bîsْmî ٱlilّٰhî ٱlireّḧْmeٰnî ٱlireّḧîym
Li pirtûka:
Rostem û Zorab
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
7 Xulek
70 Dîtin
benawî xuday gewrey lamekan
xalqî xelq û erz û asman
dinyay dirûst kird be yek kun fekûn
bê mîsil û manend, padşay bêçûn
settar û serpoş îş û karî bed
melîkulmulûk ełłahu semed
ustadî neqaş řûy ’alem tewaw
kê dîwye sûret bigrê leser aw
îcadkunendey cem’î muřselîn
ewlya û îmam ’almanî dîn
pałewananî bequwet û tab
řostem û zorab şay efrasyab
le paş me’reke û şeř û karzar
birdinye ’edem, xalqî cebbar
yařeb be ḧeqqî eḧmedî muxtar
be cem’î esḧab merdanî nawdar
bimanxeyte ser řêgay musteqîm
nebîn şermesar, ẍefûr û řeḧîm
bide tewfîqim xalqî ’alem
binûsim basî cenginamey řostem
wa beyan eken pyawanî pêşîn
řojê le řojan be diłî ẍemgîn
danîştibû řostem ’aciz û ẍembar
le paşan hełsa biçê bo şikar
şimşêrî hełgirt kemend û kewan
gurzî gawser, xencerî deban
swarî řexiş bû, peřindey teyyar
řûy kirde seḧra bo řaw û şikar
řûy kirde cengeł seḧra û kosaran
cêgay nêçîr û ahûy tetaran
lepiř le seḧra çend gûr dyarî da
řostemî destan be gurcî xêra
be pencey piř zor ḧeway da kemend
gûrêkî gewrey hênaye jêr bend
serekey biřî, pêstî kend xêra
le bêx dirextî hełkend zû aza
goştî gûrekey parçe kird be tîẍ
agirî kirdewe û goştî da le sîx
goştekey birja kirdî noşî gyan
hemû goştî xward, fiřêy da êsqan
wextê ke têr bû meylî xewî kird
cêgay çak kird û řakşa destubird
sîlaḧî şeřî le xoy kirdewe
serî nayewe xewî birdewe
řexşî berdaye sewze û mêrẍuzar
lenaw çîmen guł xoş û lalezar
le leşkirî turk lepiř de swar
hatne ew şwêne bo řaw û şikar
bedway nêçîrda egeřan serdem
katê çawyan kewt be řexşî řostem
çûn dewreyan girt bê hest û bê deng
řexiş legełyan destî kird be ceng
ne’retey kêşa piřmandî çend car
řostem le xewî hîç nebû bêdar
legeł swarekan destî kird be şeř
esłen netirsa řexşî hunerwer
’aqîbet sê kes le turkî bê xêr
kuştî be çepok řexşî dengidlêr
ḧewt neferekey tiryan destubird
çwardewrî řexşyan ca azane girt
be zorî kemend kirdyane naw daw
geřanewe dwa bebê xurd û xaw
şarêkî gewre nizîk bû kewa
şarî «semend»yan pê egut ewsa
birdyan bo şah, řexşî hunermend
ke çawî pê kewt şah kirdî pesend
emca padşa emrî kird, emîr
birdye tewîle, řexşî kird zincîr
wextê ke řostem le xew bû bêdar
temaşay baẍî kird û mêrẍuzar
tê fikirî řexiş eserî nîye
hîç tê negeyşît ew siřře çîye
emca seyrî kird sê laşey bê gyan
kewtuwe legeł şimşêr û kewan
şwên pêy çend swarîş dyare le zemîn
emca tê geyşit řostemî guzîn
kirdîye ber zirêy postî bewr beqar
gurzî kirde koł, wek şêrî şikar
zînekey řexşî girt be kołewe
řoyşit le seḧra û deşt û çołewe
xerîk ma lenaw byaban û çoł
gurz leser şan û zîn le pişt û koł
hemû car eygut sed şukir ełła
şermende meke, ’ebdî řûsyah
lelay hawseran nebim şermesar
nemkey be cêgay taney řozgar
zor kes ełên pêm bê desełate
řexşyan lê senduwe be zor, wa mate
xo min be bê řexiş peşêwe ḧałim
kê bom hełbigrê gurz û gopałim?
