ewřeḧman paşa le tay terazûda

Li pirtûka:
Çend lêkolîneweyek le mêjûy Baban û Soran û Botan
Berhema:
Kawis Qeftan (1933-2009)
 25 Xulek  25 Dîtin
katêk ewřeḧman paşa karubarî mîrinşînî babanî le dewreberî sałî 1789da girte dest, her be hoy řa û xwast û arezûy siłêman paşay walî beẍda nebû, bełkû etwanîn ewe biłêyn ke core xosepandinêk bû le layan ewřeḧman paşawe, wate zoremlî têda buwe, eme egeyênêt ke pitir le řêy hêzewe desełatî girte dest. emeş ew řastîye eçespênêt ke le yekem řojewe ewřeḧman paşa diłnya û pişt be xo estûr buwe û le ast walî beẍdada çawnetirs buwe û emeş hanî dawe hemîşe çawî le řizgarbûn le desełatî walî beẍda bûbêt! em řastîyey ew řêbazey lê hełquła ke ewřeḧman paşa girtî û beřełay nekird. lew řuweweşewe çarenûsî xoy bigre çarenûsî mîrinşînekeşî nexşe kird û binaẍey corî peywendî legeł walî beẍda û ḧakmî kirmaşanda damerzand.
 
serçawey em hêz û desełateş egeřêtewe řojanî pêş ewřeḧman paşa wate wek mîratêk boy mabowe bes eweye le dewrî emda pitir çespa û perey send. be řadeyek way lê hat ewřeḧman paşa be walî danerî beẍda dabnirêt. desełat firawanî sinurî mîrinşînî baban le řojanî fermanřewayî emda şêwe û řoxsarêkî nwêy wergirtibû ta řadeyek le řoxsarî hînekanî pêşûy ne’ekird, lewey tenya mîrêkî nawçeyî bêt û desełatî le çwarçêwey teskî ew mîrinşîneda bêt, naweřokekey le zemanî emda gelêk lewe bemana û firawantir bû, pitir lewe deçû wekû «newar» enûsêt paşay hemû kurdistan bêt.
 
em hêz û desełat firawanîye ebwaye legeł hêz û twanakanî tirî mîrinşînekeda yekî bigirtaye û [weku corî hełkewtinî mîrinşîneke, pît û bereketî abûrî û zewî û zarî, hêzî supayî meşq pê kira û...] amancekanî mîrekan û mîrinşîneke le serbexoyî û serfirazî le çing dewłetî ’usmanî yan hîç nebêt le çing walî beẍda bihatnaye dî! keçî ebînîn her ew hoyane û çend hoyekî tir ko ebûnewe û yekyan egirt û çwarçêwey ew hîwa û amancaneyan têk eşkan!.
 
