basî şeřî duwemî řostem legeł zorab
Li pirtûka:
Rostem û Zorab
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
9 Xulek
10 Dîtin
beyanî wextê xurşîdî xawer
le burcî felek serî hate der
dayan le kûs û tepił û keřena
lerzî sertapa zemîn û sema
le layekewe êranî supa
lejêr ’elemda supayan san da
fîleten wextê ke le xew hełsa
zirê û esleḧey cengî le xoy da
gurz û qełẍanî hełgirt wekû şêr
swarî řexiş bû azane dilêr
ca awzengî da le řexşî teyar
řoyşte meydan ’ersey karzar
lewlawe dîsan zorab bê direng
kirdî beberya esleḧey řûy ceng
řostem bangî kird witî newcewan
kewtîye naw gêjî beḧrî bê payan
zorab witî ca xestey peşêwḧał
min zor epirsim emřo lêt su’al
eger řostemî pêm biłê êsta?
ta le meydana nebûy kelela
hîç gwêy nedaye qisekey řostem
řastî pê newt çe zor û çe kem
witî be zorab bê ’eqłî nefam
bê xeber le ḧał dinyay natemam
êre meydanî zoran bazîye
ne cêgay mekir û ḧîlesazîye
dû merdî dilêr emca dabezîn
wekû neře şêr hatne ser zemîn
çend def’e wityan ełłahu ekber
girtyan kemer û piştêney yektir
dû kêwî elburz pêçran ca behem
wekû ejdîha ya marî erqem
řostemî destan wek şêrî şikar
nawî xuday bird beqîn û beqar
zorabî hełgirt daye ser zemîn
desî bird hełî kêşa tîẍî kîn
her çende zorab witî el’eman
day be sîneyda xencerî biřan
nûkî xencerî tîjî piř xeter
le dił û cergî serî çuwe der
bałay wek serwî safî zeř sitûn
wekû gułałe řengîn bû be xûn
ca zorab witî pîrî dił le seng
minit guşt be tîẍ jarawî fereng
zor xirapit kird to nîte xeber
le destî bawkim řoḧ nabeyte der
řostem witî pêy kêye bawkî to?
le turan zemîn tu xuda řast biřo
witî řosteme şay kemerlałe
şêran le xofî kewtûne nałe
ger bibî be teyr perindey teyar
be ḧelqey kemend ethênête xwar
řostem emey bîst şadî kird betał
sersam bû le sam newey tuxmî zał
witî nîşanet çîye le řostem?
řastim pî biłî bê zyad û bê kem
witî ha bigre bazûbendî lał
hînî řosteme newey tuxmî zał
daykim le turan bestîye bałim
bo to bêt, xo min peşêweḧałim
řostem seyrî kird daney lałî bû
yadgar bo kuřî xesteḧałî bû
destî bird yexey zirêy çînî kar
daydiřî tewaw le ser heta xwar
berbuwe hawar be awazî berz
gîw hat zû legeł behram û guderz
wityan be řostem boç ekey hawar?
çît lê qewmawe şêrî karzar?
řostem witî pêy mepirsin ḧałim
piştî xom şikand wêrane małim
be axrî pîrî le ’ersey neberd
cergî ferzendî xomim parçe kird
xencerî kêşa xoy bika bê gyan
guderz destî girt, gîw gutî aman
xenceryan le dest řostem derhêna
destyan kird be şîn zarî û waweyla
gîw witî řostem dilêrî bêbak
zorab le des çû xot meke hîlak
hîç beqay nîye em dinyay fanî
ew mird to bijî be şadmanî
le dinya milyon merdan koçyan kird
hezaranî wek zorabî to mird
le řojî ezel nûsrabû leser
bawik le kuřî nezanî xeber
huşeng şah legeł cemşîd û dara
hemû kewtine xak jêrsengî xara
řostem ca witî guderz nazanî
kes wek min nebû le dinyay fanî
be mewday ełmas xencerî biřan
cergî ferzendim, piştî xom şikan
řastyan wituwe ḧekîmanî zû
çak ebê zamî tîẍ be nuşdarû
ke wa le xezney keykawus şada
wa le sinduqî safî tełada
zor řica ekem guderzî dana
zeḧmet bikêşe hana sed hana
biço bo xizmet şay kemerlałan
’erzî ke hemû bas û eḧwałan
biłê ke řostem kirdûye xeta
cergî kuřî xoy diřîwwe ey şa
kemê nuşdarû binêrê boman
çawim le řêye dexîl û eman
ger şîfa bida xway dadger
zû le xidmetya ebestim kemer
hetakû zîndûm leser řûy bîsat
kemerbestem min, ḧazirim le lat
guderz ke řoyşit geyşte ḧizûr
sucdey birde ber şahî bê qisûr
’erzî řostemî hemû sertapa
gêřayewe bo şahî ’alî ca
şah witî guderz to hey xeberdar
witim tus řostem zû bide le dar
xeyałî wa bû min bika dustax
wa le diłmaye êstaş derd û dax
