basî ferhadî kuhken
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
4 Xulek
63 Dîtin
şîrînî nazdar xatûnî êran
şoxî diłřifên aşûbî turan
le derdî dûrî xusrew zwîr bû
xwardinî da’îm her şekir û şîr bû
řanî ḧeywanî lew şwêne dûr bû
le şîr hênana kenîz řencûr bû
çunke lew cêyey şîrînî lê bû
leweřî kem bû ḧeywan birsî bû
be sehlî û gurcî bo hênanî şîr
şîrîn xerîk bû her deykird tedbîr
şewêk hate lay şapûrî dana
qiseyan dekird betaqî tenya
gutî be şapûr geřanî ḧeywan
dûre zor zeḧmet deben kenîzan
şapûr ’erzî kird ey serûy azad
şexsêk meşhûre nawî be ferhad
muhendîsêke bê mîsil û hawta
cwan sen’et deka le sengî xara
kej û kêw le dest ew herasane
em îşe bedest ferhad asane
min û ew lelay mamostay dana
teḧsîłman dekird minał bûyn ewsa
le netîceda min bûm be neqqaş
ferhadîş axir bû be sengitraş
be sen’et le berd etaşê sed řeng
be qułing neqşî çîn ekat le sing
ew be ustadî çarey to deka
meqsedit pêk dêt mahî diłara
eger defermûy deçim dey hênim
be arezûy to karit pêk dênim
şîrîn emrî kird şapûrî dana
hełsa be gurcî řoyşit be şwênya
ferhadî hêna bo qesrî şîrîn
ḧurmetî zor girt şoxî nazenîn
ferhadyan dana lemdîw perdewe
şîrîn ca dergay qisey kirdewe
pêkenî le demî şekir debarî
guł hełdewerî be bar le zarî
qiseşîrîn bû be wêney hengiwîn
boye wextî xoy nawnira şîrîn
her kesê ke gwêy le qisey debû
eflatûn bwaye zû le hoş deçû
le şîrîn katê qisey bîst ferhad
endamî lerzî ber buwe firyad
be dawî ’îşqî giriftar bû zû
xoy xiste ser xak diłî ledest çû
şîrîn tê geyşit westay bêçare
be dawî ’îşqî ew giriftare
gutî tikaye ey merdî ustad
karê bike bom diłim bibê şad
řan dûre lêman dexîl û aman
minîş muḧtacî şîrim westa gyan
demewê zor zû řêgay dû firseng
cogeyek bikey bom meḧkem le seng
ke ew cogeye bigate cêy řan
şîr bidoşin bom lewê kenîzan
lew cogeyewe heta bê te’xîr
bebê meşeqqet bête êre şîr
zubanî nebû ferhadî miskîn
ke bidatewe zû cwabî şîrîn
her dû destî xoy naye ser çawî
wek dîze coşî deda henawî
hate direwe le hodey zeřkar
le kenîzanî emca kird pirsyar
gutî nazanim şîrîn çî fermû
tê negeyştim becê bênim zû
kenîz û kiçan qiseyan bo kird
ke ferhad bîstî hełsa destubird
tîşe û qułingî hełgirte serşan
řûy kirde deşt û çoł û byaban
berdî detaşî be wêney penîr
cogey dirust kird bo hênanî şîr
le cêy řanewe ta qesrî dulber
cogey řakîşa westay quřbeser
ḧewzî dirust kird leber qesrî cwan
şîrî bo dehat wek awî ḧeyewan
be mangê hemûy tewaw kird aza
nardî mijdeyan be nazenîn da
hate der wekû serûy xeraman
bo seyrî ḧewz û cokêşan kişan
ke çawî pê kewt şoxî mehcebîn
gutî be ferhad hezar aferîn
lazme êsta bexşişêkî baş
min bidem be to westay sengiteraş
fermûy şwanekan debê cyacya
bexşîşî zor çak biden be westa
ferhadî bang kird lelay xoy dayna
be mişt ełmas û gewherî pê da
gwareyekî bû le gewher şîrîn
xeracî mułkî řom bû legeł çîn
le gwêy kirdewe fermûy ha westa
eme bifroşe xercî ke, tu xwa
heta bimênim minetbarî tom
pêm eda nakirê zor qerzarî tom
ferhadîş ’erzî şukirî cê hêna
te’zîmî bo kird le meclîs hełsa
girtîye ber řêgey çoł û byaban
be şîn û zarî û waweyla û giryan
le derdî ’îşq û le tawî dûrî
herçendî dekird neybû sebûrî
tenha mayewe nexoş û řencûr
le řefîqan û le dostanî dûr
seyrî qesrekey dekird carbecar
cil û lîbasî dekird let û par
gah legeł ahwî seḧra degeřa
gahê betenha deykird mudara
hemû hefteye deçuwe lay şîrîn
teskînî deda be diłî ẍemgîn
hemû şew deçû ẍembar û zwîr
le ḧewzekey yar deyxiwardewe şîr
basî ’îşqî ew kewte ser zuban
lenaw ’alemda bû be dastan