çwar minałeke

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  574 Dîtin
ey dił! wekû min binałe
bigrî bo ew çwar minałe
ke çon xoyan dabû ḧeşar
wek çwar bêçuwe melî hejar
tenha cê mabûn leber dê
le kuncêkî pena berdê
kiz kiz hełnîştibun kiłoł
kes û kar řoyştû bo çoł
biruskeyek hat leserda
agirî lew dêye berda
hemû sersam û ḧepesaw
gerû behenîsk gîraw
wa lewêwe çawyan lêye
çon damirdewe ew dêye
leber ew agire wêłe
ser derke mił becê bêłe
ca çwar minałey besziman
lebirsana berew xerman
berew şara xoyan kuta
ta ewêş wekû dê sûta
şara xo û deẍił û danî
agirî berdiraye gyanî
ew demeş řêkewt wabû
minalêkyan le xewa bû
hawaryan kird: babe, daye
agirman tê berbû xwaye