bo goranî nemir

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  869 Dîtin
ey bałdarî şî’rutin!
berew asoy mebestî min
cê bêłe hêlaney henaw
şeqqey bałim ewê be taw
egerçî payîzî řûzerd
gerçî xezanî dax û derd
gułî gořîm be diřk û dał
şîrînî lê kirdim be tał
sarde řêy der û deşt nîye
derçunî to bo geşt nîye
germe naxî hêlaneket
cê bihêłe aşyaneket
bifře û biłê: ey kurdîne
şî’ir û edeb perwerîne!
«goran» koçî kirde seywan
geyye jêr darî erxewan
«goran»y şa’îrî mezin
kewte naw gomêkî bê bin
ew edîbe hełkewtuwe
le baweş gořa xewtuwe
ew bilbiley be bestewe
goy şî’rî xiste řistewe
ta êware, ta beyanî
bo bûkî diłdarî û cwanî
ew bû le çerxî bîstema
le kêwî sextî sitema
şabazî ser liqî hełbest
qełay şî’rî tazey hełbest
şî’rî «beheşt û yadgar»
boy cê hêştîn be yadgar
çepke gułî ew baxeye
feramoşî em daxeye
be çepke «firmêsk û huner»
samanî mirwarî û gewher
gułî pêşkeş ême ekird
exraye ser gencîney kurd
be nûkî tîjî xamekey
berew name û peyamekey
le xermanî zimanî kurd
şen û kewî wişey ekird
bo řûnakî mandû ebû
yan pepûley bo bon tînû
wek perwaney dûr le çira
le şwên zanistî egeřa
lenaw şewezengî jîna
le dinyay şî’ir û nûsîna
wekû mom sûta twayewe
serî serberzî nayewe