basî mirdinî ferhadî kohken

Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  67 Dîtin
xusrew casûsî zorî danabû
ḧałî şîrînyan tê degeyand zû‎
xeberyan daye gutyan ke şîrîn‎
çû bo dîdenî ferhadî miskîn‎
le ’îşqî şîrîn wa be destubird‎
ew kêwe sextey parçeparçe kird‎
eger bem new’e kar bika ferhad‎
be yek mangî tir kêw deda be bad
wextê emey bîst şahî tacdar
pirsî le pyawê ’aqił û hoşyar
gutî tedbîrim çîye çon debê?
şîrînî ermen le destim deçê
nardyan pyawêkî mel’ûnyan hêna
gutyan be gurcî biço her êsta‎
biłê be ferhad xakit be daman
şîrînî nazdar şay newnemaman
le dunya derçû ey quřit beser
her řencêkit da řoyşit be hedir
we’dyan daye le zêř û le mał
çend teleb bikat bîdenê derḧał
destibecê kabra çû bo lay ferhad
gutî daxekem řenicit çû be bad
bê ’eqłî nefam dił piř daẍ û derd
emca çî dekey şîrîn emřo mird
ew laşe cwaney ke wekû guł bû
daxekem emřo esperdey gił bû
ferhad emey bîst be pejarewe
leser taqî berd kewte xwarewe
be dengêkî berz gutî ax şîrîn
gyanî teslîm kird be gyan’aferîn
şîrîn le paşan xeberî zanî
kewa ferhad mird be diłgiranî
çû bo ser laşey ferhadî kohken
zor lawandîyewe be girye û şîwen
kifin û difnî kird be řesmî şahan
sipardî be xak be dîdey giryan
gumezî bo kird ’alî û şahane
qebrî ferhad bû be zyaretxane
çunke kuhken řencî birdibû
be nařeḧetî û mîḧnet mirdibû
bebê tirs û xof le te’ney eẍyar
te’zîyey bo kird şîrînî nazdar
emca le paşan padşay cîhan
lew karey kirdî zor bû peşîman
leserî bar bû ẍem û pejare
mute’esîr bû be dił lew kare
le diłda deygut zor xirapim kird
debînim cezay eme destubird