leserêkewe dewłetî ’usmanî nek her dujminane bełkû zor be kurtibînî beramber be mîrinşîne kurdekan be taybetî mîrinşînî baban ecûłayewe û syasetêkî hêcgar xwar û xêçî be kar ehêna, biřway be mîrinşînî baban nebuwü her leber ewey lejêrewe bigre zor car be aşkira peywendî legeł êran debest, ney’etwanî yan ney’ewîst lewe bigat ke corî hełkewtinî cuẍrafyayî mîrinşîneke û zyatir be hoy syasetî bê barî dewłetî ’usmanî xoyewe mîrekanî baban naçar ebûn le êran nizîk bibnewe û dest bixene destîyewe û leser dû pet yarî biken. ewe aşkiraye lew řojaneda hestî ayînî yan baştire biłêyn hestî mezeb peristî dewrêkî bałay le gêřanî řûdawe mêjûyyekanda edî. ca etwanîn leber řoşnayîy em řastîyeda ewe dûbare bikeynewe ke eger babanî sunnî mezeb kem û zor baweřî be dewłetî ’usmanîy hawmezebî bibwaye ewe ebuwe şûreyekî sextî dewłetî ’usmanî le kurdistanî xwarûda beramber be êran, bełam syasetî çewtî dewłetî ’usmanî le xoy û le mîrinşînî babanîşî têk da, ne xoy twanîy sinûrêkî damezrawî nexşekiraw lem nawçeyeda dirust bikat û ne mîrinşînî babanîş twanîy damezrêt û geşe û neşunma bikat. ewe bû şeř û şoř legeł êran hemîşe berdewam bû, mîrinşînî babanîş lem pet bo ew pet eçû yarîy leser ekird. zorbey zorî serçawekan le ast ewřeḧman paşada natwanin dan bew řastîyeda nenên ke be gwêy êranî ne’ekird, herçende carehay car penay ebirde êran û be yarmetîy ew mîrinşîn babanî exsitewe jêrdest, bełam hemîşe serkêşî le ast êran û syasetîda ekird û leser ew syasete eřoyşit ke xoy eywîst û be řastî ezanî, newar dan bem řastîyeda enêt û enûsêt ewřeḧman paşa be qisey êranî ne’ekird leber ewe xoşyan ne’ewîst. ca dewłetî ’usmanî neytiwanî sûd le paşayekî wekû ewřeḧman paşa bibînêt û bo sûdî herdûla belay xoyda řay kêşêt, etwanîn biłêyn ke dewłetî ’usmanî be pêçewaney emewe ecûłayewe!
 
yarmetîdanî êran bo mîrinşînî baban û piştigîrî kirdinî her lew sinûreda bû walîyekanî beẍda lawaz bikat û desełatî dewłetî ’usmanî le nawçekeda kiz bêt û serêşey lê nebřêt û le heman katîşda kurdistan be giştî û mîrinşînî baban betaybetib le gêrme û kêşe û şeř û şořî bê westan û doxêkî abûrîy şiłeqawî danemezrawda bimênêtewe! řaste řûy eda dewłetî ’usmanîş awřî le mîrinşînî baban edayewe bełam ewîş leweda lew kirdeweyeyda le êran nyazpaktir nebû!
 
be kurtî her dû layan bê wiçan hewłyan eda řê le mîrinşînî baban bigirin û neyełn bûjanewe be xoyewe bibînêt û bigate řadeyek pel bihawêjêt û nawçekanî tirî kurdistanî jêrdestyan bixate cûłe û bizûtnewe wate syaset û berjewendîyan lew nawçane bikewête deryay metirsîyewe! eme betaybetî beser ewřeḧman paşada esepêt, çunke her dû layan, wate dewłetî ’usmanî û êran le hîç mîrêkî baban ne’esłemînewe wekû lew etirsan, eweş be zorî leber ewey amancekanî ewřeḧman paşa le çwarçêwey mîrinşînî babanda oqrey ne’egirt û aşkira dyar bû hewłî zortirî eda û hemû kirdewe û cûłeyekî lewey ekird nek xoy her be mîrî mîrinşînî baban danêt bełkû xoy be mîratgirî wiłatî kurdewarî dabnêt!
 
ewřeḧman paşa wekû hemû mîrekanî babanî pêş xoy be biřwawe seyrî êran û dewłetî ’usmanî ne’ekird, heta emeş mîratêk bû boy mabowe, napakîy syasetî em dû dewłete, mîrekanî em mîrinşîney le mawey mêjûyekî dirêjda fêrî em řastîye kirdibû. bełam em biřwa pê nekirdine encamî neda, leber ewe ewřeḧman paşa řêgayekî tazey girt bo ewey şitêk bête dî û destikewtêk peyda bikat mîrekanî pêş xoy eweyan ledest nehatbêt! ewe bû hewłêkî zorî da sengêkî qurs û taybetî bo xoy û mîrinşîneke dest bixat serbexoyîyekî gewretrî dest kewêt bewey hîç nebêt le çing walîy beẍda řizgarî bêt û yekser peywendî be estambułewe hebêt, bo hênane dîy em amance amadeyîy pîşan da sałaneyekî gelêk zortir bidat.bêguman sałaney zortir ewey egeyan barî serşanî mîlletî hejar quristir bêt çunke le gîrfan û řencî ewan ew serane zore ehate derê, bełam be lay ewewe hênane dîy em amance ew xobextkirdney ehêna, çunke emey danabû be yekem hengaw bo hênane dîy amance firawanekanî tirî!
 