le řêgay ḧewtixiwan gyanim be ew bû
řefîqî çołim, hawřazî şew bû
be dway řexşa çû, cîhanpałewan
biřî řêy seḧra û çoł û byaban
menził be menził ta turan zemîn
řoyşit be diłî ’aciz û ẍemgîn
eçû beřêwe wek kêwî elburz
zemîn lejêr pêy řostem hate lerz
wextê beyanî katê derkewt xor
ca şarî «semend»dyarî da le dûr
êşkiçî dîyan ke leser ḧesar
be talûke çûn, bo lay şehryar
wityan pyawê dêt le dûr dyare
yeqîn pałewanî xencerguzare
poşîwye leber ziryê asnîn
wa be şanîyewe gurzî legeł zîn
şah witî: teḧqîq ewe řosteme
pyadeye û tenha, diłî piř ẍeme
le deşî řawda xewî kirduwe
xewtuwe emca řexşyan birduwe
şah ke emey bîst hełsa leser text
çû bo pêşwazî şahî biłindibext
çend le wezîran xasî şehryar
çû bo pêşwazî řostemî nawdar
yek yek maçyan kird çend car dest û pêy
kewtin le zemîn lejêr xakî pêy
şah pirsî řostem to kuřî załî
boçî pyade û perêşan ḧałî?
řastîm pê biłê kê emey kirduwe?
kê le seḧrada řexşî toy birduwe?
kê bê legeł to pencebazî ka
kê ḧeddî heye ke nasazî ka
cwabî dayewe řostemî destan
witî gûrêkim kirdibû biryan
têrtêr goştim xward çawim çuwe xew
bê tirs le dujmin, bê xof lem û lew
gurzî gawser lejêr serma bû
ke hełsam nwařîm řexiş nemabû
şwênim hênawe heta em şare
řexşim lêreye me’lûm dyare
be ẍezeb hatûm řexiş peyda ke
yaxo şwênekey le şar cya ke
lejêr zemîn bê ya le asman
ebê řexşî min peyda ken el’an
egîna be zat xuday bêhemta
min karê ekem xwên laşe biba
legełim meken hîç ḧîle û efsûn
ba be tîẍî min nebin seringûn
qesir û heywan û derwaze û ḧesar
ba be gurzî min nebê yextesar
şah ke emey bîst, lerzî hate gyan
lerzî her wekû bê ser şitawan
witî be řostem diłit bibê şad
ẍem û pejare to bide be bad
be tundutîjî kar naçête ser
mar be qisey xoş le kun dête der
mîwanî ’ezîz nûrî dîdemî
to gewre û serdar berguzîdemî
hemû xezêne û genc û meta’im
kenîz û ẍułam zêřîn kulahim
hemû xaksar xakî jêr patin
fîday simî esp cîhanpeymatin
emşew lêre be, heta beyanî
xoş řabbiwêre bê diłgiranî
ca řostem diłî sakin bû le derd
řûy kirde çadir ałay lacîwerd
kenîzekanî dîbay çînî poş
kemer bestekan daney dûř le goş
sef sef cem’ bûn ca bo temaşa
řostem çuwe ser textî padşa
řostemyan ke dî hemû bûn sersam
le sam û heybet newey załî sam
şew beserda hat řûy dinya bû tar
hełgîrsa çira û fanosan hezar
heywan lacîwerd cewahîrkarî
aw sard be guław ’enber dyarî
doşek û ferşî dîbay çîn baf
bon mîsk û ’enber legeł mîskî naf
saqî meşẍûłî şerabî nab bû
meclîs fereḧbexiş bezmî şerab bû
meḧremêkî şah le meclîs hełsa
řoyşte ḧerem xełwetxaney şa
wesif û te’rîfî cîhanpałewan
kirdî le xidmet banûy banuwan
xulase emca lepaş nîweşew
meclîs biław bûn kirdyan meylî xew
şu’ley çilçira û fanosî gewher
dabûy le camřîz wekû şewqî xor