çend serincêk derbarey mîrinşînî baban

Li pirtûka:
Çend lêkolîneweyek le mêjûy Baban û Soran û Botan
Berhema:
Kawis Qeftan (1933-2009)
 23 Xulek  50 Dîtin
ger be wirdî seyrî mêjûy mîrinşînî baban bikirê hest bewe dekirê ke lew nêwaneda be degmen hewałî řasteqîney bêgerd berçaw dekewê, nek her ewende bełkû lêkołîneweyêkî taybetî û serbexoy qûłî wa nîye ke hemû layenêkî em mîrinşîne bigrêtewe.
 
mîrinşînî baban pitir le dû sed sał mayewe û dewrêkî aşkiray hebû. bełke hendê car be taybetî ke desełat û twanayan perey desend, şeř û şořyan legeł wiłatî fars û memalîkekanî jêrdestî ’usmanîyekan dekird, hendê car ew şeřane germ debûn û teşeneyan dekird û meseley kurdyan debziwand û dexsite berçaw û dem, kar le çwarçêwey şeřî nawxoyî derdeçû û debuwe kêşeyekî cîhanî: ewe bû împiryalîzmî berîtanya destî xiste naw karubarî nawewey dewłetî ’usmanî û dewłetî fars, herweha kurdistanîş, bew nyazey berjewendî abûrî xoy le nawçaneda biparêzê û le heman katîşda berbestî peresendinî desełatî řûsyay qeyserî lew nawçaneda bika .
 
em mîrinşîne gelêk řûdawî têda řû da, buwe şanoyekî şeř û şor û karesatî tirajîdya ke kemî lê bas kirawe û gêřrawetewe, meger şaxî pîremegrûn zimanî lê biřwê û bête emîn zekî û twanay nûsînî řast û řewanî hebê . mêjûy mîrinşînî baban heye, wate bas û hewałî mîrekanî û şeř û şořekanyan zorbey nûsrawetewe, bełam mêjûy em mîrinşîne her ewe nîye.
 
ewî řastî bê gelê serçaweman derbarey mêjûy em mîrinşîne çing dekewê, ke be kurtî û dirêjî le seretay dirustibûnîyewe, hemû ew şeř û şoř û desîse û xofroştin û yekfiroştinî naw binemałey baban û dařzan û nemanî ew mîrinşîne bas deken . bełam be degmen wêneyekî řûn û řasteqîney ew mîrinşîneman dedenê û be degmentir basî hemû ew ho nihênîyane deken, «wate hoy syasî û komełayêtî û abûrî û netewayetîyekeyan» ke le řastîda birîtî bûn lew hêzaney çerxî mêjûy mîrinşînekeyan desûřanewe.
 
emîn zekî lem řuwewe ba û bapîran tawanbar deka, ke hîçî wayan be cê nehêştuwe řêga řûnak bikatewe, herçî edmondize ewe zana kurdekan tawanbar deka, ewaney be lay ewewe tenya pişt bew řûdaw û basanewe debestin û dûbareyan dekenewe ke nûsere bêganekan nûsîwyanetewe, awiř nadenewe lew serçawe bineřetîyaney berdestyan , wate ew hemû bas û řûdawaney le dił û derûn û mêşkî danîştuwanî kurdistanda mawetewe û ser kaẍezyan nedîwe, bełam řastîyekey eweye ke hêşta ew nûsraweman nîye řûdaw û lêkołînewe bixate tek yek û wêneyekî řast û řewanî ew serdememan bixate berdem.
 
mêjûy mîrinşînî baban kone, degeřêtewe pêş dirustibûnî qełaçuwalan û silêmanî, herweha naw û natorey binemałey baban û beserhatyan kone û gelêk mêjûnûs derbareyan dwawe.
 
lew sedaney mîrinşînî babanî têda dirust buwe dû împiratorîyetî gewre le kayeda bûn, herdûkîşyan be tîjî le pênawî destgîrkirdnî řojhełatî nizîkda hewłyan deda, le řojhełatî nizîkîşda, kurdistan be giştî û mîrinşînî baban be taybetî, le pêşî pêşewe lenaw cergey em zorbazîyeda bû, nek leber ewey em mîrinşîne jimarey danîştuwanî zore û samanêkî zorî be xêrubêrî hebû yan şwênekey sitratîjîye û le nawçekanî tirî kurdistan gewretir û giringitre, bełkû leber ewey ke kewtibuwe nêwan ew dû împiratorîyewe, we herdûkyan leser dagîrkirdinî - ke dwařojî hemû ’êraqî leser westa bû - le şeřda bûn, leber eweş ke mîrinşînêkî behêz û desełat û xawenî supayekî naw be gewreyî û meşqiçakî û aza derçûbû , cige leweş paşakanî em mîrinşîne xawenî amanc û hîwa û hestî netewayetî xoyan bûn, hemîşe çawyan lewewe bû ke mîrinşînî baban bikene berdî binaẍey damezrandinî dam û dezgayekî gewrey kurdî serbexo.
 
