řojêkî nwê

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  521 Dîtin
sałê le sałan, řojêkî taze legel hateder
mijdey řûnakî bexşî be diłî tarîkî be şew
serî derhêna le asoy berzî yek wiłatewe
bo ewey tîşkî beser zemîna biław katewe
hew řoje naçê, hemû řoj demew beyanî hełdê
keçî êwaran leber tarîkî û samî şew hełdê
lew řoje naçê, hemû řoj demew beyanî hełdê
hezaran dad û sikała ekat wekû esîrê
lew řoje naçê her le beyanî heta êware
dîlî çarşêwî hewrî çiłkin û tem û ẍubare
ew řojey ełêm yek car heł buwe û şew pêy nawêrê
heta hetaye řojê le řojan be řeş nagîrê
hewrî çiłkin witem û ẍubarîş xoyan diłnyan
hergîzawhergîz řûy řojî wanwê nagîrî pêyan