basî xewbînînî xusrew
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
10 Xulek
6 Dîtin
ke lew bełaye xusrew bû řizgar
berbuwe ta’et bo perwerdigar
şewêk le xewda mijdeyan pêda
lecêy espeket kewa pel kira
espêkit debê tîjřew, wêney ba
nawî şewdêze bê mîsil û hawta
lecyê ew ẍemey ke tirş û tał bû
tûşt bû xoşî ’umirit betał bû
meḧbûbeyekî şox û nazenîn
etbê meşhûre nawî be şîrîn
lecyatî text û řexteket kewa
day be xawenmał padşay cemca
text û tacêkî şahanet debê
le řûy dunya manendî nebê
lecêy mutrîbî tar û ’udlêder
nînokî hełkend ke şay tacwer
barbud nawê xoşdeng û seda
destit dekewê şazadey dana
le destî toda berd debê be zeř
mûru û zengûle debê be gewher
katê ke xusrew le xew bû bêdar
zor şukiraney kird bo perwerdigar
nedîmêkî bû meşhûr be şapûr
geřabû hemû cêy nizîk û dûr
sûretgirê bû dilêr û teřdest
leser aw neqşî cwan cwanî debest
be xusrewî gut şewê le şewan
cêgaye heye lew dîwî kwêstan
jinêk padşay ermenistane
xawen şikuh û supah û şane
leser kêw hezar qełay bestuwe
xezêney le ḧed û ḧîsab derçuwe
meşhûre nawî «muhîn banû»e
hêştakû kiçe, şûy nekirduwe
be hawîn cêgay ermenistane
le beharana şwênî «muqan»e
le «îcaz» debê hengamî xezan
deçête «berde’» fesłî zimistan
xoş řadebwêrê le darî dunya
birazayekî heye bes tenya
ewîş kiçêke cwan û nazenîn
nawî şîrîne û kelamî şîrîn
hezar ’aşiqî heye dêwanen
le dewrî şu’le řûy wek perwanen
biřjangekanî piř ẍemze û ẍunçe
memk û çeney sêw û tirince
çawî kar’askî seḧnî ḧereme
zułfî řêḧaney baẍî îreme
diłřifênêke mangî çwardemîn
win debê eger bibînî şîrîn
kenîzî zorî heye bê ḧîsab
cwanin be wêney mang û aftab
be bała wekû azade serun
be lence û be lar wekû tezrun
espêkî heye şîrîn, bêhawta
tozî naşkênê ke ẍar bikat, ba
besrawetewe be zincîrî zêř
le seyrkirdnî însan nabê têr
her wek kes nîye wêney şîrîn cwan
hîç espîş nîye wek şewdêz qurban
katê emey gut şapûrî dana
xusrew şi’ûr û aramî nema
gutî be şapûr yarî wefadar
ger çarem nekey le des deçê kar
hełse kuřane ey merdî meydan
bê te’xêr biřo bo ermenistan
ger zanît şîrîn diłî nerim debê
be agirî ’îşq diłî germ debê
başe xo eger diłřeq bû wek berd
bê fa’îde nekutim, ba asnî serd
xulase şapûr beyanî hełsa
milî řêgay girt betaqî tenya
be şew û be řoj şapûrî piř fen
řoyşit be mangê geyşte ermen
tûşî cêyek bû piř sewze û guł bû
piř le řêḧane û şewbo û sunbul bû
şîrînî ermen şoxî nazenîn
dehate ewê hengamî hawîn
kiłêsayekî lê bû bê emsal
çend qeşey tyabû pîr û konesał
şapûr le řêwe çû bo kiłêsa
gutî be qeşe ey pîrî tersa
