basî geyştinî xusrew be şîrîn leser çeşmeseraw
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
4 Xulek
6 Dîtin
ke şapûrî nard bo ermen xusrew
her çaweřwan bû bê xorak û xew
hurmuz xusrewî zor la bû nazdar
bełam çawî bed axir lêy kird kar
xerîk bû xusrew bigrê bê tawan
zincîrî bikat bîxate zîndan
ke «buzurg umêd» xeberî zanî
çû bo lay xusrew zû be penhanî
gutî legeł to bawkit hurmuzşa
fikirî xirape wirya be, wirya
hełse zû biřo terkî dyar ke
le destî bawkit xot řistigar ke
xusrew ke zanî bem bendubawe
bawkî le ḧeqî fikirî gořawe
çuwe qesrekey lay kenîzekan
wesêtî kird û pêy gutin el’an
yekcar ’aczim ẍembarim zwîr
demewê biçim bo řawî nêçîr
lepaş min eger afretêkî cwan
hat û lelatan debê be mîwan
pêşwazî biken be qedir û ḧurmet
be dił û be gyan baş bîken xizmet
eger lem qesre germay bû xêra
qesrêkî tirî bo biken le seḧra
emey gut swarî espekey bû zû
legeł ẍułaman řû be ermen çû
seḧrayan tey kird menził be menził
hîlak bûn letaw germa û toz û gił
lew seḧrayeda şîrînî lê bû
wiłaẍekanyan tewaw bûn mandû
xusrew emrî kird gutî yek se’at
lem seḧrayeda biken îsraḧet
lewê dabezîn xusrew be tenya
degeřa lenaw lale û sewzegya
seyrî kird kiçêk wek mangî taban
xoy deşwa lenaw çeşmeda ’uryan
zułf û perçemî dekird be şane
wenewşey leser guł dekird dane
le ’îşqî sîney ke wek bilûr bû
xusrew naw cergî agirî sûr bû
şewdêzîş lewlay çeşmesarewe
besrabuwewe ke be darewe
xusrew le diłda kirdî temena
gutî çî debû le darî dunya
em kiçe ke wek mangî tabane
legeł em espe layeq û cwane
hîy min bûnaye bextyar debûm
gelê musterîḧ tałi’dar debûm
agadar nebû şewdêz û şîrîn
bo ew nardûnî řebul’alemîn
şîrînî ermen wextê dî xusrew
le dûr westawe deka seyrî ew
be pelkî xawî, leşî kird penhan
wek şew dapoşê xurşîdî taban
leber ḧeyay xoy le şerma şîrîn
endamî serpak berbuwe lerzîn
xusrew merdane şermî kird xêra
řûy le şîrînî ermen wergêřa
firsetî zanî şîrîn destubird
hate direwe cilî leber kird
bełam le diłî xoyşîda şîrîn
lêkîdayewe gutî be yeqîn
em şořesware debê xusrew bê
teḧqîq dezanim her debê ew bê
nîşanî le’lî ke pêwe nebû
şîrînî ermen serî lê têkçû
neyzanî kewa hengamî sefer
xusrew awejû cil dekate ber
ke xusrewî dî be eweł bînîn
şêt û ’aşiqî bałay bû şîrîn
xeyałî hebû ke biçê bo lay
řoḧî şîrînî bikat be fîday
lepaşan gutî baş nîye êsta
lem deşte çołe betaqî tenya
ger biçim bo lay ta axir zeman
min bednaw debim leser řûy cîhan
swarî şewdêz bû be yek çawlêknan
beẍar řûy kirde çoł û byaban
lepaş se’atê xusrewî perwêz
seyrî kird ne kiç mawe ne şewdêz
muteḧeyr bû jêr dirextekan
yek yek degeřa hîç neydî nîşan
be serya deda be şîn û zarî
hawarî dekird be bêqerarî
carbecar deygut yeqîn perî bû
ke leber çawim xoy şardewe zû
xulase şîrîn şewdêzî taw da
katê geyşte ber qesrî kîsra
ḧorî nejadan kenîzanî çîn
wextê ke dîyan cemalî şîrîn
muteḧeyr bûn çûne pêşwazî
le ḧesûdyan lêwyan degezî
emustîlekey derḧał nîşandan
be qedir û ḧurmet birdyane dîwan
kirdyan pirsyarî naw û nîşanî
gutyan le kam cê û le kam mekanî
şîrîn le diłda detirsa lêyan
diro û delesey zorî gut pêyan
gutî sebir ken bêtewe xusrew
şerḧî ḧałî min botan deka ew
leser textî zêř şîrînyan dana
espyan bestewe le tewîley şa
ba şîrîn lêre bikat xûrd û xew
bo şarî ermen wa deçê xusrew