bo gułêkî jakaw

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  578 Dîtin
ey gułî taze geşawe!
le newbeharî jîna bûy
şoxî be cwanî řazawe
le baxçey pêkenîna bûy
***
leser çiłî berzî nyaz
be şiney şemałî geşe
lar û lencet piř bû le naz
behrey piř pêstî ew leşe
***
her çawê ke’eydî şêwet
ebłeq û ḧepesaw ebû
be xunçey ew dem û lêwet
bedił gîrodey daw ebû
***
zorcar melî hest û tase
becwanî to xiroşawe
zorcar tasawe henase
beserincî ew dû çawe
***
keçî daxekem le nakaw
win bû şêwe û serinceket
wek gułêkî hełpiçurkaw
beserçû lar û lenceket
***
le’encama diłey şeyda
zanî jakay bebay xezan
lebin diřka, lejêr pêda
bedestî nirxî to nezan