lewe diłnya bû ke em hengawe ta řadeyekî gewre le řikîfî êran řizgarî ekat û le syasetî leser dû pet yarî kirdin dûrî exatewe, ew syasetey – wekû le encamî taqîkirdineweyekî mêjûyîy dûr û widrêjî bapîranîyewe boy derkewtibû – mîrinşînekey le dwařojda berew neman ebird, çunke hemû core yarmetî û piştigîrî kirdinêkî em dû dewłete bo mîrinşînî baban le pêşî pêsewe leber çake û sûdî xoyan bû!
 
legeł eweşa ewřeḧman paşa hewłîda yekser peywendî be estambułewe bêt bełam dewłetî ’usmanî hergîz qayl ne’ebû çunke lewe diłnya bû ew nîmçe serbexoyyey ewřeḧman paşa daway ekat le dwařojda ekate çî û ebête çî! ke em core syasetane serî ne’egirt ewsa syasetî şeř û çek bekarhênan cêgay egirtewe, şeř û heray dewrî ewřeḧman paşaş ewende zor bû be řadeyek danîştin û aştî be xoyewe ne’edî.
 
mîrekanî baban bo hênane dîy amancî serfirazî le çing dewłetî ’usmanî penayan ebirde ber bira ’erebekanyan û hewłyan eda bereyek pêk bihênin, ewe bû ’usman paşa (1787) legeł walîy besre řêk kewt bew nyazey şořşêk berpa biken û serbexoyî her dû layan bihênne dî. ewřeḧman paşaş leser em řê û şwêne řoyşit û em syasetey girt. ewe bû le şeřî kifrîda herçende sernekewt û xirap şika bełam leřastîda serkewtinêkî tirî dest kewt bewey nek mîre kurdekan le hewlêrewe heta deştî kerkûk û kifrî letekya bûn şeřyan ekird bełkû leber eweş şêxî şemerîş piştigîrî ekird!
 
wekû çun dewłetî ’usmanî û êran dûřûyî û napakîyan pîşanî mîrinşînî baban eda emîş bo ewey ew nîmçe serbexoyyey biparêzêt naçar ew syasetey egirt [egerçî le dwařojî dûrda buwe hoy nemanî mîrinşîneke]. ca herçende em syasete ta řadeyek serbexoyî mîrinşînekey deparast bełam ebuwe hoy şêwandinî hestî nîştimanperwerêtî mîrekan û bigre heta hî mîlletîş [bewey neyan’etwanî řêbazêkî nîştimanperwerîy aşkira bigirin û hemîşe wiłatyan carêk bo em la û carêkî tir bo ew la dabeş biken le katêkda pêwîst bû ew hewłe arastey nîştiman bikiraye]. şan be şanî eweş wiłateke be giştî û mîrinşîneke be taybetî ebuwe meyanî şeřî bê westan û zyanêkî gewrey le abûrîy mîrinşîneke eda û wêran û kawlî ekird. eweta miḧemmed aẍa dan bem řastîyeda enêt û be řîç ełêt çon etwanim zewî bikêłim û nazanim serokekem ta sałêkî tir le cêy xoy emênêtewe yan na emeş wate dwakewtin û wêran bûnî abûrîy wiłat ebuwe kosp leřêy pêşkewtin û geşekirdinî mîrinşînekeda û hêndey tir hênane dîy amancekanî le serbexoyî û serfirazî dûr exsitewe! her bo ewey bizanîn em şeř û herayane ta çi řadeyek zyanî eda ełên meḧmûd paşa katêk şika û dwayî twanîy lêbûrdin bo xoy misoger bikat naçar bû 300 kîse pare legeł bijardinî hemû zyanêkî ew şeře bidatewe be dewłetî ’usmanî. emeş ebuwe barêk û ekewte serşanî çînî cûtyaran û hêndey tir barî jyanî qurs ekirdin, miḧemmed aẍa dîsanewe lem řuwewe be řîç ełêt be her corêk û be nawî her şitêkewe bêt de yekî xom le cûtyarekan esênim. eger şeř û şořî bê pişû nebêt çon deştêkî benawbang û bepîtî wekû bazyan weha kawil ebêt řêç derbarey binûsêt: řût û qût û wêran le çend kêłgeyek bew lawe hîçî tirî têda bedî nakirêt. bełam kuştarî xełk û xwa ewe zyanekey le sinûr be dere, şeřekanî meẍolekan û kuştarekanyan ehênêtewe yad, her bo nimûne bese ewe biłêyn ke le paş şeřî kifrî minare le kajeserî kurdekan dirust kira.
 
