bo sawakem

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  660 Dîtin
ey mîwanî tazey dinyay gewre û firawan
destî be xêrhatnî tom naye ser çawan
bexêrhatî şeşem çiroy darî jyanim
tiruskey çaw, hêzî ejno, aramî gyanim
bexêrhatî xunçey saway gułbaxî bunim
ciger goşey naw baweşî germî derunim
lemełbendî nebunewe bo asoy jyan
letarîkî nadyarî bo ser dinyay gyan
le’asmanî nedîwewe berew dinyay bun
hatî bigey bew melaney lepêş towe bun
bełam řołe! to minałî, berxoley saway
bê pirs wiřa, bê řezabun, berewlay dinyay
dyare emřo to nazanî ke em dinyaye
bo şepolî meynetî widerd ełêy deryaye
eweta min ke bo êwe wek pasewanim
bo perwerdey nemamî bax wek baxewanim
be birjangî tîjî çawim baxçem ekêłim
bedestim bê, çon diłim dê becêtan bêłim?
towî řenc û teqełaye lewbaxe eřwê
xunçe û çiroy guł û nemam bexwên epşikiwê
be areq û xwênî ciger nemam aw edem
řîşey diłim be perjînî dewrî bax ekem
bedestim bê çon etwanim le êwe durbim
be řoj û şew leser pişkoy agirî surbim
ta tenanet le şêwey toş bê behre û beş bim
minî bawik, bo toy sawa wa bê baweş bim
bełam řołe diłnyabe hetakû mawim
bo perwerde û xoşî êwe ebê hengawim
takû êwey nemamî bax geş û têraw bin
dił nayewê gułî řumet sîs û jakaw bin
tadêne ber, ta pê egen bo kořî jyan
wird wird gyanim le řêta ekem be qurban