basî řoyştinî xusrew be byanûy řawewe bo etrafî qesrî şîrîn

Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 12 Xulek  62 Dîtin
ah û nizûley şîrîn kirdî kar
xusrew meylî kird biçêt bo şikar
supa ḧazir bûn heł kira ’elem
řoyşit bo şikar şahî cemḧeşem
dengî tepił û kûs leser piştî fîl
berz bû lem mîl hetakû ew mîl
bo def’î toz û ẍubar le řêga
bo awiřşên çûn çend hezar seqa
hezar ḧuştirîş kira amade
barkiran le ferş legeł secade
‏şapûr têgeyşit lew efsaneye
ke bo řaw çûnî şah behaneye
le ’îşqî şîrîn şêt û şeydaye‎
bo dîdarî ew řû le seḧraye
heta hefteyek meşẍûłî řaw bû
le paşan wextê ke řaw tewaw bû
baregay hełda şahî tacdar
nizîkî qesrî şîrînî nazdar
şew berseda hat yekcar serma bû
fesłî zistan bû zor hewa û ba bû
be emrî xusrew le hemû lawe
wek cejnî newroz agir kirawe‎
be arezûy dił be şadumanî
îsraḧetî kird heta beyanî‎
sibeynê wextî ke le xew hełsa‎
çend pêk şerabî xwardewe ewsa‎
ke zor serxoş bû swarî şewdêz bû
xêra berew řûy qesrî şîrîn çû
seyryan kird wa hat xusrew, kenîzan
çûn xeberyanda be şoxî zeman
gutyan xusrewî perwêzî aşnat
legeł çend ẍułam wa le řêwe hat
şîrînî diłpak nextê ḧepesa
zanî şah meste le ḧeyay tirsa
emrî kird xêra dayanxist derga
çend ẍułamêkî le derê dana
ferşî awrîşmî zorî narde der
cêgayan çak kird bo şahî tacwer
gewherî zorî da be kenîzan
bîken be şabaş bo şahî cîhan
xoy çuwe serban be lence û be lar
danîşt wekû mang kirdî întîzar
seyrî kird gerdê peyda bû le deşt
bew toz û gerde şîrîn çawî řişt
seyrî kird lenaw toz û gerda şah
derkewt řûy wek mang le hewrî syah
tacî şahaney nabuwe ser ser
řûy dedrewşawe wek mangî enûr
xetî lay lêwî taze řuwa bû
be awî ḧeyat têr’aw kirabû
deskê nêrgizî girtibuwe destî
wêney dû dîdey nêrgizî mestî
şîrîn xusrewî bew new’e dî zû
le ’îşqî bałay kewt û bêhoş bû
ke xusrew zanî derga daxrawe
lew dîw derwaze qufił dirawe
le kenîzêkî pirsî çî buwe
şîrîn derwazey bo daxsituwe?
