basî hatnî temîne kiçî padşah bo çawpêkewtinî řostem

Li pirtûka:
Rostem û Zorab
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 5 Xulek  122 Dîtin
kiçî padşah sewday kewte ser
be řuxsar wekû mangî minewer
biroy qetranî qełem keşîde
birjangî ełmas sûrme nedîde
zułfî syahmar xałanî cewher
lêwî wek le’il didanî gewher
be bała wekû melek û perî
edrewşa wêney zuhre û mişterî
leser heta pêy, zeře neybû ’eyb
dirûstikirabû le karxaney ẍeyb
wextê nîweşew ke le xew hełsa
lîbasî cwanî be beden poşa
xoy řazandewe wek komełî nûr
wekû xor şu’ley peyda bû le dûr
ke şew nîwe bû hełsawe der dem
çuwe jûrewe bo seyrî řostem
wek mangî çwarde çû danîşt le lay
be pençey řengîn şêlay dest û pay
ke le xew hełsa řostemî destan
dî danîştuwe mangêkî taban
řostem witî pêy ey dîdeşabaz
boçî to hatûy çîte to nyaz?
witî pehłewan gwê bide řazim
le xidmet toda waye nyazim
le řaz û qisem tu xwa megre ’eyb
ełbet me’lûme le karxaney ẍeyb
awatexwaz bûm dił piř derd û ẍem
be çaw bibînim min bałay řostem
eme çend sałe min arezûme
her çaweřwanî dîdarî tome
bîstim çûy bo řaw gûrit girtibû
paş xwardin meylî xewt kirdibû
min de swarim nard be te’cîl û dew
emirim pê kirdin neken xurd û xew
bełkû řexşî to bigirin be esîr
bîhênin bo lam zû bebê teqsîr
heta be şonya to bêyt bitbînim
meqsedim wa bû řoḧî şîrînim
řêgay ḧewtixiwanit to kird yextesar
teyî dinyat kird be tenyaswar
ne «alkûs»y turk ne efrasyab
hîç kes le meydan to neykird şitab
êran û turan hênate jêr dest
çend hezar şêrit be zerbî mişt, kuşt
emanem bîstuwe řoj û mang û sał
aramim nîye tom wa le xeyał
êran û turan her toy wa têda
wêney min bo to kiç nabê peyda
hîç kes neydîwe qed û bałay min
ḧusin û cemałî xałî ałay min
eger le bawkim daway min bikey
emca goy merdî le dinya ebey
kuřê le min û le piştî to bê
êran û turan ebê gişt ko bê
kiçî padşay semendiganim min
hełbijêrrawî řûy cîhanim min
şahanî dinya awatxiwazmin
pêkirawî tîrî ẍemzey nazmin
emey wit řoyşit serwî xeraman
tenha mayewe řostemî destan
řostem sibeynê danîşt le meqam
daway kird wezîr xawen ’eqił û fam
hemû begleran merse’î kemer
hatin bo meclîs gişt destewnezer
wezîrêkî nard bo lay padşa
witî le meclîs ḧazir bê êsta
padşa emey ke bîst der zeman
hîç neygirt qerar zû hate dîwan
hate xizmetî cîhanpałewan
selamî lê kird danîşt le dîwan
řostem ca witî şahî cîhandar
’erzêkim heye diłit nebê zar
êsta min û to ba bikeyn tedbîr
şerit û peymanê bikeyn bê diłgîr
gułê le baẍit kerem ke pêman
heta gewreyît me’lûm bê lêman
şah em qiseyey ke bîst le řostem
le xoşî serî çuwe çerxî ḧewtem
witî pałewan çî to meylte
kiç û text û tac gişt tufeylte
qazî tełeb kird der leḧze û der dem
marey temîney biřî le řostem
zemawendyan kird çend řoj be kerem
cîhanpałewan řoyşte ḧerem
řostem ḧeyranî gonay ałî bû
sersam le cemal zułf û xałî bû
gah maçî ekird le gerdinî bêgerd
gah destî leser şemamanî zerd
ew şewe cûtbûn be kameranî
zor keyfyan kird be şadmanî
le bazûyda bû řostemî destan
dane gewherî qîmetî cîhan
gewherê kewa daney dyar bû
duřî xezêney keykawus şa bû
řostem kirdîyewe le bazûy der ḧał
day be temîney be ḧusin û cemał
witî ger xuda xalqî ’alem
kuřêkî pê day le nutfey řostem
to em gewhere bikere bazûy
ba hełî bigrê nîşaney babûy
xo eger kiç bû le zulfî beste
heta wextî xoy emca buweste
wextê sibeynê ke le xew hełsa
esłeḧey hełgirt, xuftanî poşa
řexşî zîn kird û der ḧał bû swar
hîmmet xwazî kird lelay şehryar
be yelẍar û taw çuwewe êran
hatne pêşwazî hemû dilêran
şah witî řostem to nebûy dyar
be bê to êran eken yextesar
be bê to ’emirim puç û hebaye
tac û textî min be to řewaye
řostem ’erzî kird to nîte xeber
maceray seyrim min hatuwe beser
le deştî şikar şay efrasyab
kirdim arezûy xwardinî kebab
gûrêkim kuşt û birjandim yekser
têrim xward û xewtim bê xeber
xeberim buwewe řexiş nemabû
serî sê nefer le bêx kenrabû
pîşim xwardewe sersam bûm beqîn
bedway řexşa çûm bo turan zemîn
le şarêk kewa «semend»y naw bû
zor be asanî řexşim peyda bû
lelay padşayek şew bûm mîwan
be keyf û zewq û be diłî şadan