eger řûy bidaye bo maweyek wiłat û mîlleteke henaseyekî bidaye û mîrekan û xełkeke hewłyan bidaye destêk be wiłatekeda bihênin û ahêkî pya bênnewe ewe gurc karbedestanî êran dehatne kayewe û ebûne agirî bin ka û herayan da’egîrsanewe, aşkiraye ewřeḧman paşa çake û pyawetîyekî zorî beser ’ebdułła aẍay xeznedarewe hebû le ber ewey twanîy bîkat be walîy beẍda. [siłêman paşay walîy beẍda řiqî le ’ebdułła aẍay xeznedarî heł’estêt û legeł tahîr aẍay coqdar herdûkyan be destibeserî enêrête besre! paş maweyek lêyan ebûrêt û daway geřaneweyan lê ekat! bełam le řêga ekewne dûdłîyewe û etirsin lewey walî fêłyan lê bikat û byankujêt, le ber ewe řa eken û xoyan egeyênne şaxekanî kurdistan. le ber ewey ewřeḧman paşa konedostyan ebêt, pena ebene ber ew – herçende walîy beẍda bemane ezanêt bełam zor le ewřeḧman paşa nakat destyan lê heł girêt. emeş bełgeye ke ta çi řadeyek piley berz buwe û walîyekanî beẍda siłyan lê kirdotewe- paş ewey siłêman paşa ekujrêt ewřeḧman paşa biřyar edat ’ebdułła aẍa bikate walîy beẍda, bo hênane dîy em amance berew beẍda ekşê û etwanê bîkat be walî û dwayî le îstenułewe fermanî damezrandinî betewawetî dêt] leber eme ’ebdułła paşa le qisey ewřeḧman paşa derne’eçû, eme be diłî karbedestanî êran nebû metirsî ewe day girtin eme hêndey tir desełatî ewřeḧman paşa pere pê bisênê ta řadeyek way lê bikat nek êran bełkû le dewłetî ’usmanîş sił nekatewe û bemeş dwařojî syasetî êran le nawçekeda bikewête metirsîyewe. kirdewekanî ewřeḧman paşaş zyatir em tirsey eçespan, cûłanewe û kirdewekanî, ew syasetey be karî ehêna betewawetî lewe eçû ke şa’îrî mîllî ew řojane «’elî berdeşanî» be şî’ir eygêřêtewe: ne kar kirdin bo ’usmanîyekan û ne xizmet kirdinî êran bełkû hewł dan tenya bo sûd û xoşî wiłat û mîllet. leber eme êran maweyekî dirêj hewłî da û fîtney gêřa heta dwayî twanî beynî ewřeḧman paşa û ’ebdułła paşay walîy beẍda têk bida û şeř dagîrsanewe bidat. kar bedestanî dewłetî ’usmanî û nwênerekanî le beẍda kirdewe û hełwêstyan le hî êran çaktir nebû, belay emanewe ew mîrey kemêk beteng wiłatekey û çawî le nextêk serbexoyî bibuwaye ew mîre be mîrêkî xirapî gêreşêwên û yaxîbû da’enra û xêra supay enêrraye ser û şeř û hera da’egîrsayewe, mêjûy siłêman paşa û meḧmûd paşa û ewřeḧman paşa baştirîn nimûnen bo em řastîye. wenebê hemû kat dewłetî ’usmanî yan nwênerekanyan le beẍda emeyan le dest hatbêt wate be supa û be çek seryan be mîrekan şoř kirdibêt, eger be şeř boyan ne’eçuwe ser ewsa řêgayekî tiryan egirt ke birîtî bû le nanewey dûberekî le nêwan mîrekanî babanda, eweş zorî tê ne’eçû hemîşe serî egirt û amancî ehênaye dî. lem řuwewe xałfîn řayekî nayabî heye û ełêt: «le ber ewey ḧikûmetî êran û ’usmanî ew hêze cengawerî û abûrîye tewaweyan nebû heta bitwanin le řêyanewe beser kurdekanda serkewn, leber ewe hewłyan eda cê pêy xoyan le kurdistanda qaym biken bewey towî dujminayetî le nêwan xêłekanda biçênin».
 