çî le min dîwe ya çî qewmawe
lam waye le min diłî êşawe
biłê be şîrîn min şa nîm, gedam
ẍulamî ewm her bendey dergam
lelay ew satê debim be mîwan
’eybe boy derga daxa be yezdan
emîn bê, hatûm be ḧeqî xuda
heta neybînim nageřême dwa
kenîzekekey çû bo lay şîrîn
’erzî kird qisey şahî řûy zemîn
şîrîn emrî kird biçin her êsta
fiłan şeştaqî zeřkarî teła
biřazênnewe şahane zor cwan
bipirjênin pya ’etir û ze’feran
ferşî zeřkarî tya řaxen yekser
dabnên têyda kursî zêw û zeř
lepaşan biçin bo xizmet xusrew
biłên pêy kewa ’erizit deka ew
eger mîwanî mine padşa
lew şeştaqeda îsraḧet bika
le paşan minîş deçim bo serban
têr qise dekem legeł şay cîhan
kenîzekêkî şîrîn çû derḧał
xeberî bird bo şay biłind îqbał
şeştaqekeyan zor baş tertîb kird
xusrewyan bo naw ew şeştaqe bird
şîrîn kirdîye ber cilî gułnarî
şaney kird pelkî wekû zunarî
tacêkî şahî le le’il û gewher
be naz û ’îşwe, keç naye ser ser
be lence û be lar řoyşte serban
sucdey bird bo şah wêney ẍułaman
le gwêyda hebû gwareyekî le’il
xistîye ber pêy espî xusrew lecyê ne’il
sed dane dûř û mirwarî zor baş
ḧeway daye xwar ber simî, şabaş
ke şîrînî dî padşay çalak
leser kursî zêř kewte ser řûy xak
lepaş se’atê xusrewî perwêz
pirsî eḧwałî yarî şekiriřêz
witî zor bijîy wek serû azad bî
da’îm ser sewz û cwan û diłşad bî
legeł min saz bûy wekû şekir û şîr
le xizmetî min hîç netkird teqsîr
bełam boç datxist leserim derga
xo řûy nedawe le bende xeta
min mîwanî tom hîç kes le mîwan
derga danaxat bexwa şîrîn gyan
cwabdanewey şîrîn be xusrew
cwabî dayewe şîrînî nazdar
gutî fîdatim şahî tacdar
to padşahî leser řûy cîhan
minîş beydaxî tom wa le serban
eger defermûy ke hergîz însan
derga danaxa leser řûy mîwan
xu to mîwan nît bazî şikarî
detewê bigrî kewî kosarî
ger mîwanîş bî amadeye cêt
minîş kenîzem serim wa le řêt
derga ke daxem ḧeqim be deste
çunke padşa serxoş û meste
to mestî minîş lêre tenha bim
le buxtanî xełq yeqîn dûr nabim
qet medře perdey ’îsmetî şahan
her wekû diřît to le esfehan
to le ’îşqî min zor bê nyazî
xerîkî yarît nek ’îşqibazî
le ḧemdî xwawe şekirit tewawe
şîrîn bêtame hengiwînî xawe
min řûm le qîbley řûy to kirduwe
to hezar qîblet ta emřo buwe
cyê nabêtewe dû yar le yek dił
qet dûdił nabê însanî ’aqil
to way lenaw baẍ min le xanûy teng
to le beheştiday min wam lenaw seng
xo min mindał nîm to be şîrînî
ke tefrem bidey bimxiłetênî
def’eyek nemdî ke to min yad key
ya řojî diłim xoş û azad key
key nardit bo lam řojê peyamê
key yadit kirdim her be selamî
pêkit lê deda to bedłî şad
tîşey deweşand bêçare ferhad
cwabdanewey xusrew
cwabî dayewe şahî cîhandar
gutî be şîrîn yarî dił’azar
gileyît tałe wekû zehrî mar
kanîy hengiwîne demit ey nîgar
diłim danawe bot leber derga
serim le kam cê dabnêm êsta?