pîm biłê axo şoxanî nazdar
wan le kam cêga le kam mêrẍuzar
cwabî dayewe qeşey konî pîr
gutî be şapûr merdî dana û jîr
le dawênî em kej û kosare
seḧrayek heye guł û gułzare
sibeynê perîřûyan be yekcar
dên bo ew şwêne bo seyrî gułzar
serlebeyanî le pêşda şapûr
řoyşte ewê be diłî řencûr
şikłî xusrewî, kêşa destubird
be dirextêka awêzanî kird
le cêgayekda ca xoy kird penhan
heta neybînin kenîze û kiçan
lepaş se’atê seyrî kird şîrîn
legeł kenîzan şoxî nazenîn
hatin be keyf û be şadî û xoşî
berbûne ’îşret be badenoşî
şîrînî ermen serî hełbiřî
be dirextewe sûretekey dî
emrî kird çûn û sûretyan hêna
ke temaşay kird mat bû ḧepesa
endamî lerzî řûy hełbizřika
hoş û şi’ûrî hîç lela nema
kenîze û kiçan leme zor tirsan
sûrtekeyan wergirt diřandyan
gutyan be şîrîn em şikłe cwane
yeqîn bizane hîn perîyane
em mêrẍuzare piř dêw û perî
biřoyn ba nebîn şêt û serserî
ew şewe lewê manewe ferda
bo baẍêkî tir řoyştin emca
şapûr le pêşda çûbû hemdîsan
şikłî xusrewî kêşabû zor cwan
be dirextêka hełî wasîbû
xoy şardibuwewe wek řojî pêşû
şîrîn hat legeł kenîzan be naz
berbûne ’îşret be lêdanî saz
şîrîn şikłekey dîsan dî zanî
eme siřêkî tyaye penhanî
zibanî besra şi’ûrî nema
berbuwe giryan bê deng û seda
be kenîzêkî fermû azane
biřo bom dagre ew şikłe cwane
kenîzeyekî şîrîn ḧałî bû
çû sûretekey lê şardewe zû
hatewe gutî ew řesme qurban
karî perî bû lêy kirdîn penhan
řoyştin lewêş bo deştêkî tir
şîrîn zwîr bû perêşanxatir
şapûr her wekû caranî pêşû
le pêş ewanda xoy geyandibû
dîsan sûretî xusrewî lewê
hełwasî le pêş hatnyan şewê
şîrîn degeřa bo seyrî gułan
sûretekey dî lewê hemîsan
muteḧeyr bû zor serî sûř ma
lelay me’lûm bû siřêkî wa tya
sûretî hełgirt maçî kird be dił
berbuwe giryan zor be soz û kuł
kenîzekekan îtir kołyan da
tê geyn şîrîn peşêwe emca
’erzyan kird qurban mebe dił’azar
çareyek dekeyn ey şoxî nazdar
şîrîn pêy gutin nemawe famim
bo em sûrete zor bê aramim
werin ba bezmê bigrîn peyapey
le neş’ey çawî têr binoşim mey
pêkî şerabî dexwardewe ca
sucdey debirde ber sûret xêra
deygut çawekem aramî gyanim
to sûretî kêyt nawit nazanim?
lepaş se’atê şapûr peyda bû
ke çawî pê kewt şîrîn zanî zû
em kare îşî ewe be yeqîn
nardî hênayan bo xizmet şîrîn
bexêrhatnî kird fermûy ey bira
le kwêwe hatûy? pêm biłê to xwa
cwabî dayewe gutî be qurban
bende geřawim hemû řûy cîhan
xeberim heye le îşî dunya
le hemû ’alem heta le sema
şîrîn ke zanî gustaxe emca
gutî em şikłe çî dełêt aya?
eme perîye yaxû însane
netewey însan key hênde cwane?