herçende em řastîye şitêkî tałe bełam be tewawetî serî le binemałey baban şêwandibû hemû kar û kirdewe û amancêkîyanî be lenawçûn eda û hemîşe řîsekey bo ekirdinewe be xurî! derdî giranî em binemałeye endamekanî û dûberekî û xoxorîyan bû, xoxorî em binemałeye geyşte řadeyek řenge bitwanîn ewe biłêyn ke dewłetî û ’usmanî û dwayîş êran le diłewe û beřastî le hewł û teqełłay mîrekanî baban netirsabin û ḧîsabî zor qûłyan bo nekirdibin çunke hemîşe eyanzanî kam çekî kuşnide dijyan be kar bihênin û le çi řêyekewe aw biken be agirekeda, diłnya bûn lewey ke zorbey zorî binemałey baban eger nełêyn hemûyan çawyan le mîrinşîneke buwe û bawik û bira bifroşêt û paşqulyan lê bigrêt. her leber hênane dîy em syasete nalebare bû ke sał derî dwanzey mangî yekêk le kes û karî mîrî baban le beẍda yan kirmaşan be dest beserî ejya. bo ewey her ke mîrekey baban serî hełbiřî xêra ewî biken begjida yan le cêgay ewî dabnên. kareke, yan karesateke her bemewe newesta, bigre heta ewaneş ke binemałey baban bûn û beřêwebirdinî şarekanyan pê sipêrrabû tema’ day egirtin û bo kargirtine dest le silêmanî xoyan ekirde dardestî dewłetî ’usmanî!
 
lenaw gişt mîrekanî baban be dirêjayî mêjûy mîrinşînî baban hîç mîrêk wekû ewřeḧman paşa lem derdey neçêşt, emeş her leber ewe nebû mawey fermanřewayetî ewřeḧman paşa dirêj bû ya leber ewey le hemuwan serkêştir bû bełkû bezorî leber ewe bû amanc û xwastekanî ewřeḧman paşa firawantir bû le sinûrî mîrinşînî baban wate dewłetî ’usmanî le ewřeḧman paşa esłemyewe, leber emeş hemîşe em û ew le kuř û bira û mamekanî lê řast ekirdewe heta neyperjête ser hênane dîy her pirojeyek yan her amancêk lewe pêş day nabêt!
 
