basî xeberzanînî xusrew le ’aşiqibûnî ferhad be şîrîn
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
5 Xulek
8 Dîtin
bedkarê řoyşit bo lay padşa
lew karesate xeberî pê da
’erzî kird ferhad le ’îşqî şîrîn
da’îm xerîkî giryane û nałîn
le sewday ’îşqî şêt buwe û şeyda
girtûyetîye ber, řêy çoł û seḧra
hîç şerim naka le cewan û le pîr
natirsê hergîz le şimşêr û tîr
hemû hefteye deçê beyelẍar
kiřnûşê debat bo qesrî diłdar
em qiseyey bîst katê xusrew şa
’îşqî şîrînî zyad bû le diłda
çunke me’lûme kewa dû bulbul
çaktir dexwênin le dewrî yek guł
zorî pê xoş bû ke ew mehřuwe
’aşiqêkî key bo peyda buwe
bełam lelayşî giran bû xusrew
ferhad ’aşiqe be nazdarî ew
fikirî kirdewe gelê lew kare
ke tedbîr çîye çon bika çare
çend meḧremêkî bang kird bo tedbîr
fermûy zor diłim ’acze û zwîr
bîstûme dełên ferhadî miskîn
şêt û şeydaye le ’îşqî şîrîn
eger bîkujim gunahim dega
neykujim yeqîn bednawim deka
wezîrekanî tedbîryan bo kird
çend swareyekyan nard be destubird
legeł espêkda gutyan ke aza
ferhadî sengitaş zû biken peyda
lepaş te’zîmî zor û îḧtiram
pêy biłên xusrew lêt deka selam
îşî pêt heye hełse legełman
biçîn bo xizmet padşay cîhan
swarekan hełsan be ti’cîl xêra
geřan kej û kêw řûy deşt û seḧra
bebê mudara çend řoj û çend şew
degeřan bebê xorak û pêxew
axrî řojê seyryan kird ferhad
wa le deştêke be diłî naşad
ẍembar kewtuwe yexey kirduwe çak
gewz deda leser berd û xoł û xak
newcewanêke lawçak û dilêr
besam û heybet wekû neřeşêr
selamyan lê kird be gurc û çalak
gutyan boçî wa kewtuye ser xak
sebebî çîye ke wa ẍembarî
boçî ’aczî boç bêqerarî?
xusrew padşay hemû afaqe
be dîdarî to gelê muştaqe
bifermû swar be, şahî tacdar
çaweřêy toye deka întîzar
cwabî dayewe ferhadî miskîn
be diłî ẍembar be lefzî şîrîn
gutî kake min ẍerîbim hejar
debê çî bwê le min şehryar
dêw û cin le min debin herasan
minî bo çîye padşay cîhan
tikam wehaye merdanî hoşyar
bigeřênewe bo lay şehryar
biłên zor geřayn seḧra xwar û jûr
nemandozyewe ferhadî řencûr
gutyan ey ferhad miskînî hejar
ẍerîbî bêkes şêtî ’îşqî yar
qestem be zatî xalqî ’alem
bo lay toy nardûyn şahî cemḧeşem
behane megre swar be azane
biçîn bo xizmet şahî zemane
hîç çarey nema ferhadî hejar
kewte řê legeł swarî şehryar
lepaş hefteyek geyîne qesrî şah
xeberyan zû bird bo şay ’alî cah
emrî kird derḧał birdyane dîwan
danîşt dił piř ẍem ’aciz û giryan
wekû şêrî mest ferhadî miskîn
hîç fikirî nebû le qisey şîrîn
zeř’efşan kira be ḧurmet tewaw
xusrew gutî pêy bexêr bêyt serçaw
le paşan xusrew gutî ey ferhad
esłen xełqî kiwêyt dilêrî azad?
cwabî dayewe gutî min gedam
le esła xełqî şarî aşnam
gutî sen’ettan çîye û meşẍułî çîn?
gutî defroşîn gyan, xefet dekřîn
gutî gyan çilon defroşê însan
gutî zor sehle lelay ’aşiqan
gutî ’aşiqî aya be şîrîn?
gutî xoştire şîrîn lam le dîn
gutî to şîrîn debînî be xew?
witî xo nanûm ne řoj û ne şew
gutî key meylî der dekey le dił?
gutî ew řoje ke biçme jêr gił
gutî boç sewday der nakey le ser?
gutî dernaçê ta řojî meḧşer
gutî aya to detirsî le kes?
gutî detirsim le şîrîn û bes
xusrew ke zanî qise bê sûde
herçî pêy biłê hîçe û bêhûde
gutî ew şaxey wa le řêguzer
ême natwanîn pya biçîne ser
qesem be serî şîrînî diłbend
leme gewretir min nîme sewgend
eger em karem bo bênîte cê
pêşkeşt dekem herçî bitewê
cwabî dayewe ferhadî azad
gutî padşa to bibe diłşad
bot dekem be deşt kej û koy sengîn
qesem be çawî mexmûrî şîrîn
bew şerte wextê karim kird tewaw
bimdeytê şîrîn şoxî mesteçaw
xusrewî perwêz zor řiqî hełsa
temay bû derḧał le gerdinî bida
bełam qînekey xoy nekir îzhar
be ferhadî gut ey merdî bekar
to eme bikey bizane yeqîn
namerdim eger netdemê şîrîn
katê emey bîst ferhadî bêdił
řêy kêwî pirsî le şahî ’adil
pyawî legeł nard kirdî řehnimûn
birdî bo quley kêwî bêstûn
řoyşte ser kêw be manendî ba
qułingî hełgirt kuřane aza
lepêşa textî dirûst kird le seng
neqşî lê hełkend wek neqşî urjeng
be ełmas şikłî şewdêz û şîrîn
hełî kend ferhad cwan û nazenîn
be bêstûnî degut carbecar
ey kêwî sengîn hawar sed hawar
řica dekem lêt xot bom nerim ke
le ah û nałey ferhad şerim ke
egîna bexuday ḧeyî û lamekan
hetakû leber minda bê gyan
destiberdar nabim le aqarî to
şew û řoj dedem min azarî to
be têşe û qułing ey sengî xare
laşet zû dekem min parepare
carcar deçuwe ber sûretî şîrîn
degrya deygut şoxî nazenîn
řeḧmê be diłî ẍembarî min ke
’îlacî lêwî bebarî min ke
wa le ’îşqî to desûtêm le dûr
perwane nagrê bergey şu’ley nûr
ax xozge şew gwêt le zarîm debû
gwêt le nałey şewbêdarîm debû
le dunya basî ferhadî řencûr
biław buwewe tewaw bû meşhûr