řicaye le ḧeq min meke cefa
gunahim nîye be ẍeyrî wefa
gunahkarîş bim diłit řeḧîme
bexşînî gunah řesmî qedîme
hergîz xułqî bed meke be maye
boç pyawî gewre dekey bêmaye
gunahî xome kewa kesasim
em bêqedrîye le xom denasim
eger gwêm bigrî to bimfiroşî
hîç çarem nîye ẍeyrî xamoşî
eger bixeyte ser milim xencer
lejêr xencerit min lanabem ser
cwabdanewey şîrîn
şîrînî ermen şoxî meh peyker
demî kirdewe wek qutûy gewher
gutî nabê ’îşq û gerdin firazî
gałtey pê nakirê qet ’îşqibazî
serit be şahî gelê meẍrûre
nazanî ẍirûr le ’îşq dûre
teyrê bûm be ser çilî guł fêr bûm
key fêrî germay naw germesêr bûm
min lêw û demim be befraw fêr bû
wek guł bedenim le boy xoş têr bû
êstake lenaw em xanûy berdîne
behoy toweye diłim ẍemgîne
hemû wextê tom beyar dezanî
be dostî wefakirdar dezanî
îtir le mirdin nîme xof û bîm
gyanim be tîẍî to dekem teslîm
be manendî min serwêkî azad
çon be derdewe danîşim naşad
lêwim têr’awî zîndeganîye
awim le cogey newciwanîye
mang řûm bibînê debê dêwane
çira desûtê bom wek perwane
řûy min serxêłî şoxî û tenaze
kenîzî dergay min kîbir û naze
welî nî’metî řêḧanem ey şa
xom welî ’ehdî şekirim be xwa
tirincî çenem eger bikat yad
xecałet debê narincî beẍdad
ger sêwî kułmim bidem be şahan
bazařî deşkê sêwî esfehan
eger bimbînê kar’askî xeta
xerac be dîdey mestî min deda
be tay perçemim mang dekem zincîr
hezar şêrî neř dekem be nêçîr
leber ’îşqî min şûr zor kewte ser
xwênî hejarim zor da be heder
zor xwênim řiştuwe be çawî mestim
neřoy be xwênit řeng dekem destim
cwabdanewey xusrew
xusrew gutî pêy ey yarî gyanî
le min me’lûme to yekcar cwanî
řût şu’le deda le nizîk û dûr
to çiray řojî dedrewşêy wek nûr
eger biłêm řût řoje ey nîgar
řoj be wêney řût nîye şu’ledar
le řiq û qîn û ẍezeb waz bêne
řêy sułḧ bigre, tundîy menwêne
herçendê gewre ẍezeb binwênê
diłî ’aqîbet řeḧmet dehênê
heta bimênim her to dulbermî
newek her dulber to gyanperwermî
to be şîrînî meşhûrî qurban
betałî medû legeł min aman
cwabdanewey şîrîn
şîrîn ’erzî kird ey daray ’alem
xawenî ’elem sertapay ’alem
min le dunyada ke pedîdar bûm
bo to be gyan û dił xerîdar bûm
min ’îşqim bo kes ẍeyrî to nebird
ẍeyrî to meylî hîç kesim nekird
xom deparêzim le tufanî to
ḧez dekey bend be ḧez dekey biřo
saḧêb şehwetî to ey bêxeber
le ’îşq dûrî ey xakit be ser
mîwanî ask nabê hergîz şêr
baz be çoleke esłen nabê têr
be ḧîle û efsûn nabî be melek
le baweş nagrî qet mangî felek
min nawim awî zîndeganîye
toş nawit agirî newcewanîye
aw legeł agir yek bêt û bigrê
me’lûme fîtne řûy dunya degerê
legeł şekirda biço bo şikar
legeł şîrîna îtir nîte kar
boç meylî qesrî şîrîn dekey to
bo qesrî şekirî esfehan biço
detwanim be xuda çawekem el’an
be tarî zułfî xom bithênme serban
şîrîn emey gut destibecê xêra
hełsa le serban řûy xoy wergêřa
piştî tê kird û be lence û be lar
wîstî ke biřwa le ḧesar bo xwar
xusrew beserî xoy zor swêndî da
ke neřwa şîrîn geřayewe dwa
dîsan danîşt û beḧîle û destan
şîrînî ermen berbuwe giryan
bełê ew karey ’aşiq bika sist
çakî dezanî diłaramî çust