aşkiraye ewřeḧman paşa şeş car karî mîrinşînî babanî girtedest le sałî 1789we heta 1813 ew sałey tyaya mird. em maweye belay kemewe şeş car şeřî gewre gewrey tya řû dawe [basî şeře biçûke lawekîyekan nakeyn]. şeřekan şeřî çarenûs û parastinî serbexoyî mîrinşîneke bûn. hercar ke serkêşî û gwê negirtinî egeyşte řadey ewey dewłetî ’usmanî bixate dûdłî û tirsewe, supay gewrey dewłetî ’usmanî berew sinûrî mîrinşînî baban ekşa, hemû car zorbey serkirdekanî em supayane xizim û kes û karî nizîkî ewřeḧman paşa xoy bûn! nek carêk bigre çend car le derbendî bazyan ew derbendey şûrey parastinî mîrinşînî baban bû her lew derbendeda wekû řîç ełêt qaymkarî le hemû şwênêkîda kirabû [ewřeḧman paşa kirdibûy] herçend hêzî dewłetî ’usmanî dereqet ne’ehat yekêk le kone mîre lêxrawekanî baban yan le xizme naḧezekanî mîrî baban ke şarezay nawçeke bûn řêgay nihênîy pîşanî supay ’usmanî eda û bew core le piştewe supa û hêzî ewřeḧman paşa abłoqe edra û ke dereqetîş ne’ehat û eşka naçar ebû xoy derbaz bikat.
 
derdeke hênde giran bû heta mîrekanî baban xoyan be şerim û be daxewe basyan ekird, her lem řuwewe meḧmûd paşa be řîç ełê: «amancî ême bes bewe dête dî řişanewe bikewête naw binemałey babanewe û le yekêk bew lawe kesî tiryan řizgarî nebêt. ne binemałeke û ne wiłateke karî naçêteser madem em hemû endame behêzaney têda bêt».
 
ewřeḧman paşaş wekû mîrêk yan wekû mirovêk kem û zor leřûy tewawî yan natewawîyewe dewrî xoy ebînî û ew dewreş karî ekirde řûdawekanî ew řojane û te’sîrîşî bo dwařoj becê ehêşt. guman leweda nîye ke kirdeweyekî biçûkî natewaw lewaneye hewł û teqełłay sałehay sałanî serokêk be řûxandin bidat. bo eme ełêyn řaste ewřeḧman paşa پیاûەێکی êcgar aza û çawnetirs bû heta naḧezekanîşî dan beweda enên, sereřay eweş le řûy sîfatî serokayetîyewe wekû longirêk ełêt hemû sîfatêkî serokayetîy tyada bû, bełam şan be şanî emeş çend xûřewştêkî natewawî hebû zyanî nek her le xoy bełkû le mîrinşîneke û amancekanîşî eda, bo nimûne, mîrêkî lûtberz bû, emeş tûşî gêrme û kêşey ekird, her leber em lûtberzîyewe bû katêk yarmetîy ’ebdułła aẍay xeznedarî da û kirdîye walîy beẍda [wekû pêşan basman kird] xoy lew be gewretir û giringitir da’ena be řadeyek be arezûy xoy ecûłayewe û gwêy ne’edaye ferman û xwastî ’ebdułła paşa. her emeş bû yarmetî ḧakmî kirmanşahî da lem kunewe řêgay xoy bidozêtewe û bitwanêt diłî ’ebdułła paşay lê kirmê bikat û dwayî be şeřyan bidat û ser le nwê şeř dabgirsêtewe. ke dway emeş be yarmetîy ḧakmî kirmanşah geřayewe siłêmanî lûtberzî geyşte ew řadeyey heta le damezrandinî mûçexorêkda be qisey ḧakmî kirmanşah nekat. em gwê nedane be dîplomasyet ke xûy mîrekanî baban bû: bûbuwe derdêk û şan be şanî derdî leser dû pet yarî kirdin eřoyşit. emane le jêrewe be nihênî û be hêwaşî binaẍey mîrinşînekeyan eřûxan û berew nemanyan ebird!
 