hewł û teqelakanî silêman bebey gewre lew řuwewe baştirîn nimûneye, ke deywîst bigate dam û dezgayekî kurdî serbexo, dagîrkirdinî wiłatî erdełan yekem hengawêkî bû bo ew mebeste, em mîre benawbange desełat û zebruzengî geyştibuwe řadeyekî wa, dewłetî ’usmanî siłî lê dekirdewe û detirsa be tenyayî pelamarî bida, leber ewe legeł êranda yek le dway yek pelamaryan deda ta sałî 1699 beserîda zał bûn .
 
ew amance wate dagîrkirdinî wiłatî mukirî û erdełan le mêşk û dił û derûnî mîrekanî babanda cêgîr bibû piştawpişt demayewe, ewe bû bekir begî mîrî baban ke be îsłaḧatî nawxo û derewe nawî derkirdibû, le seremergîşda hênanedî ew amancey leser dem bû ke witbûy «ewey ew amance bihênête dî lew dinyaş bê, diłî pê xoş dekem» .
 
’ebduřeḧman paşay benawbangî mîrinşînî baban, dîsanewe nimûneyekî aşkiray ew mebesteye, em mîre twanî dewłetî ’usmanî bihênête lerzîn û le dewrî emda mîrinşînî baban geyşte ewpeřî behêzî û serbexoyî tewaw , her ber leweş bû karbedestanî dewłetî ’usmanî be dirêjayî bîst û sê sał wazyan lê nehêna û hemîşe deçûn be gijîda, řêga nema neygirin bo dereqet hatnî: çi be em û ew kiřîn bê çi be supa nardin û desîsekirdin bê.
 
guman leweda nîye ke mîrekanî baban sûdêkî başyan le corî hełkewtin û cêgay başî mîrinşînekeyan wergirt, çunke mîrinşînekeyan kewtibuwe nêwanî herdû împiratorîyekewe leser dû pet yarîyan dekird , em yarîkirdinî ser dû pete tenya leber ewe nebû ke mîrinşînekeyan le neman biparêzin bełkû bew nyazeş ke berebere be gwêrey syaset û twanay ew řojewe firawan û behêzî biken ta bitwanin bigene ew amancey destinîşanman kird.
 
mîrekan be gwêrey twana hewłyan deda ew qursayîy desełat û fermanřewayyey merkez kiz biken bew hîwayey lejêr sêberî bêne derê û řizgaryan bibê, herwekû xałfîn nûsîwyetî, bere berekanî gelî kurd be nyazî řizgarbûn le çing desełatî ḧikûmetî merkezî le řêy derebege nîştimanperwerekanî kurdewe perey desend . mîrekanî babanîş lew derebege nîştimanperweraney kurd bûn ke amancî řizgarbûn û serbexoyîy gelî kurd koy kirdibûnewe bo karkirdin lew řuwewe.
 
le sałî 1629da kurdistan leser binaẍey şî’e û sunnî mezeb le nêwan dewłetî ’usmanî û êranda dabeş kira, bew pêye kurdistanî xwaru û şarezûr û mîrinşînî baban ber dewłetî ’usmanî kewtin. her lew sawe hewł û koşşî mîrekanî baban bo behêzkirdin û perepê sendinî serbexoyî mîrinşînekeyan destî pê kird. ger car û bar xizmetguzarî dewłetî ’usmanî bûbin yan gelê car le řûyda hełgeřabnewe, ya xud gelêk car penayan birdibête ber êran yawekû destewyexey ewîş bûbin, hemûy le pênawî xizmetkirdin û behêzkirdinî mîrinşînekeyanda buwe.
 