ewsa tenha bû řostem hezar car
qisey zor řeq bû lelay şehryar
çak bibêtewe eger ferzendî
le kes namênê tirs û gezendî
řostem û zorab yek bigirin aman
zû eken wêran êran û turan
guderz geřawe bê sebir û aram
hatewe bo lay newey załî sam
witî keykawus bê ’eqił û xame
dêwane, mecnun, şêt û nefame
xeyałî puçî hênawete dił
ełê nuşdarû lam nabê ḧasił
çaktir wehaye xot biçî êsta
zû lêy bisêne û wirewe dwa
řostem berbuwe şîwen û zarî
fermûy çend ferşî cwanî zeřkarî
hênayan bo lay be ’ecele û taw
lêy pirjand ’etir û ’enber û guław
pêçay le laşey ferzendî şîrîn
parçey awrîşim dîbay karî çîn
hełyan girt le ser xakî syay tar
birdyane xêmey xasî zeřengar
lelay ḧazirbûn gişt pałewanan
destyan kird hemû ca be quřpêwan
hełsa waweyla û şîwen û efẍan
le dilêranî leşkirî êran
gewrekan gîw û guderz û guşad
zware û behram şîduş û ferhad
sef sef komeł bûn leşkir xiroşa
dilêran lîbasî řeşyan zû poşa
řostem hawarî ekird enała
nałey eçuwe ser ’erşî bała
zorab witî pêy newey załî sam
bes bike şîwen bê sûde lelam
teqdîrî wabû xalqî me’bûd
ferzend le bawkî negat be meqsûd
min le tom pirsî nek carê çend car
be hîç new’ê xot nekird îzhar
taze xo şîwen fa’îdey nîye
’umirim axir bû zarî û şîn çîye
to şîwen meke newey tuxmî zał
megrî xut meke hênde peşêwḧał
bełam leşkirim wa le deşt û der
bê gewrey serdar bê kes û bê der
wa becê mawin ’aciz û bê kes
řenicbexesar bûn bêhude û ’ebes
min wa be xencer pare bû cergim
emanet be ton ewan paş mergim
etirsim kawus padşay êran
be şew şebeyxun bika bo seryan
yekê binêre be te’cîl û dew
biłê bar biken zû biřon be şew
be diłî ’aciz biçnewe turan
sakin bin le cê û menziłî xoyan
gurz û tîr û tîẍ esleḧey cengim
cilî xwênawî û dir’î şewřengim
bîden be daykim biłên peşêwe
cilim cêy tîẍî řostem wa pêwe
daykim her bigrî bo bextî zebûn
bo zamî sextim bo derdî derûn
serim naye xak jêr sengî xaran
bêzar bûm le dîn dîdarî yaran
wesêtî zorî kird boyan emca
şew beserda hat be emrî xuda
be zamî tîẍî zehrawî fereng
řoyşit le dinyay karwansera řeng
wextê beyanî ca be emrî şa
qetarî zoryan yekcar řakêşa
dayan beyekda le deşî piř qîn
koçyan kird řoyn le kabil zemîn
katê baryan kird leşkir û supa
leşkirî zorab mayewe ledwa
be’zê pałewan û supay zablî
legeł kesukar xizmî kablî
manewe lewê derûn le ẍem keyl
firmêsk le çawyan ehat wekû seyl
řostem xeceł ma ’aciz şermesar
seraperdey xas, xêmey zeřengar
estûnî çadir zincîrî kemend
ferşî awrîşim kursî danebend
komełî kirdin hemû le seḧra
sûtandî yekser agirî tê berda
laşey zîwînî zorabî dulber
şorra be kafûr be mîsk û ’enber
xistyane tabût ałay diłpezîr
birînyan piř kird le ’etir û ’ebîr
hełyan girt şêran azay kemerlał
be şîn û giryan birdyan bo lay zał
zał xeberî bîst pîrî zemane
miteḧeyîr bû derhat le yane
legeł ehlubeyt hatin bo eywan
dengî şîwenyan eçû bo keywan
bînyan kewa řostem bû peyda
be peroşewe wek jin egrya
załî zeř derûn piř êş û azar
yexey xoy diřî le ser heta xwar
nardî tabutyan xêra hêna boy
heta bibînê cigergoşey xoy
be gaz bizmarî textey kird pare
kirdî temaşay kuřî bê çare
be bała û heybet her wekû sam bû
be bahû, şêrî şerzey temam bû
’emrî çwarde sał ebû ya kemtir
cergî biřabû be nûkî xencer
řûy kirde řostem załî syabext
nałandî witî pêy be bangî sext
witî ey řostem neḧsî napesend
şermendey dinya û dergay xudawend
to hîç netirsay le řojî meḧşer?
em kuřet wa kuşt, ey xakit beser
bê řeḧim û miruwet bo biřît cergî
be xwên řengit kird sertapa bergî
ya xwa cêgat agir seqer bê
cergit letletî têẍî xeter bê
xulase çend řoj şîn û zarî bû
le zabil hawar bê qerarî bû
le axrîda be şîn û giryan
sipardyan be xak laşey newcewan