basî řoyştinî şîrîn bo kêwî bêstûn bo lay ferhad û saqit bûnî espekey
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
2 Xulek
82 Dîtin
mubarek řojê le řozgaran
şîrînî ermen legeł nazdaran
basî ’îşretî caranî dekird
qisey gułgeşt û seyranî dekird
lepaş qise û bas suḧbetî tewaw
basî bêstûn axir hate naw
şîrînî nazdar gutî be yaran
deçme bêstûn be ’ezmî seyran
be mîr’axuřî emir kird şîrîn
hełsan destibecê ułaẍyan kird zîn
tesaduf gułgûn lew dewwire nebû
espêkî tiryan bo hêna zûzû
swar bû kewte řê betaw û yelẍar
şîrîn çe şîrîn? wekû newbehar
nêrgisî dîdey mest û bêxew bû
wêney xermanî gułî têr’aw bû
xulase řoyşit şîrînî ermen
katê geyşte nizîkî kuhken
pyałeyek şîrî dayê derziman
gutî ey ferhad bîke noşî gyan
werî girt le dest mahî diłara
xwardyewe kuhken destibecê xêra
bełî me’lûme ’aşiqî şeyda
yar bêt be saqî zehir bê deyxiwa
kewte berî pêy be yahu yahu
girya û nałandî řûy le berpê sû
gutî bînayî dû dîdey ferhad
dûr bî le çawî pîsî bednîhad
yaxwa wekû guł řût her xendan bê
zułfî mişkînit ba perêşan bê
le herdû dunya xwa bîka azad
wek em bendeyey xutit kird diłşad
çunke muflîsim xecałetbarim
le aqarî to zor şerimsarim
xo nîme genc û xezêne û gewher
ta şabaştî kem serûy sîmîn ber
her gyanim heye bîxeme ber pêt
bîkem be şabaşî xakî berî pêt
cwabî dayewe şîrînî ermen
fermûy sebir ke ferhadî kuhken
em kare tewaw bikey merdane
îtir naymênê xusrew behane
lepaş qisey zor dulberî mehweş
gutî be ferhad deřom şewt xoş
awzengî tund kird biřwa beyelẍar
gila espekey şîrînî nazdar
meşhûre dełên espekey şîrîn
saqit bû derḧał ferhadî miskîn
şîrîn û espî hełgirt be serşan
řûy kirde seḧray çoł û byaban
birdîye berdemî qesrekey aza
le řêga anê esłen newesta
be şîn û giryan be waweylawe
şîrîn û espî dana û geřawe