mîrekanî baban lewe diłnya bûn ke eger yekêk lew dû dewłete gewreye beser ewî tiryanda zał bê û desełatî ewey hebê le nawî biba, ewe le pêş hemû şitêkewe mîrinşînî babanî têda deçê û be asanî qût dedrê, leber ewe zor car yarmetî hêzekanî êranyan deda ta hêzekanî dewłetî ’usmanî der biken û naw û desełatyan kiz biken, ke eweyan bo deçuwe ser inca awřyan le hêzêkanî êran dedayewe û pelamaryan dedan, bew core êran û dewłetî ’usmanî çend yektiryan lawaz dekird mîrinşînî babanîş ewendey tir agirî ew lawazbûney nêwanyanî xoş dekird û beşdarîy lawazkirdinyanî dekird.
 
penabirdinî mîrekanî baban bo ber dewłetî ’usmanî yan êran tenya leber berjewendîy taybetî mîrekan xoyan nebû wek le řwałetda wa dyare, bełkû le çwarçêweyêkî firawantir bû, ewe bû sałî 1139y koçî katê supakey eşref xanî efẍanî û dewłetî ’usmanî çûn begij yekda, hêzî kurdekan be taybetî hêzî mîrinşînî baban letek hêzî dewłetî ’usmanîda azayane kewtine şeřewe, bełam katê ’usmanîyekan geyştine ewey tewaw serbikewn, kurdekanî baban be serokayêtî xane paşa kişane dwawe û wazyan le supay dewłetî ’usmanî hêna, bewe ’usmanîyekan şikan, emeş leber ewe nebû ke seroke kurdekan pareyan wergirtibê wekû xawenî «duḧة aluzra’» dełê, bełkû leber ewe bû ke deyanwîst dewłetî ’usmanî lekedar û zerermend bê û neyełn lewe zyatir firawan û xawen desełat bibê .
 
babanekan lewe diłnyabûn ke serkewtinî ’usmanîyekan lew şeředa, debête hoy laseng bûnî terazûy hêzekanî ew nawçeye û eweş le berjewendî û çake û sûdî mîrinşînî baban nebû, herweha katê ke dwełetî êran be peydabûnî nadirşa desełatî peydakird û geyşte ewey dewłetî ’usmanî le ’êraqda le naw berê û lewane bû eme bibête hoy ewey le meydanî ew nawçeyeda le hêzî êran bewlawe hîç hêzêkî tir nebê, mîrinşînî baban kewte pelamarî supay nadirşa û piştî dewłetî ’usmanî girt .
 
karbedestanî dewłatî ’usmanî û êranîş be tenya yan beyekewe çîyan ledest hatbê dirêẍîyan lewe nekirduwe ke mîrinşînî baban be destepaçeyî û kizî bihêłnewe, xo eger le řêy şeř û bekarhênanî supawe eweyan bo neçuwayete ser ewe leřêy dûberekî nanewewe le nêwan endamanî binemałey babanda hewłyan deda bigen bew nyazeyan.
 
her le serdemî peydabûnî nadir şawe û hewł û teqelay nadirşa xoy, bo yekem car towî dûberekî le nêwan xizim û kes û karî em binemałeye çandira, her ew bû twanî selîm beg bixełetênê û le mîrî babanî amozay řast bikatewe, her lewsawe ew nerête naşîrîn û kuşendeye kewte binemałey baban û buwe makî lawazkirdin û dwayî têdaçûnî mîrinşînîyeke.
 
karbedestanî dewłetî ’usmanîş her lewsawe ew nexoşîyeyan kirde dardest û hemîşe bawik û kuř û bira û amozayan leyek dekirde duşmin, bew nyazey mîrinşînî baban hergîz nebête xawen hêzêkî wa ke metirsî hebê bo ser dewłetî ’usmanî, nek her ewe, bigre karbedestanî dewłetî ’usmanî hergîz řêgayan neda mîrê le mîrekanî baban bibête walîy beẍda ta mîrinşînî baban desełatî zortir peyda neka û nebête mayey serêşe bo estembûł , bełkû herdû dewłeteke, wate êran û ’usmanî, le birayan û kuřanî mîrekanyan be destibeserî debirde kirmaşan yan beẍda û lewê dayan denan ta mîrekanî baban çawtirsên biken û liẍawyan bikene dem.
 
be dirêjayî ew mêjuwe mîrinşînî baban, berzî û nizmî, firawanî sinûr û girjî sinûrî be xoyewe dî, bo nimûne carî wa hebû firawanî degeyşte ewey herêmî silêmanî û kerkûk û hemedan û koye û qesrî şîrîn û zehaw bigrêtewe, be řadeyekî wa ke longirîk nawî binê împiratorîyetî baban .
 
