basî řoyştinî şapûr bo lay xusrew lewêweçûnî bo lay şîrîn
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
4 Xulek
5 Dîtin
şewêk le ermen xusrew be xoşî
bezmî girtibû be badenoşî
saqî camî mey girtibû be dest
le neş’ey şerab gelê bûbû mest
lepiř kenîzê wek serûy azad
hat û ’erzî kird diłit bibê şad
şapûr hatuwe deka întîzar
emirit be çîye şahî tacdar?
fermûy pêy biłên ba bête ḧizûr
diłî germ bû xusrew wek tenûr
şapûr sucdey bird bo ber textî şa
be wêney bende çû le dûr westa
lepaşan xusrew ke kirdî su’al
şapûr ’erzî kird seranser eḧwal
basî hatnî bo şarî ermen
sûret nîşandan be ḧîle û befen
řoyînî şîrîn bebê mudara
bo şarî «medyen» betakutenya
hemûy ’erz kird şapûrî piř hoş
gutî min çunke beynê bûm nexoş
nemtiwanî biřom, lêre becê mam
eḧwał emeye, baqî weselam
şazadeş herwa serguzşitey xoy
tewaw û tekmîl gêřayewe boy
gutî le řêda le fiłan mekan
tûşî kiçêk bûm zor nazdar û cwan
lenaw awêkda xoy deşuşt le dûr
pirşingî deda wek şimaley nûr
min edebim kird řûy xom wergêřa
lepaş leḧzeyek seyrim kird nema
yeqîn bû lelam ewe şîrîn bû
mayey teskînî minî ẍemgîn bû
paş em qisane ca qerarî da
şapûr be te’cîl biřwa be şwênya
şew beserda hat xusrewî salar
emrî kird bezmî bo kira teyar
çunke şerab û bezim û tar û çeng
nebuwaye xusrew zor debû diłteng
lew zemanewe ta ’ehdî adem
kes diłxoş nebû wek ew le ’alem
be xerwar deyda dirhem û dînar
be goranîbêj bo lêdanî tar
«muhîn banû»ş hat bo xizmet xusrew
be keyf û ’îşret řayanbiward şew
’adetî wa bû ke hengamî xew
wek tac debestira perçemî xusrew
mestîy dyarî da ke le xusrew zû
basî şîrînî kird legeł banû
gutî bîstume çende lemewpêş
hełî girtuwe ułaẍî serkêş
gelê geřawin leser řûy dunya
soraẍ nekirawe hetakû êsta
emřo hatuwe qasdêkî min
dełêt ke şîrîn wa le meda’în
emîn be banû, dił mede le dił
dehênmewe bot şoxî cebîn guł
em qiseyey bîst ke muhîn banû
muteḧeyr ma satê bêhoş bû
ke hate hoş xoy derleḧze hełsa
sucdey birde ber textî xusrew şa
gutî qasdit ke nard şehryar
tikaye minîş bike agadar
takû espêkî řehwanî wek ba
le newey şewdêz bîdemê bîba
espêkî yekcar meḧbûb û cwane
nawî gułgûne gelê řehwane
xulase espyan hêna destubird
zînyan xiste pişt şapûryan swar kird
řuwew meda’în şapûr çû bedew
be şew û be řoj bê aram û xew
ke geyşte şar çû bo qesrî şa
pirsî eḧwałî şoxî mehleqa
gutyan beynêke şazadey ermen
qesrî şîrînî kirduwe be mesken
ke çû seyrî kird hoşî nemawe
gonay wek le’lî zerd hełgeřawe
gutî ey şîrîn hîç mebe diłteng
to le’lî řêgay le’lî berd û seng
be şapûrî gut şîrînî ermen
fermûy katê min çûme meda’în
kenîzekekan ḧesedyan pêm bird
minîş qesrêkî xoşim dawa kird
wîstim ke lewa dûr bim, azane
em qesreyan kird bo min biřwane
dirûst kirawe sertapa le seng
le germay hawîn ’aczim û diłteng
wa bê îxtyar lêre yexsîrim
emca nazanim çîye tedbîrim?
şapûr gutî pêy bebê çenduçûn
biço bo ermen be swarî gułgûn
xusrew lewêye deka întîzar
çaweřwante şazadey nazdar
wextê emey bîst derleḧze şîrîn
azane hełsa çuwe małî zîn
be yahû yahû ełłahu ekber
bebê tirs û xof řêgay girte ber