şeřî eweł carî řostem

Li pirtûka:
Rostem û Zorab
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 7 Xulek  7 Dîtin
beyanî wextê xwêndî kełeşêr
le felek laçû perdey syaqîr
leşkirî xurşîd daypuşî ser erz
beydaẍî heł kird le kosarî berz
hełsan xiroşan leşkir û supa
lê dira dehoł tepił û keřena
le cêga hełsa zorabî cengî
kirdî be berya zirêy ferengî
sîlaḧî cengî herçî bû temam
nawî xway bird poşay be endam
awzengî le esp cîhanpeyma da
řûy kirde tîpî êranî supa
geyşte xêmey şay keykawus ca
pença mêxî çetrî şahî hełkêşa
nobetçîyekanî xêmey şehryar
le tirsî zorab zû kirdyan fîrar
ne’retey kêşa wek şêrî şerze
diłî dilêran gişt hate lerze
witî keykawus eger to şahî
serdarî hemû êran supahî
biłê merdêkit ba bête meydan
bikeyn neberd û cengî dilêran
be ḧeqî xuday gewre û kirdigar
emřo le meydan ’ersey karzar
le xêmey şahî ethênme der
etxeme ser xak supay piř xeter
xême û beydaẍit seringûn ekem
xot û leşkirit tunawtûn ekem
keykawus emey ke bîst der zeman
gîwî nard bo lay řostemî destan
witî wa zorab hatuwe beqar
eka qesdî qetil şahî tacdar
řostem be gurcî swarî řexiş bû
wekû fîlî mest zû bo meydan çû
waweyla û şîwen feryad û zarî
hełsa le leşkir merdanî karî
wityan kwa řostem? boç nehat êre?
supa gîrodey çengałî şêre
be zorabî wit řostemî destan
witî bizane ey şêrî meydan
kewtiwîte gêjî beḧrî bê’aman
êsta le destim çon der ekey gyan
miskînî feqîr dił perakende
giriftar ebî be destî bende
zorab witî pêy cîhan dîdekar
pîrî piştikomî cefay řozgar
lay pyawî ’aqił dana û hunermend
bot layeq nîye qisey napesend
eger to dyarî minîş bay wadem
zor hunermendim hunermend zadem
bełam pîremêrd dêwaney kemfam
emro be kemend, saxtî çermî xam
le ser małî zîn ethênme ser xak
sînet be tîẍî hîndîm ekem çak
dû merdî piř zor der ḧał û der dem
destyan kird be şeř zorab û řostem
řostem witî pêy to newcewanî
boç dêyte meydan merdî êranî
dinyat nedîwe hêşta mindałî
bê xeber le zerb gurz û gopałî
min dinyadîdem nadrey dewrim
şêrî piř zatim, nehengim, bewrim
estêrey řûy çerx asman kame
nazanî zatî şêran le lame
xuday bê manend bo to şukirane
teqdîrî toye em gişt karane
me’lûme mar û mûr û weḧiş temam
enasê ewladî xoy be ’iqił û be fam
keçî yekêkî wek pûrî destan
çilon neynasî kuřî le meydan
bew new’e bûbûn herdû herasan
yekyan nenasî be emrî yezdan
destyan kird be şeř ’aqîbetî kar
hełyan girt nêzey tîjî zehirdar
dayan le yektir nêze û gurz û têẍ
le qesdî yektir eyankird dirêx
be nukî ełmas nêzey xeternak
ḧelqey zirêyan řijaye ser xak
xwên fwarey best le leşyan wek guł
axir be nêze kar nebû ḧasił
gahê be gurz û gahê be xedeng
le yektir deştî panyan kird be teng
be manendî kêw nelexşan le şeř
ne em ’aciz bû ne ew teng xeter
řostem le daẍa diłî bû be xwên
witî ey xuday bê mekan û şwên
xo min qatłî bebir û dêwan bûm
be dest em tifłe çon herasan bûm?