em mîrinşîne deytiwanî dewrêkî gewre û bałatir bibînê, be taybetî paş hîlak bûn û lawazbûnî herdû împiratorîyeteke le encamî çawbirsêtî řusyay qeyserî, ew çawbirsêtîyey sinûrî bo nebû, êran û ’usmanî perêşan kirdibû, ca ew řojane baştirîn hel bû bo mîrinşînî baban ta amance netewayêtîyekanî xoy bihênête dî, bełam katêk dû dewłeteke hîlak bûn: emaretî babanîş letek ewanewe pekî kewtibû be hoy ew hemû dûberekî û yek xwardin û şeř û şořey babanekan xoyan le serêkewe û, herdû dewłetekey êran û ’usmanî leserêkî tirewe ke şanoy pêkdahełpijanekanyan mîrinşînî baban bû.
 
dway řapeřînekanî ’ebduřřeḧman ke hełgirî baweř û hestî netewayêtî bû û be hîway firawan kirdin û serbexoyîy mîrinşînî baban bû, mîrinşîneke tewaw hîlak bû, îtir mîrekanî baban ne ew twana û ne ew heste becoşeyan nema ke dam û destiga kurdîye serbexoke dabmezrênin.
 
bê guman ger leme wird bînewe, debînîn gelê kosp řêgay hênane dîy amancekanî mîrinşînî babanî degirt, le serêkewe çi êran û çi dewłetî ’usmanî ger kar bigeyştayete ewey mîrinşînî baban bigate řadey desełat û serbexoyî tewaw ke bibête hêzêkî sêyem le nawçekeda û teng be hêzekanî ewan hełçinê, ewe be cûte dekewtine gyanî û be hezar fiř û fêł berbestyan dekird be taybetî ke deyanzanî mîrinşîneke debête meşxełêk û nawçekanî tirî kurdistan berew lay xoy řadekêşê, le serêkî tirîşewe syasetî ew řojaney cîhanîş kospêkî tir bû, herçende împiryalîzmî berîtanya û řûsyay qeyserî ḧezîşyan dekird êran û dewłetî ’usmanî perêşan bin bełam nek ta ew řadeyey parçeyekyan le řojhełatî nizîkda lê cuda bibêtewe eger hî xoyan nebê û bo xoyan nebê, derdî dûberekî û xofroştinî hendê le mîrekanî babanîş lewlawe bwestê.
 
eger ew dûberekîye nebwaye, ne êran û ne ’usmanîyekan çareserî mîrinşînî babanyan pê nedekira, eweta eḧmed paşay mîrî baban pence dexate ser ew zame û be řîç dełê, encamî dûberekîy mîrekanman têdaçûnî xomane egerna êran û ’usmanyêyekan dereqetman nedehatin ger em dûberekîyeyan nekirdayete hel û dardest bedestyanewe .
 
dûberekî û şeřuşořî nêwan mîrinşînî baban û mîrinşînekanî dirawsêy wekû mîrinşînî soran, emîş kospêkî tir bû, lecêy ewey ew hêzane yek kewn, be parçe parçeyî û nakokî mabûnewe ke em hoyeyan nek buwe mayey lawazî mîrinşîne kurdekan bełke buwe hoy têdaçûnî mîrinşînekanîş û behêzbûnî êran begşitî û dewłetî ’usmanî betaybetî û serkewtinyan.
 
leserêkî tirîşewe nawçey mîrinşînî baban wek basman kird kewtibuwe şwênêkewe, bibuwe şanoy be yekda hełpijanî supakanî dewletî ’usmanî û êran, ke emeş zyanêkî zorî be mîrinşîneke degeyand û danîştuwanî nawçeke ḧałêkî wayan beserda hatbû îtir gwê nedene jyanêkî damezrawî piř asûdeyî pêşkewtûy wa ke kişt û kał û bazirganî têda geşe bikat.
 
yekêk le karbedestanî mîrinşînî baban ew hestey be aşkira bo řîç derxistibû bewey pêy witbû, mał bo dirûst bikeyn û çakî bikeynewe û destî pêda bihênîn, le katêkda ke lewe diłnya nîn ta ser tyayda bijîn, małwêranî em wiłate le bê asayşîdaye .
 
be hoy ew dwakewtinî doxî abûrîyewe, doxî komełayêtîş dwa kewt, emeş buwe kosp le řêy pêşkewtin û pêgeyştinî mîrinşînî baban, çunke dwakewtine komełayêteke le encamî doxe abûrîye dwakewtuwe perêşanekewe bû.
 
