basî peşîmanbûnewey şîrîn û hatnî bo baregay xusrew

Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 3 Xulek  8 Dîtin
ke xusrew řoyşit destibecê şîrîn
berbuwe giryan be şîn û nałîn
le gustaxî xoy gelê xiceł bû
yekcar peşêw û şipirzedił bû
hate derewe lenaw qesrî seng
gułgûnî zîn kird be diłêkî teg
ew şewe gelê serma û tarîk bû
řêga dyar nebû yekcar barîk bû
řûy kirde seḧra beyelẍar û dew
heta geyşte baregay xusrew
’esker û ẍułam hemûyan yekser
nûstibûn hîç kes nebû bexeber
leber xêwetî padşa şapûr
tenha westabû seyrî kird le dûr
swarê peyda bû zor serî sûř ma
ke ewe kêye wa dêt be tenya
çû berewpîrî seyrî kird şîrîn
swarî gułgûne daybezan le zîn
gutî be şîrîn ey mułkî sîma
boçî bem şewe hatûy be tenya
şîrîn destî girt birdîye penawe
qisey xusrewî hemû gêřawe
gutî beřastî zor bê’eqłîm kird
diłî padşam řencand destubird
min lew qisane zor peşîmanim
xecałetbarim çare nazanim
ke tora, ’eqiłim le serim laçû
swarî gułgûn bûm kewtime řêge zû
xom be bextyar dezanim kewa
tûşî bedkarê nebûm le řêga
êstake nîme le kes xof û bîm
namûsim dekem wa be to teslîm
dû řicam heye dexil û aman
bom becê bêne wek merdî meydan
yekê emeye wextê padşa
serlebeyanî ke le xew hełsa
bimşarîtewe nezanê xusrew
ke emşew hatûm min le şwênî ew
duwem emeye ta marem deka
destim lê neda û be wesiłim nega
em dû îşe ger bom pêk nehênî
degeřême dwa, her zû sibeynê
şapûr ’erzî kird gutî beser çaw
herçî defermûy wa dekem tewaw
řoyşit gułgûnî birde ser axur
şîrînî birde xêwetêkî tir
xusrewî perwêz dû xêwetî bû
yekê bo nûstin piř ferş kirabû
xêwetekey tir bo bezmî bade
řazanrabuwewe cwan û amade
şîrînî wekû parçeyek le nûr
birde xêwetî bezmeke şapûr
dergay xêwetî leser kird meḧkem
xoy çû bo xêmey şahî cemḧeşem
beyanî le xew hełsa padşah
řûy şu’ley deda be manendî mah
gutî be şapûr emşew le xewma
le baẍêka bûm xoş û basefa
lenaw gułzara degeřam sermest
çirayekî zor cwanim kewte dest
bo te’bîrî xew hate cwab şapûr
gutî çawî bed le řûy to bê dûr
şukirane bike bo gyan’aferîn
bem zuwe degey be wesłî şîrîn
le te’bîrekey şapûrî dana
keyfî zor xoş bû şahî ’alî ca
sibey le meşrîq ke řoj hate der
meclîsî sazkird şahî tacwer
koyan kirdewe hemû hawdeman
derkiran lelay şa, nameḧreman
suraḧî û saẍir pyałe û nuqłidan
danran be tertîb leser mêzî cwan
saqî hat gêřay şerabî gułnar
mutrîb destî kird be lêdanî tar
nekîsa nawêk mutrîbî şa bû
legeł barbut ke bê hawta bû
nekîsa lêy da ’ud û çeng û saz
be neẍmey xoş û meqamî ḧîcaz
hełsa her wekû perwane şapûr
çû bo xêwetî yarî cebînnûr
be şapûrî gut şîrîn tu xuda
mutrîbêk bo min bihêne êsta
ba ḧesebḧałim zû bika beyan
ew le cyatî min bo şahî cîhan