bîsْmî ٱlilّٰhî ٱlireّḧْmeٰnî ٱlireّḧîym
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
4 Xulek
11 Dîtin
wextê ke kisra derçû le dunya
hurimzî kuřî bû be padşa
be ’edalet û bendenewazî
wek kîsra hemû xełqî kird řazî
ewladî nebû zor kirdî îḧsan
heta kuřêkî pê bexşî yezdan
taqe duřê bû le deryay şahî
manendî nebû lemete mahî
řûy wekû řoj bû demî şekiriřêz
bawkî nawî na xusrewî perwêz
perwerde dekira be şekir û şîr
deşora da’îm be ’etir û ’ebîr
katêk ’umrî bû be ḧewt sałe
řûy geşayewe wekû gułałe
çend mamostayan le etraf hêna
dersyan pê deda lenaw qesrêka
’umrî şazade ke bû be de sał
bû be kuřêkî be ’eqił û kemał
bû be çwarde sał ke ’umrî emca
ḧezî le ’îlmî řimił dekird ewsa
buzurg umêd naw ’almê hebû
le ’îlmî nicûm zor şareza bû
nardî be şwênya xusrew penhanî
gutî kilîlî gencî asmanî
toy deryay ’îlim û ’îrfan û ferheng
le dawênit qet min bernadem çeng
pêm biłê dersî nicûm û eflak
le zuḧelewe hetakû jêr xak
xulasey kelam be wextêkî kem
fêr bû ’ilûmî nicûmîş derdem
xoştirî ewîst bawkî le gyanî
bê ew neydekird hîç zîndeganî
hurmuz emrî kird be hemû şarda
be kuçe û meydan be naw bazařda
cařçî cařî da ke be emrî şa
eger wiłaẍêk le deẍił bixiwa
yaxud le baẍî yekê bê řuxset
mîweyek biçnê dekirê syaset
eger nêrîne legeł nameḧrem
danîşê ceza debînê derdem
esasî ’edlî wekû newşîrwan
dana dûbare leser řûy cîhan
qeza way hêna xusrewî nazdar
řojê le řojan řoyşit bo şikar
nêçrî zorî girt be diłî şad
ke geřayewe şazadey azad
dêyekî cwanî le řêda tûş bû
etrafî piř bû le gułî xoşbû
lenaw gułanda xusrew be xoşî
destî kird be ’eyş, be şerabnoşî
şew besera hat mayewe lewê
neyhêşt hîç kes xew le çawî kewê
be keyf û ’eyş û be şadî û be zewq
be şerab xwardin be goranî û şewq
espekey xusrew be emrî xwa
şew leser axuř bûbû bereła
lenaw deẍłêka be tenya bêbak
heta beyanî leweřabû çak
ẍułamêkîşî řoyşit be dize
le bax bersîley hêna bo meze
wextê beyanî pyawêkî bedkar
řoyşit xeberî bird bo şehryar
gutî şazade bêřesmî nwand
netirsa emşew emrî toy şikand
espekey kewte naw deẍłê emşew
heta beyanî kes neykirduwe xew
le dengî ’ud û çeng û def û tar
ehlî ew dêye hemû bûn bêzar
ẍułamêkîşî çuwe be dize
le baẍ bersîley birduwe bo meze
wextê emey bîst hurmuz destubird
nardî çwarpelî espekey pel kird
ẍułamekeşî be xawen baẍ da
fermûy ta demrê xizmetit bika
ew text û řextey birabû bo řaw
bexşî be xawenmałeke tewaw
nardî ’ud û tarlêderyan hêna
her de nînokî le bêx derhêna
tar û ’udekey parçepaçe kird
fermûy bom bênin xusrew destubird
xusrewî perwêz îtir ḧałî bû
bê’emrî kirduwe hełsa zûbezû
çend pyawî pîr û ’almî hêna
ta şefa’et ken boy lay padşa
be şîn û zarî ’almekanî pîr
le piştyanewe xusrew wek esîr
kifnî kirde ber tîẍî hełkêşa
be destîyewe girt çûne xizmet şa
ke çûne dîwan be diłî ẍemnak
le ber textî şa xoyan xiste xak
gutyan şazade mindałe qurban
merḧemetit bê bîbexşe pêman
ewende be kuł giryan padşa
bezeyî pya hat zor diłî sûta
be girye û zarî be waweylawe
le xusrew xoş bû diłxoşî dawe