2- nêr û mê (gender)
Li pirtûka:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
4 Xulek
110 Dîtin
şêwey kirmancîy jûrû bepêçewaney şêwey kirmancîy nêweřastewe, wek zimane êranîye konekan, řesenî nêr û mê le yek cya dekatewe. em cyakirdineweyeş le sê doxdaye:
bûnî nêrîne û mêyîne le zimanda, herçende hêndê sûdî heye, bełam gelê car debête hoy qurskirdnî ew zimane. be taybetî kirmancîy jûrû bo cyakirdinewey nêr û mê destûrêkî aşkiray nîye ta pêřewî bikirê. leber ewe be bîruřay min pêwîste nêr û mê bixrêne pişt gwê, wek zimane edebîyekeman xistûyetye pişt gwê. lem doxey xwareweda nebê ke be pêwîstyan dezanim.
e- le doxî xistinepałda (fî ḧalة alazafةErebî)
bo wêne dełêyt: «xuşka azad xuşka Azad» nek «xuşkî azad xuşkî Azad» bełam dełêyt: «bavê azad bavê Azad» nek «bavî azad bavî Azad». wata; amřazî xistinepał (edaة alazafةErebî) debête «a a» eger «mizaf» mê bê û debête «ê ê» eger «mizaf» nêr bê. eme le katêkda eger duwa tîpî «mizaf» tîpêkî bê deng (ḧirf samit) bû, wek «xuşk» û «bav». xo eger duwa tîpî «mizaf» tîpêkî dengidar (ḧirf ’ilةErebî) bû, wek «da» û «bira», ewa amřazî xistinepał debête «ya ya» eger «mizaf» mî bê debête «yê yê» eger «mizaf» nêr bê. bo wêne dełêyt: «dya azad diya Azad», lecyatî «daykî azad» û dełêyt: «birayê azad birayê Azad» lecyatî «biray azad».bi- le doxî kesî sêyemda (fî ḧalة alşixis alsalsErebî)
bo wêne dełêyt: «ez wî dibînim ez wî dibînim» wata: «min ew «pyawe» ya ew «kuře» debînim». bełam dełêyt: «ez wê dibînim ez wê dibînim» wata: «min ew «jine» ya ew «kiçe» debînim».c- le doxî bangikirdinda (fî ḧalة alinda’Erebî, vocative)
lem doxeda «o o» be kar dehênrê bo nêr. wek: «kuřo kuro», «bavo bavo» wata kuře-babe. «ê ê» be kar dehênrê bo mê. wek «keçê keçê», «mîmkê» —wata: kiçê-pûrê, her wek kirmancîy nêweřast.- le katêkda ke řesenî nêweke aşkira nebê le řisteda. bo wêne ke gutit: «hevał», deşê ew havałe pyaw bê ya jin bê. leber ewe katêk ke dexrête pał cênêwêk ya nêwêk, ya deçête řistewe û debête berkar (mif’ul), pêwîste way lê bikirê ke řesenî ew hevałe dyar bê. wata negutrê: «hevałî min» bo herdû řegez, bełku wek kirmancîy jûrûy lê bikirê. wata bigutrê: «hevałî min» eger hevałe ke pyaw bû û bigutrê «hevała min» eger hevałeke jin bû. hereweha bigutrê: «azad dujminî xoy bezand» eger dujmineke nêr bû û bigutrê: «azad dujmina xoy bezand» eger dujmineke mê bû.
- le katî «bang kirdinda» (fî ḧalة alinda’) debînîn şêwey kirmancîy nêweřast «e e» be kar dehênê bo bangkirdnî nêrîne. wek: kuře, řołe, mame, xałe, babe. eme eger duwa pîtî wuşeke tîpêkî bê deng bê. xo eger hatû duwa tîpî wuşeke tîpêkî dengidar (’ilةErebî) bû, ewa her wek xoy demênêtewe. wek bira! - mamosta! lêreda ême detwanîn «o o»y kirmancîy jûrû û «e e»y kirmancîy nêweřast; herdûkyan şan be şanî yek, bo bangkirdnî nêrîne le zimane edebîyekemanda biparêzîn. demênêtewe amřazî bangkirdnî mêyîne. eweş hasane; çunke le herdû şêwekeda wek yeke û le herdûkyanda be «ê ê» tewaw debê. bo wêne: nenê, xuşkê, dayê, pûrê, kiçê (keçê), bûkê û... hitid. be kurtî bo bang kirdinî nêrîne biłêyn: «babe» ya «babo» û bo bang kirdinî mêyîne biłêyn: «xuşkê».