şitêkî aşkiraye ke amrazekanî berhemhênan le komełgay mîrinşînî babanda hêcgar seretayî û dwakewtû bûn, řijêmî çînayêtî derebegayetîş hêndî tir doxî abûrî berew westan û şêwan ebird, aẍa ta dwa diłop xwênî cûtyarî demjî, mîrekanîş le pêş hemû şitêkî tirewe gewretrînî derebegekan bûn, debwaye xercî bo xoyan û supayan û dest û pêwendekanyan amade biken, hendêkîş bo dwařoj terxan biken, hendêkî tirîş biden be beẍda û kirmaşan.
 
bo nimûne ’ebduřřeḧman paşa de hezar timenî eda be ḧikûmetî êran , qursayî ew hemû bareş bêguman leser şanî cûtyarekan bû, boye doxî abûrî lawaz bû be řadeyekî wa ke kesêkî wekû lazarêv biłê, le hemû kurdistanda merkezêkî bazirganîy gewre nebû .
 
şarî silêmanî ke merkez û paytextî mîrinşînî baban bû, şarêkî biçûkî hejar bû, tenanet le dwařojekanî mîrinşînî babanîşda, bigre le dway řûxanî ew mîrinşîne be maweyêkî zorîş wate le seretay sedey bîstemda jimarî danîştuwanî le 1000 mał yan zor zor le 2144 mał ya xud zortir lewe le 6 hezar mał tê nedepeřî .
 
le řûy jyanî komełayêtî şarî silêmanîyewe, sereřay ew komełga çînayêtyey basman kird cyawazîy komełayêtîş hebû, ’eşayîrekan xoyan be gewretir û bedestitir dadena le çaw danîştuwanî gundekanda, cûtyarekanîş, ew cûtyaraney řîç basî kirdûn jyanyan le jyanî koyley ekird .
 
ca le doxêkî weha dwakewtûy komełayêtî û abûrîda, nawçeyêkî weha piř le şeř û hera û ajawe, sermaye řûy tê naka û bebê řûtêkirdinî sermayeyş jyanî abûrî nabûjêtewe, her leber emeş bû gelêk lew qafłe dewłemend û gewraney be kurdistanda tê depeřîn layan nededaye şarêk le şarekanî kurdistan .
 
her leber ewaneş debînîn mîrêkî wekû meḧmûd paşa le sałî 1820da be dił ḧezî dekird wiłatekey bibûjênêtewe û berew řêyekî řast bîbat, bełam ewey bo neçuweser çunke ne sermayey ledest bû, ne sermayeş řûy dekirde kurdistan, leber ew hoyey ke sermaye řû dekate şwênêk doxêkî damezraw û piř le asayşî dirêjxayenî hebê , eweş le kurdistanda be giştî û le mîrinşînî babanda be taybetî çing nedekewt û nebû.
 
bełam ewane hemûy ewe nageyênê ke îtir doxî abûrî le cêy xoyda dewestê û pêşkewtin nabînê be xoyewe, be pêçewanewe, her ew nîmçe pêşkewtine bû le dwayîn řojekanî mîrinşînekeda, be taybetî le serdemî ’ebduřřeḧman paşada tewujmî hestî netewayêtî pitir le caran decûłand, xałfîn lem řuwewe dełê: nek her řuxsarî netewayêtî bełkû abûrîş bû ke řapeřînyekanî bedirxan paşa û mîrî řewandiz û ’ebduřřeḧman paşay babanî debziwand .
 
her leber eweşe debînîn řuxsarî netewayêtî le řapeřînekanî ’ebduřřeḧman paşada pitir le řapeřînekanî tirî mîrekanî pêşûy baban aşkira û be tewjimin, ewende heye ew pêşkewtine abûrîye negeyşte ew řadeyey destî gořîn beser řuxsarî komełgay mîrinşînî babanda bihênê û bibête hoyêkî řasteqîne û bizwênerêkî mîrinşînî baban berew pêşkewtin û serkewtinî tewaw biba.
 
heta çaw pêdaxşanêkî serpêyîş eweman bo derdexa ke mîrinşînî baban kem û zor be dirêjayîy bûnî, xawenî řuxsarêkî nîştimanperwerî buwe.
 
