîz silîman nwar, tarîx al’iraq aliḧdîs, alqahirة 1968.
 
5- sitîfin himsilî lunkirîk, arbi’e qirun min tarîx al’iraq aliḧdîs, tircime ci’fir xyat, biẍdad 1962.
 
6- sidîq aldimlucî, amare bihdînan, almusil 1952.
 
7- cîms bîlî firîzir, riḧle firîzir alî albiẍdad 1834, biẍdad 1964.
 
8- ’ila’ aldîn sicadî, şořşekanî kurd, beẍda 1959.
 
9- salḧ qiftan, mêjûy netewey kurd le koneweta emřo, beẍda 1969.
 
10- ḧisîn ḧiznî alimkiryanî, muciz tarîx amra’ suran, tircime miḧimd almila ’ibdalkirîm, biẍdad 1967.
 
11- yu.r.hay, sintan fî kirdistan, lindin 1921 (balliẍe alankilîzeye)
 
12- y.bi.sun, riḧle tinkirye fî mîsubutamya wikirdistan, lindin 1912, balliẍe alankilîzîة.
 
13- mîcir firîdrîk mîlingin, ḧyaة bida’ye bîn alakirad, lindin 1870, balliẍe alankilîzîة.
 
14- h.a.xalfîn, sira’ min acil kirdistan, musku 1963 balliẍe alrusye.
 
15- cilîlî casim, akirad aldule al’ismanye fî alinsif alawil min alqirin altasi’ ’işir, musku 1973 (balilẍة alrusîة).