cwabdanewey xusrew
xusrewî perwêz be qisey nermîn
cwabî dayewe gutî be şîrîn
me’lûme ke toy lampa û çeraxim
humay gułşenim tawwisî baẍim
be qisey naxoş bes bimřencêne
wekû zułfî xut diłim meşkêne
tikat lê dekem yarî cebîn guł
bese bes to ẍem hênde megre dił
eger to emşew namkey be mîwan
serim heł degirim wa deřom el’an
îtir le ’îşqî to heł degerm dest
saqî tir zore ke min bika mest
be gułêkî tir xom bon xoş dekem
deçim şîrînî tir min noş dekem
le dił der dekem ’îşqî şîrîn ca
şekir zor heye bîkem be ḧełwa
cwabdanewey şîrîn
şîrîn emey bîst hełsa destubird
sucdey birde ber zemînî maç kird
gutî ya xuda her kameran bî
her saḧêb mułk û saḧîbqiran bî
‏#le şu’ley řûy to dunya piř nûr bê‎
le çawî bedkar cemalit dûr bê
to bo řaw hatûy şahî řûy zemîn‎
‏minet mexere ser qesrî şîrîn‎
to deryayekî zor bê payanî
saḧêbîy hezar řazî penhanî
min cogeyekim awim řewane
qisey naw diłim leser zubane‎
‏qet qisey bêcê nakem legełta
boç demřencênî bêcê padşa
qisey zor bêcêt wa leser deste
hem xot serxoşî hem qiset meste
‏gustaxî meke legeł min aman‎
‏le fîtney çawim bitirse qurban‎
‏tatay perçemim ke wek zunnare‎
he‏mû tayekî ’eynen yek mare‎
xerîkî ewey bimxeyte naw bîr
be byanûy şikar namkey be nêçîr
wazim lê bêne min derkirawim
lem qesre çołe mat û damawim
bo to min xomim wa kird bêçare
le mułk û dewłet xom kird aware
binaẍey dostît xo be bada to
binaẍey taze damenê emřo
to biçorewe baregah qurban
řenge sibeynê bitkem be mîwan
hetakû êsta goştiman nekuławe
cêman natewaw ḧełwaman xawe
cwabdanewey xusrew
xusrew têgeyşit meḧbubey tenaz
le ser dernaka esłen mekir û naz
gutî be şîrîn aramî gyanim
bînayî dîdem řoḧî řewanim
legełma boçî to her cewr dekey
bebê řon da’îm serim çewr dekey
emşew sermaye û fesłî zistane
befir û baran û sehołbendane
bimke be mîwan ba nembê serma
çaw deqûçênim be edeb bexwa
hîç seyrit nakem bo xom be edeb
lat dadenîşim yarî şîrînleb
eger bêhoşim to hoşt birdûm
serxoş nîm her to serxoşt kirdûm
to karê meke be diłgiranî
bigeřîmewe ey yarî gyanî
hêndey tir mede lem diłe tenge
dił goşte qurban nek poła û senge
diłim meşkêne yarî dił’azar
herwekû ferhad memke sengesar
serim sûř mawe çende dûřengî
geh mayl be sułḧ gahê be cengî
bełam to ḧeqî xizmetit heye
wefay pêşîn û suḧbetit heye
cwabî şîrîn
cwabî dayewe şîrîn hemdîsan
gutî be xusrew ey şahî cîhan
me’lûme nakat şah ’îşqibazî
bîkat teklîfe diro û mecazî
’aşiq yekêke leser řûy dunya
her yarêkî bêt betaqî tenya
tanem lê mede be ’îşqî ferhad
ẍerîbe û mirdû be çak bîke yad
kuhken bo min zor be mirwet bû
biray diłsozî dunya û qyamet bû
hêşta ney dîwim ferhadî miskîn
her dengî bîstuwe tenha le şîrîn
ew bo min kêşay hezaran cefa
to řojî netgut be min merḧeba
to ḧełał xor be, wek bazî şikar
wek sîsark mexo ḧeywanî mirdar
min qurban boye şîrîne nawim
be gałte zor kes kewtuwete dawim
swêndî zorî xward şîrînî dana
gutî be ḧeqî xuday bê hawta
ta marem nekey be arezûy dił
meqsûdit nabê ebeden ḧasił
em qiseyey kird be tundî û be qîn
hełsa dabezî le serban şîrîn