basî ledaykibûnî zorab
Li pirtûka:
Rostem û Zorab
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
4 Xulek
60 Dîtin
le şarî «semend» to bêne eḧwał
basî temîne şoxî sewsenxał
da’îm bo řostem perêşanḧał bû
derûn piř derd û cestey zuxał bû
barî ḧemlî bû no mang bû temam
kuřêkî hêna «zorab»yan na nam
zû mijdeyan bird bo řostemî zał
ke kuřêkit bû piř ḧusin û cemał
řostem ke bîstî zor be diłxoşî
ałtun û zîw û gewherî bexşî
fermûy xeznedar zêř û cewahîr
baryan kird le esp wek sengî bahîr
daney yaqut û xezêne bebar
nardî bo turan bo kuřî nazdar
witî xercî ken bo serukarî
xuday te’ala bêt agadarî
zorab be yek sał wek dûsałe bû
le pênc sałîda serqebałe bû
minałî egirt eyxiste zemîn
dest û pêy ebest beqar û beqîn
çunke le neslî pakî řostem bû
leser dinyada manendî kem bû
be pencey piř zor hełî ekend ser
hawtay hîç nebû le cinsî beşer
turkan le destî bûbûn sergerdan
kes ney etwanî lay bibê yek an
řojê pêyan wit zołî bê ḧeya
bê bawkî eḧmeq, mader be xeta
hîç kes nazanê esiłit wa le kwê
to le nutfey kêyt bê şerit û bê şwê
zorab emey bîst beqar û beqîn
çû bo lay daykî be dîdey girîn
witî ey daye tu xuday ’alem
řastim pê biłê be bê zyad û kem
be şan û bazû min hunermendim
lenaw mexlûqa yekcar pesendim
’alem ezanê min yekcar merdim
şêr ḧeddî nîye bête neberdim
ger dêwî mel’ûn bom bête meydan
řîşey ekêşim be ’ewnî yezdan
bawkî min kêye? her biłê êsta
heta be destim nebînî siza
le min gerekte kam bikey ḧasił
bawkim nîşan de hîç mebe xicił
daykî witî pêy ey berguzîdem
ferzendî ’ezîz bawik nedîdem
be watey řeqîb dił piř qar û jeng
be qisey bedkar diłit nebê teng
kê bê legeł to pencebazî ka
bête meydanit û nasazî bika
bawkit řosteme şay kemerlałe
şêr leber çawî wekû minałe
le ḧewtixiwanewe ta maznideran
pakî kirdewe le cadûgeran
ca zorab diłî sakin bû le ẍem
le xoşya serî çuwe çerxî ḧewtem
witî ke bawkim řostem bê be xwa
êran û turan egirim sertapa
be tewfîqî ḧeq cîhan aferîn
min leşkir ebem bo êran zemîn
ne gîw ne guderz ne zengey piř zor
ne tûsî newzer ne baramî gor
ne zał û ne dêw ne kawwisî key
ne pałewanan mułkî deştî řey
legeł şay êran eyan hênme dest
lepaş emane wekû şêrî mest
legeł şay turkan enwênim ’îtab
eçme ser textî şay efrasyab
zorab le daykî emca destubird
supa û leşkirî zorî tełeb kird
supayan san dan le turkanî çîn
le simî espan elerzî zemîn
dayan le tepił û keřena û nefîr
bar kira pare û gencî bê nezîr
wextê ḧazir bû supay bê şumar
zorab fikirî kird leçî bê swar
destî enaye ser piştî espan
sist ebûn leber zorî pehlewan
hate lay zorab ca newcewanê
witî lelame min madyanê
ke ew le nutfey řexşî řosteme
le řûy dinyada manendî keme
ew şewey řexşî řostem le mał bû
daykî ew maynem ewsa befał bû
êsta le nutfey espê peyaye
layeq be swarî cenabî şaye
efřê wekû teyr eřwa wekû ba
her ew espeye diłî to şad ka
zorab witî pêy ew espe bêne
be însafî xot gencim lê bisêne
wextê ke řoyşit espî hêna zû
’eynen be wêney řexşî řostem bû
gelê xuşḧał bû zorabî nawdar
şukirî kird bo zat xuday kirdigar
destî birde ser barîkî piştî
esłen nelexşa lejêrî miştî
çûn boyan hêna zînî micewher
layq bo espî şahî eskender
wextê beyanî ke xwêndî xurûs
hełsa le supa dengî tepił û kûs