şarî silêmanî ke emřo nawcergey bizûtnewey netewayêtî û řoşnibîrî kurdistane, babanekan dayan mezrand û her ewan bûn towekeyan çand.
 
mîrekanî baban şanazîyan be wiłat û nîştimanî xoyan ekird. katê xane paşa fermanî kuştinî dû le seroke kurdekanî derkird, leber ewey le qisey derçûn witî: ewey legełme, legeł nîştimane .
 
katê le ’ebduřřeḧman paşayan pirsî ke bo nabête paşay beẍda, witî: řaste gewretir debim, bełam qumêk le befrawî wiłatekem nagořmewe be hemû nerêtî împiratorîyeteke .
 
le hemû giringitir eweye ke em zimane edebîye yekgirtuwey emřo kurd pêy denûsê, mîratî mîrinşînî babane, her le řojanî peydabûnî em mîrinşînewe, şêwey xuwarûy zimanî kurdî buwe zimanî řesmî mîrinşîneke. bo yekem car şa’îranî kurd le kurdistanî xuwarûda, be zarawî em nawçeye hełbestî nîştimanîyan beser gelî kurd û têkoşanî û mîrinşînî baban û amancekanîda hełda, şan be şanî şî’re diłdarîyekanyan, şanazîyan be pałewananî kurdewe kirduwe û bo řûxanî mîrinşînî baban firmêskyan řiştuwe .
 
’elî berdeşanî, şa’îrî mîllî, mêjûnûsî řapeřînekanî ’ebduřřeḧman paşa buwe be şî’ir. em şa’îre be şî’rekanî basî azayî û qaremanetîy mîrekanî babanîşî derdebřî .
 
le hełbestekanî ’elî berdeşanî û nalî û salim û kurdîda, eweman bo derdekewê ke mîrinşînî baban ta çi řadeyêk hestî netewayêtî bizwanduwe û biław kirdotewe, nek her le dił û derûnî şa’îrekanda bełkû le hest û naxî mîlletekeşda, heta emřoş mîlletî kurd şanazî be dwazde swarey mîrî babanewe deka.
 
şêx řezay tałebanîy mezin, le yekêk le şî’re here berzekanîda şanazî bewewe deka, ke çon silêmanî katê nîşîngey babanekan bû, ne meḧkûmî ’ecem û ne suxrekêşî alî ’usman bû .
 
her leber eweşe detwanîn biłêyn mîrinşînî baban gerçî le mîrinşînekanî tirî kurdistan gewretir nebû, bełam ew dewre nîştimanîyey le mêjûy gelî kurda gêřay û, ew encame gewre û mîrate zorey paşî xoy be cêy hêşt debête hoy ewey bebê sêwdûkirdin le pêş hemû mîrinşînekanî tirewe dabnirê.
 
serçawekan
 
1- tufîq qeftan, mêjûy ḧukmidaranî baban, beẍda, 1969.
 
2- xalfîn n. a. xebat le řêgey kurdistan, mosku, 1963 «be zimanî řûsî»
 
3- dîwanî şêx řezay tałebanî, beẍda, 1946.
 
4- risul alkirkuklî, duḧة aluzra’ fî tarîx wiqa’i’ biẍdad alzura’, bîrut.
 
5- sałḧ qeftan, mêjûy gelî kurd, beẍda, 1969.
 
6- ’ibdal’izîz silîman nwar, tarîx al’iraq aliḧdîs, alqahirة, 1968.
 
7- ’ibdal’izîz silîman nwar, dawid paşa walî biẍdad, alqahirة, 1968.
 
8- ’îzedîn mistefa řesûl, govarî kulêcî edebyat, beẍda, 1973, jimare (16).
 
9- kiludîwis cîms řîç, alirḧilة, biẍdad, 1951, c1, «tircimة biha’aldîn nurî».
 
10- lazaryêv s. m., kurdistan û meseley kurd, mosku, 1964 «be zimanî řûsî».
 
11- lungirîk, arbi’ة qirun min tarîx al’iraq aliḧdîs.
 
12- marf xeznedar, le babet mêjûy edebî kurdîyewe. mosko, 1967.
 
13- miḧimd amîn zikî, tarîx silîmanî û wilatî, beẍda 1939.
 
14- mîcerson, riḧilة mitnikirة ma bîn alinhirîn û kirdistan, biẍdad, 1970, c1, tircimة fؤad cimîl.