cige lemeş xoperestinî le pileyekî berizda bû, bo nimûne le şeřî kifrî ke dwa şeřî bû herçende azayetîyekî bê hawtay pîşan da bełam ke hate ser şikandin hełhat û supakey bê serok be cê hêşt û be qiřdanî da, emîn zekî le řûy supayyewe destî řixney bo dirêj dekat, bełam tawanekey le řûy řewştewe gelêk zyatre, be taybetî lew řojaneda ke kirdewey weha be tawan û gunahêkî bê payan da’enra, eger her mîrêkî tir buwaye le cêgay ewřeḧman paşa ke nawbangî hemû şwênêkî girtibowe û řêzêkî taybetî lay mîllet hebû, her yekêkî tir şitî wehay lê bweşayewe carêkî tir boy ne’ekira beserî berzewe le ser textî mîrinşînî baban danîşêt û nawî mîrî mîran le xoy binêt!
 
cige lemaneş myêkî qîn estûr bû, be řadeyek lewane bû sûdî mîrinşînekey pê bixate ew lawe û berçawî bigrêt û hełeşeyî wehay pê bikat çarenûsî xoy û mîrinşînekey pê bixate metirsîyewe, her leber ewey řiqî le miḧemmed paşay koye bû, legeł eweşda ke miḧemmed paşa be dengîyewe hat û be xoy û supayewe firyay kewt keçî fêłî lê kird û hênaye deştî kerkûk û lewê pelamarî da û kuştî. eme nek her legeł xûřewştî xêłayetî û kurdayetî beyekda ne’elkan bełkû lewe zyatir ebuwe hoy ewey mîrekanî tirî kurdistan biřwayan pê kem bêtewe û ewey řastîş bêt ewřeḧman paşa û mîrinşînî baban le pêş hemû şitêkewe bo hênane dîy amancî serbexoyî, pêwîstî be biřwa û yarmetî ew mîraney wiłatî kurdewarî hebû. cige lewey kirdewey weha ebuwe ebuwe hoy têkçûnî peywendî legeł walîy beẍda wiher eweş zû hate dî ewe bû leser em řûdawe şeř legeł beẍda dagîrsayewe û wiłatî kurdewarî carêkî tir tûşî derd û kuştar bû.
 
pêwîste dan beweda binêyn ke çend hoyekî tirîş hebûn ebûne kosp û řêgay hatne dîy amancekanî ewřeḧman paşayan egirt. řaste hêz û desełatî mîrinşînî baban le dewr û zemanî emda weku newar ełêt geyşte lûtkey here berzî , bełam bo çareřeşîy ewřeḧman paşa û mîrinşînî baban, her lem dewreda dewłetî ’usmanî xerîkî xo kokirdinewe û xo çespandin bû bê westan, zor be gurcî hewłî eda binaẍey merkezîyet le impiratoryekeyda damezrênêt û le peşêwî û lawazî řizgarî bikat. her lem řojaneşda zorbey zorî ew walîyaney karyan le beẍda egirte dest zorzan û dûrbîn û lêhatû bûn û le syasetda qał bûbûn. be kurtî newar wesfêkî cwanî desełat le beẍda ekat û ełêt «fermanřewayî walîyekanî beẍda le heřetî lawêtîda buwe»her leber emeşe ebînîn ew hemû hewł û koşşey ewřeḧman paşa day û ew hemû xo bext kirdin û mał wêranîye be dwayda hat encamî nebû, bełam le serêkî tirewe ew hewł û xebatey ewřeḧman paşa buwe handerêk bo newekanî paş xoy, bigre buwe pałpêwenerêk bo daygîrsandin û tîjbûnî hestî nîştimanperweryêtî û řizgarbûn le çing dewłetî ’usmanî. [’elî berdeşanî şa’îrî mîllî ew řojane, basî ewřeḧman paşa û şeřekanî be hełbest biław ekirdewe û hestî mîlletî pê exroşan].
 
ewe bû newekanî hewłyan eda hewłekanî ewřeḧman paşa dûbare bikenewe, řenge hewłekanyan le sinûr û hêzî ewey ewřeḧman paşada nebûbêt, bełam hewłeke her hewłdan buwe û amanceke eger ew kiłpeyey nemabêt bełam jîlemokey her mabû. eweta edmondiz enûsêt: «jyanî ewřeḧman paşa heta le paş mirdinîş her mayewe, ewe bû paş mirdinî be 31 sał paşayekî tirî baban [eḧmed paşa 1838-1847] supayekî biçûkî meşq pêkirawî le supay ewrûpayî çûy pêk hêna.
 