şapûr ’erzî kird em şikłe qurban
hînîy şexsêke pêt dełêm penhan
le ḧeqîqetî zor çak dezanim
pêt دەگەێنم řoḧî řewanim
şîrîn emrî kird řoyn kenîzan
manewe lewê tenha herdûkyan
şapûr gutî pêy em şikłe qurban
wêney xusrewe newey newşîrwan
şahî meda’în fereydun qedre
le ḧusin û cwanî manendî bedre
xulase şapûr gutî be şîrîn
to fikirit çîye şoxî nazenîn?
min bo derdî to lelame derman
derdî xot meke le tebîb penhan
şîrînî ermen tund bû eweł car
bełam ke çunkû bûbû giriftar
’uzrî hênawe gutî to xwa
zor peşêwḧałim ey merdî dana
em şikłe diłî lê sendûm tewaw
sûret peristim bednawim bednaw
bigere firyam dexîl û aman
be firyat degem minîş bequrban
řazî diłî xom wa min kird îzhar
toş řastî biłê merdî efsûnkar
şapûr ke zanî şîrîn peşêwe
leber derdî ’îşq şête û kalîwe
gutî beřastî em wêne cwane
destikirdî mine teḧqîq bizane
bo em wêneye hênde şipirzey
ger xoy bibînî axo çî dekey?
sewzey xet le řûy hêşta nedrawe
bo girtinî dił perçemî dawe
le tay perçemî sunbul debarê
le demî şekir û nuqił debarê
be esił û neseb newey cemşîde
be ḧusin û cwanî mang û xurşîde
legeł em hemû ḧusin û cemale
ewîş le ’îşqit perêşan ḧałe
minî narduwe toy bo bikem řam
řastî emeye, baqî weselam
şîrîn emey bîst se’atê mat bû
gutî be şapûr ’aqłî nîkxû
tedbîrim çîye pêm biłî to xwa
deway derdim ke, ey merdî dana
şapûr ’erzî kird şazadey nazdar
zû biçorewe her êsta bo şar
beyanî hełse be řesmî şikar
swarî şewdêz be, biřo beyelẍar
mîl be mîl bibře azane řêga
şewdêz tîjřoye hîç kes pêt naga
emustîleyekî le’lî xusrew şa
şapûr hênabûy be şîrînî da
gutî le řêda eger dît xusrew
em emustîle nîşan bide bew
nałî espekey xusrew ałtûne
sertapa hemûy le’lî gułgûne
eger le řêda nebû tûşî to
řêgay meda’în bigreber biřo
katê geyştîte şarî meda’în
debînî qesir û baẍ û xezayn
biçore qesrî şazadey nazdar
kenîzî tyaye hezaran hezar
lenaw ew qesre bibe be mîwan
emustîleke nîşan de bewan
întîzar bike heta dêt xusrew
ewsa debînî ḧusin û cwanî ew
minîş dwabedwat dêmewe ewê
hîç xefet mexo qezat lêm kewê
wextê emey gut şapûrî dana
řoyşit û şîrîn mayewe tenya
kenîzekekan be lence û be lar
hatnewe bo lay şîrînî nazdar
emrî kird derḧał lewê koçyan kird
řoyştewe şar şîrîn destubird
şew besera hat gutî be banû
bo geştî seḧra heme arezû
demewê swarî şewdêz bim ferda
biřom bo seyrî gułgeştî seḧra
cwabî dayewe banûy mîhirban
gutî aramî cerg û dił û gyan
şewdêz serkêş û tunde deyzanî
wirya be nekat zor tundiřanî
xuda nekirde nek çawî bedkar
pêt heł bihênê bikewîte xwar
banû le xewa bînîbûy kewa
le destî bazêk bûbû bereła
serlebeyanî ke hełsa şîrîn
kenîzan dewryan girt wekû perwîn
kirdyane beryan cilî ẍułaman
řoyştine seḧray çołî bê saman
le paş se’atê şîrînî nazdar
şewdêzî tund kird têpeřî beẍar
çwarde şew û řoj bebê mudara
qet’î kird herd û řêy deşt û sara
řojî çwardemîn gelê mandû bû
le toz û xołda leşî ẍerq bûbû
řêgay kewte naw guł û gułzarê
kanî û serawê xoş çişmesarê
espî bestewe lîbasî dakend
řoyşte naw aw şoxî diłpesend
xoy xiste naw aw wek komełî nûr
aw le çawî hat asman le dûr
ba lenaw awda xoy bişwa şîrîn
bêynewe ser bas xusrewî miskîn