basî řoyştinî xusrew bo şarî ermen
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
3 Xulek
10 Dîtin
katê ke şîrîn le xusrew dûr bû
xusrew zor mat û zwîr û řencûr bû
řoyşit be te’cîl giryan û nałan
heta geyşte ḧidûdî kwêstan
ke dî sewzegyay teř û taze bû
guł û řêḧaney bê endaze bû
nazenînanî şoxî diłpesend
be řûy xusrew, bûn zor arezûmend
lewê řaybiward be keyf û xoşî
legeł kenîzan be badenoşî
herçende mayey ’eyşî tewaw bû
bełam bo şîrîn dił piř zuxaw bû
lepaş çend řojê řoyşit bo «muqan»
lewêşewe zû çû bo xuzistan
legeł supah û cah û celalî
muhîn banû çû bo îstîqbalî
birdî bo dîwan be qedir û ḧurmet
kirdyane berî enwa’î xel’et
dayanna leser textî zeřnîgar
nayane serî tacî şehryar
xusrew mayewe be diłî ẍemgîn
’aciz bû letaw fîraqî şîrîn
şîrînîş lewla dił piř le keder
mayewe mangê tewaw seranser
xeberî zanî be byanûy şikar
xusrew řay kirduwe le dest şehryar
le xew û xorak bê sebir û qerar
ẍem lebanî ẍem leserî bû bar
le paş muddetê şîrîn emrî kird
gutî qesrêkim bo biken destubird
le cêyekî xoş leser kosarî
şaxêkî berz û xoş hewadarî
çunke meda’în zor germesêre
le tawî germa desûtêm lêre
kenîzekekan gutyan şîrîn gyan
şazade emrî fermuwe pêman
leser şaxî berz xoş û basefa
qesrê bikeyn bot ême muheyya
ew kenîzane ḧesedyan debird
çend westayekyan hêna destubird
gutyan dexîle merdanî dana
muhendîsanî aza û twana
cadûye heye piř mekir û piř fen
taze hatuwe le şarî ermen
le saḧîrîda hênd piř kemałe
sîḧrî samîrî lelay betałe
leser şaxêkî xoş’aw û hewa
qesrêkî kirduwe le ême dawa
biçin le cêyek ke bedhewa bê
nasaz û pîs û yekcar germa bê
qesrê dirust ken le geç û le seng
manendî zîndan ba bibê diłteng
dedeyn be êwe be xerwar û bar
zêř û zîwî zor dirhem û dînar
řoyştin řojê le kirmaşan dûr
le awedanî û şarî cîhan dûr
qesryan dirust kird germ û bedhewa
piř le mêşûle û mêş û řeşeba
kenîzekanî bed û ḧîlebaz
birdyane ewê şîrînî tennaz
şîrîn lewêda be derd û elem
le dûrî xusrew mayewe piř ẍem