basî řoyştinî xusrew be qînewe
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
92 Dîtin
xusrewî perwêz zor qînî hełsa
beqar û tundî geřayewe dwa
ew şewe befir û baran debarî
girmegirmî bû hewrî beharî
bekuł degrya şahî tacdar
espekey tawda xêra beyelẍar
hate baregah be diłî ẍembar
ne aramî bû ne sebir û qerar
wezîrekanî nûstin nîweşew
şapûr mayewe tenha lay xusrew
gutî be şapûr nazanî şîrîn
çî legełma kird beqar û be qîn
zor be qisey xoş legełî dwam
esłen cwabêkî xoşî pê nedam
maceray hemû tewaw seranser
bo gêřayewe şahî tacwer
cwabî dayewe şapûrî dana
gutî dexîlim aman padşa
nabê ’aciz bî le cewrî cwanan
debê bikêşî nazî meḧbûban
boçî lat waye şîrîn bê ẍeme
bo to, piř diłî derd û eleme
emşew sebir ke heta beyanî
bo xot têr binû bê diłgiranî
xo kot û zincîr her dekirêtewe
şew tarîkîş bê řoj debêtewe