çend car şeřim kird min legeł dêwan
hergîz bem new’e nebûm perêşan
fikirî kirdewe be diłî piř derd
espî cewlan da řêy çarey nebird
be pencey piř zor bazûy şêrişkar
girtî piştêney zorabî nawdar
gelê zorî kird zorab nelexşa
lenaw małî zîn esłen necuła
nobey zorab hat gurzî xistekar
day le qełẍanî řostemî namdar
řexşekey ejnoy naye ser zemîn
penay bird be zatî řebul’alemîn
le zorî bazûy qełẍanî bû wird
řostemî dilêr hîç ofî nekird
zorab witî to řostemî załî
boye le zeřbî gurzim nanałî
lam wa dyare ke toy fîleten
eger řostemî řast biłê be min
cwabî dayewe witî ger řostem
bibînî dinya nabînî be çem
řostem şêrêke bê manend û bo
çon fîzî dênê bête cengî to
lelay fîleten min kemtirînim
le kwê layeqî meydanî qînim
ca le gurz û tîẍ zû bûn desberdar
ẍemgîn bûn le des cefay řozgar
be teqdîrî ḧeq cehan aferîn
leser piştî esp emca dabezîn
destyan pêkaye ser ḧelqey kemend
berbûne zoran bebê çûn û çend
zorab be tewfîq ḧeyî layenam
girtî kemerbend newey załî sam
xistîye ser şanî beqar û beqîn
sûřî da řostem kewte ser zemîn
zorab wekû şêr be diłî bê ẍem
zû ejnoy naye ser sikî řostem
destî daye tîẍ ḧerbey mîsrî kar
ke sîney řostem bika let û par
řostemî destan witî newcewan
qiseyek ekem miruwete aman
wehaye qanûn gişt pałewanan
wextê le meydan ke egirin zoran
herkes eweł car bêdesełat bû
eybexşin, caran ’adet weha bû
bew ḧîle û mekire řostemî destan
xoy řizgar kird zû le ’ersey meydan
herdûkyan mandû geřanewe dwa
çûnewe xêmesera û xerga
dû şêrî piř zor dû bebrî beyan
çûnewe cêga û meskenî xoyan
pirsî le zorab homan le meydan
boçî to netkuşt dujminit der an?
witî ey homan yeqîn řostem bû
sed gurzim lêda hêşta lay kem bû
zirêy parçe bû kewte ser zemîn
zeře nelexşa pałewanî kîn
be gurz û şimşêr be ḧelqey kemend
’îlacî nekira nehate jêr bend
axrî emca berbûyne zoran
xoman xiste dest xalqî subḧan
be îznî xuday cîhandarî pak
xistime serşanim fiřêm daye xak
keçî be mekir û be ḧîley bêca
’aqîbet le dest min xoy necat da
sînem let nekird be tîẍî xeter
bexşîm be yezdan xuday banî ser
homan witî pêy zor xirapit kird
leber çî netkuşt xêra destubird
to ewt nekuşt her etkujê ew
ebî be watey xełq û em û ew
kewte dawî to şêrêkî weha
yekcar nefam bûy, netkuşt be xwa
tewfîqit bida xuday bê nezîr
emca bîkuje hîç meke teqsîr
řostem ke laşey sakin bû le derd
çû bo naw xêmey xasî lacîwerd
keykawus witî çilonî řostem?
lam waye diłit keyl buwe le ẍem
xo mindałê bû le ’ersey meydan
boç destit nebest řostemî destan?
řostem ’erzî kird ey şahî dilêr
nemzanî dêw bû yaxo neřeşêr
bedest ewewe zebûne ḧałim
ebat bo turan, gurz û gopałim
çend sał û wexte min pałewanim
qatłî dêw û cadûgeranim
řêgey ḧewtixiwanim biřî be tenya
netirsam le şêr û le cadûy gumřa
êsta be destî tifłêkî weha
peşêweḧałim, şahî ’alî ca
ger yarim nebê xuday dadger
necatim nabê le ’ersey xeter