basî řoyştinî xusrew bo esfehan bo lay şekir xan

Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 5 Xulek  61 Dîtin
xusrew ke wextê bo esfehan çû
seyrî kird ehlî řûxoşin hemû
şewêk padşa legeł yek ẍułam
çû bo qesrekî şekirî guł’edam
le derwazey da şahî tacwer
pyawêkî şekir le mał hate der
seyrî kird cwanê wa le ber derda
tacî şahaney ew wa leserda
ciłewî bo girt dabezî perwêz
ẍułam birdîye naw tewîle şewdêz
xusrewyan birde qesrî zeřinşan
zor girtyan qedrî be dił û be gyan
fermûy zû biçin biłên be şekir
mîwanî toye şahî tacwer
şekir ke bîstî hat kişan kişan
be lence wêney serwî xeraman
le zułfî deřja nafey mîskî çîn
le lêw û demî debarî hengiwîn
danîşt lay xusrew şoxî řendane
pêkî şerabî pêda azane
peyderpey pêkî şerabî pê da
heta serxoş bû be tewawî şa
xusrew serxoş bû destibecê şekir
hełsa le ḧucre xêra hate der
zor kenîzekî řom û çînî bû
zor gurcî cwan û nazenînî bû
kenîzekêkî ke hawtay xoy bû
be bejin û qamet hawbałay xoy bû
lîbas û xişłî xoy zû kirde ber
nardîyewe jûrewe bo şahî serwer
xusrew serxoş bû le ẍayet beder
wayzanî şekire be xatrî teř
girtîye baweş heta beyanî
be wesłî geyşit be kameranî
le ḧusin û cwanî xusrew medhoş bû
ke swarî bû yekcar pêy xoş bû
sibeynê zor zû kenîz çuwe der
ḧałatî şewî ’erz kird be şekir
emca şekirî şoxî esfehan
řoyşte ḧucrey şahî newciwan
xusrew ke hełsa gutî şekir gyan
qet cwanî wek min lat buwe mîwan?
cwabî dayewe şekirî şîrîngo
gutî nembuwe mîwanî wek to
le ḧusin û cwanya emsalit nîye
yek ’eybit heye pêt dełêm çîye
’eybit betenya emeye qurban
demit bogene ey şahî cîhan
sałê leseryek şîr bixo emca
bogenî demit namênê ewsa
xusrew emey bîst destibecê aza
du’axwazî kird geřayewe dwa
be qisey şekir sałêkî tewaw
şîrî xwardewe padşahî law
lepaş sałedwa xusrew hemdîsan
le ’îşqî şekir çû bo esfehan
le qesrî şekir şahî tacdar
kira be mîwan be manendî par
şewê be bezim û be badenoşî
berbûne keyf û suḧbet û xoşî
ke xusrew mest bû wek sałî pêşû
kenîzekekey kirde pałî zû
serlebeyanî kenîzek hełsa
řoyşte derê le ḧucrekey şa
lepaşan şekir hate lay dîsan
xusrew lêy pirsî gutî şekir gyan
řastîm pê biłî hetakû êsta
mîwanî wek min bûte qet tu xuda?
hate cwab şekir be lefzî şîrîn
’erzî kird gutî şahî řûy zemîn
parîş cwanêkî wek to hate lam
leber bogenî demî ḧepesam
bełam to bonî demit zor xoşe
wek bonî ’etre û guł û weneşe
xusrew gutî pyê ’eybî min kewa
dembugenîye defi’ debê emma
to saḧêb ’eybî zor bê’endazey
her şewê legeł yarêkî tazey
wek felek legeł kesda nasazî
legeł hemû kes to ’îşqibazî
cwabî dayewe şekirî nazenîn
be naz û ’îşwe û ẍemze û pêkenîn
be ḧeqî ewey tenha û zînduwe
kes şekirî minî qet neçeştuwe
min lew îşaney to dełêyt dûrim
kiçêkî bîkirim her serbemorim
kenîzî min bû ke şewê lat bû
ta řoj piştanî bejin û bałat bû
le nîweşewda ke to serxoş bûy
le ’îşqî bałam mat û bêhoş bûy
nardime baxełit ta wextî seḧir
to pêt nezanî seḧer hate der
wextê emey bîst padşa der’an
hełsa be gurcî řoyşte dîwan
gewre gewranî şarî kird tełb
kirdî teḧqîqî şekirî şîrîn leb
şehadetyan da hemûyan yekser
gutyan kiçêkî zor pake şekir
çend jinêkî bo keşfî nard ca
keşfyan kird geřanewe bo lay şa
’erzyan kird gutyan şekirî esfehan
hêşta her kiçe xwardyan swêndan
wextê emey bîst şahî tacdar
nardîye xwazbênî şekirî nazdar
tedarekî kird cwan û şahane
şekirî gwaztewe gurc û azane
seyrî kird morî hêşta neşkawe
şekire legeł guł têkeł kirawe
lepaş çend řojêk şah le esfehan
koçî kird çû bo meda’în dîsan
le dway mudetêk têr bû le şekir
le diłî hełîda ’îşqî şîrîn ser
emca ba bêyne ser basî şîrîn
le dûrî xusrew ’aciz bû ẍemgîn
deygut îlahî feryadřesîm ke
lutif û merḧemet be bêkesîm ke
be awî çawî tîflanî me’sûm
be sozî sîney pîranî mezłûm
be dînî pakî dînperweranit
be siřî diłî pêẍemberanit
le to napoşim řazî nîhanî
dezanî hemû siřî penhanî
hênde sebirim kird perdey dił diřa
hêzim nemawe taqetim biřa