egerçî bizûtnewekanî ewřeḧman paşa leser mîrinşînêkî derebegayetî damezrabû bełam be amanc û be nawerokî pêşkewtû bû û hełgirî daxwazî mîllet bû. lem řuwewe xałfîn enûsêt: «le seretay sedey nozdehemda kurdekan be tîjî berhełistî syasetî desełat damezrandinî ’usmanî û şayan kird, tê ekoşan bo parastinî serbexoyî xoyan. le kurdistanî xwarûda ewřeḧman paşa řapeřînêkî berpa kird [1806- 1808] mawey sê sał dewamî kird, înca dewłetî ’usmanî be şeřeşeq û yarmetîy seroke kurde xofroşekan twanîy beserîda ser kewêt».
 
her hewł û koşşî ewřeḧman paşa bû tewjimêkî nwêy xiste gyanî mîrinşînî babanewe û bo maweyekî dirêj tasîr û naw û bon û beramî her mayewe û bû be tirûskeyek řêgay řûnak ekirdewe.
 
edmondiz dan bem řastîyeda enêt û paş deyeha sał katêk dête şarî silêmanî enûsêt: «heta emřoş bonî dewr û řojanî ewřeḧman paşa dêt».
 
bełam ew hemû têkoşane encamekey dařzan û nemanî mîrinşînî baban bû, mîrekanî baban la biran û mûçexorî turk kewte beřêwebirdinî paytextekey ke şarî silêmanî bû, têkoşan û řapeřînî aşkira dijî dewłetî ’usmanî buwe řiq û kîne û le dił û derûnda nîşt, be nemanî mîrinşînî baban heta maweyekî dirêj bizûtnewey řizgarîy kurd lew nawçeyeda kip bû, be řadeyek heta xêłêkî diřî wek hemewendekan ke mêjûy bereberekanîyan û naḧezîyan bo dewłetî ’usmanî dûr û dirêje û aşkiraye heta ewanîş wekû son ełêt kiz bûn.
 
ewřeḧman paşa sereřay hemû natewawîyek, serokêkî lêhatû bû wekû çon le jyanîda dost û dujminî naçar kirdibû řêzî lê bigirin wehaş ew řêze paş mirdinîşî her mayewe, ewe bû paş mirdinî pyawe nawdarekanî kurd dawayan kird yekêk le kuřekanî [meḧmûd paşa] le cêy danîşêt, herçende karbedestanî dewłetî ’usmanî ḧezyan leme ne’ekird bełam naçar dayan na çunke nawî ewřeḧman paşa zor gewre û besam bû.
 
serçawekan
 
1- risul alkirkuklî: duḧة aluzra’ min tarîx wiqa’i’ biẍdad alzura’.
 
2- ’ibdal’izîz silîman nwar: dawid başa walî biẍdad – alqahirة 1968.
 
3- kiludîwis cîms rîç – riḧilة rîç, tircimة: biha’ aldîn nurî. biẍdad 1951.
 
4- s. h. lungirîk: arbi’ة qirun min tarîx al’iraq aliḧdîs, tircimة ci’fir xyat biẍdad 1962.
 
5- miḧimd amîn zikî: tarîx silîmanî û wilatî, biẍdad 1939.
 
6- almîcirsun: riḧilة mitnikir, tircimة fwad cimîl, biẍdad 1970.
 
7- gîw mukiryanî: tarîxî ḧikmidaranî baban – řewandiz 1931.
 
8- ’izaldîn mistifî risul: govarî kolêcî edebyat – jimare 16 beẍdad 1973.
 
9- n.a.xałfîn – xebat le řêy kurdistanda mosko 1963 (be řûsî).
 
10- s. c. admundiz – kurd, turk û ’ereb – lindin 1957 (be îngilîzî).